Dewleta tirk di nava rojê de bi obusan kampa Eyn Îsa, gelek gund û rêya M4 bombe kir.
Di encama êrîşê de zarokê 13 salî yê bi navê Hatim Hazim Mihemed Hatim ê li kampê bi giranî birîndar bû û lingekî wî jê bû.
Mihemet Hadim rakirin nexweşxaneyê lê tevî hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan gundên ku ji aliyê dewleta tirk hatin bombekirin Xalidiyê, Hoşan û Ebû Sirê ne. EYN ÎSA