Şervanên HSD’ê li gundê Baxoz ê Hecîn a Dêrazorê zarokekî êzidî û 5 kesên din rizgar kirin. Zarokê êzidî da zanîn ku dayik û xwişka wî ya biçûk hatine qetilkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) zarokê êzidî yê bi navê Aydîn, çar jin û zarokeke din, li gundê Baxoz ê Hecîn a Dêrazorê rizgar kirin.
Hat zanîn ku Aydîn ji gundê Herdanê yê Şengalê ye û 5 sal berê ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin. Piştî êş û azarên 5 salan, Aydîn di encama operasyona Şerê Tunekirina Terorê ya şervanên HSD’ê ya li gundê Baxozê de hate rizgarkirin.
Têkildarî mijarê Aydîn axivî û da zanîn ku dayika wî û xwişka wî ya biçûk ji hêla çeteyan ve hatine qetilkirin û ew û birayê xwe bi tenê mane. DÊRAZOR