Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Zaroka ku di topbaranê de lingê xwe winda kir: Ka lingê min?

Zaroka bi navê Sara ya 7 salî di topbarana artêşa tirk a li ser Qamişloyê de birayê xwe Mihemed û lingê xwe winda kirin. Sara ku niha li Qamişloyê tê dermankirin, 6 rojan nekarî biaxive û di roja 7’an de ev pirs kirin: “Ka lingê min? Çima ez nikarim weke we bimeşim? Ka Mihemed?”

Dewleta tirk a dagirker di 10’ê cotmehê de taxên Zeytûniyê, Xerbî, Bişêriyê û Qidûrbeg ên Qamişloyê topbaran kirin. Di encama topbaranê de zarokê bi navê Mihemed Yûsif Mihemed (12) û pîrejina bi navê Beşîra Kebşo şehîd bûn. Her wiha welatiyên bi navên Cengîn Ehmed Mûrad (35), Abdulkerîm El Bed (23), Delîl Abdulmecîd Alî (26), Bedran Rakan Mihemed (35), Mihemed Ehmed Hemadî (19), Hamid Umer (40), Delîl Abulmecîd Alî (23), Kanîwar Beşîr Alî (24) û zaroka bi navê Sara Yûsif Mihemed (7) birîndar bûn. Zarok Sara lingê xwe winda kir û birayê wê Mihemed Yûsif Mihemed jî şehîd bû.

Sara piştre jî rakirin nexweşxaneya Qamişloyê û heta 6 rojan nekarî biaxive. Di roja 7’emîn de jî Sara dest bi axafftinê dike. Lê Sara ji ewil pirsa ‘Ka lingê min?’ dike. Sara bi berdewamî jî wiha dibêje: “Ez ê kengî bimeşim? Çima hûn dikarin bimeşin lê ez nikarim? Ka Mihemed?”

Zarok Sara hê jî nizane ku birayê wê Mihemed ku dema diçû dibistanê çenteyê wê jê re amade dikir û li derdora malê pê re dilîst, şehîd bûye. Sara dema ku kesek pirsekê jê dike, na bersivîne û digire. Dema bijîşk derbasî odeya wê dibin jî her tim pirsa; ‘Hûn ê kengî lingê min bînin?’ dike.

Dayika Sara: Em êşeke mezin dijîn

Dayika Sarayê ku zarokekê xwe winda kiriye û yekê jî lingê xwe winda kiriye, di rewşeke nebaş de ye. Ji bo ku derûniya Sarayê xera nebe, hemû êşa xwe dadiqurtîne.  Dayika Sara wiha dibêje: “Rewşa me ya malbatî nayê pênasekirin. Em êşeke mezin dijîn. Sara nizane çi diqewime. Hê jî pirsa Mihemed dike. Di her kêliyê de pirsa Sarayê ya ‘Ka lingê min? Çima hûn dikarin bimeşin lê ez nikarim? Ez ê kengî rabim û bi Mihemed re bilîzim?’ di guhên min de heye. Ez bang li rêxistinên mafên mirovan dikim ku alîkariyê bidin. Ronahiya di çavên min de çû. Dixwazim Saraya bêguneh li pêşiya hevalên xwe û çavên min, li ser lingên xwe bisekine. Çi guneha van zarokên li pêşiya malê ji xwe re dilîstin hebû?” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar