Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Salı - 27 Ağustos 2024

Zarokê ku cêwiyê wî hatiye qetilkirin: Em tenê zarok in ma ev ji me çi dixwazin?

Malbatên ku zarokên wan di Komkujiya Til Rifatê de hatine qetilkirin û birîndarkirin axivîn û diyar kirin ku dinya li hemberî qetilkirina zarokên wan bêdeng e. Zarokê bi navê Elî Kefo ku cêwiyê xwe Îmdat di komkujiyê de winda kir jî wiha dibêje: “Ji me çi dixwazin? Em bê sûc in û em tenê zarok in.”

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di 2’yê kanûnê de li navçeya Til Rifat a kantona Şehbayê komkujiyeke mezin pêk anî. Di êrîşê de 8 jê zarok 10 sivîl bi hovane qetil kirin û 12 kes jî bi giranî birîndar kirin. Ji zarokên hatine qetilkirin jî ji koçberên Efrînê bûn. Yek ji van malbatan jî Nuseybe Mekan Ebdo û malbata xwe bûn. Zarokê malbatê Îmdat Ehmed Kefo di êrîşê de hate qetilkirin. Cêwiyê wî Elî Kefo û birayên xwe jî bi birîndarî rizgar bûn. Têkildarî komkujiyê malbata Kefo û bavê du zarokên di komkujiyê de birîndar bûn, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Nazim Daştan re axivîn.

Bavê zarokan Nuseybe Mekan Ebdo anî ziman ku ew neçar mabûn ku ji Efrînê koçber bibin û wiha got: “Lê li Til Rifatê jî em ji vê zilmê xelas nebûn. Wê rojê zarokên min ji dibistanê vegeriyabûn. Hinek xwarin xwarin û çûn bi hevalên xwe re lîstin. Di yek carê de deng hat û em derketin derve. Me dît ku zarokên me tên topbarankirin. Lawekê min şehîd bû û du jî birîndar bûn. Erdogan çi ji me dixwaze? Bajarê me dagir kirin têrê nekir, li vir jî li me didin. Divê êdî dinya vê zilmê bibîne. Zarokan qetil dikin û kes nabîne. Em dixwazin êdî dinya vê zilmê bibîne. Ji wê rojê ve zarokên min nawêrin derkevin. Gelo ev zarok êdî nelîzin?”

‘Dema em dilîstin li me bombe barandin’

Ji zarokên malbatê Elî Kefo (9) ku di êrîşê de cêwiyê xwe winda kir jî wiha dibêje: “Ez ji milê xwe yê rastê birîndar bûm. Em ji dibistanê vegeriyan malê. Pişt re jî ji bo lîstikê ji malê derketin. Dema em dilîstin, bombe li me barandin. Di bombebaranê de cêwiyê min Îmdat hate kuştin. Birayê min ê din jî birîndar bû. Lê ez û birayên min ê din rizgar bûn. Ji me çi dixwazin? Em bêsûc in û em tenê zarok in. Tekane daxwaze min û malbata min ew e ku vegerin Efrînê.”

‘Çima dinya ewqas bêdeng e?’

Welatiyê bi navê Muhammed Feqrî Heso jî ji Efrînê ye û di topbaranê de du zarokên wî birîndar bûne. Heso têkildarî mijarê wiha got: “Em li Efrînê di nava xweşî û aramiyê de bûn. Lê ji ber êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê koçber bûn. Em bi hêviya ku rojekê vegerin Efrînê hatibûn vir. Lê nahêlin em liv vir jî rehet rakevin û rûnin. Li vir jî me dikujin. Niha du zarokên min birîndar in. Lingê zarokekî min hate jêkirin û di lingê yê din de jî parçe heye. Çima li van zarokan didin? Çima dinya ewqas bêdeng e? Sûc û guneha zarokan çi ye gelo? Divê cîhan van birîndar û kuştinan bibîne. Her dilopek xwîna me ya dirije ji bo Efrînê ye. Em bi hêviya ku em ê rojek vegerin Efrîna xwe li vir dijîn.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar