Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Zarokên bi zimanê xwe mezin nebin, serkeftî nabin’

Hevberdevka Enstîtutiya Kurdî ya Amedê Mîne Karakaş diyar kir êrîşên li ser kurdî bi hemû dijwariya xwe didomin û wiha got: “Zarokên bi zimanê xwe yê dayikê mezin nebe, tu carî nikare li qadên jiyanê serkeftî be. Ev rewş bi rengekî zanistî hatiye ispatkirin. Em xwedî li zimanê xwe derkevin. Li her qada jiyanê em zimanê xwe bi kar bînin."

Êrîşên li ser zimanê kurdî li her qada jiyanê dewam dikin. Mirovên ku bi kurdî diaxivin dibin hedefa êrîşên nijadperestiyê, rojname û kovarên bi kurdî weşanê dikin têne qedexekirin, bi hinceta kurdî konserên kurdî têne qedexekirin. Têkoşîna li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta tirk didomin. Hevberdevka Enstîtuya Kurdî ya Amedê Mîne Karakaş diyar kir ku ji bo tinekirina zimanê kurdî bi sedan sal in polîtîkayên asîmîlasyonê tê meşandin û banga xwedîderketina li ziman kir û wiha got: “”Polîtîkayên asîmîlasyonê zêdeyî sed sal in bi rêk û pêk li hemberî kurdan tê meşandin. Ji sala 2016’an û vir ve piştî ku saziyên perwerdeya kurdî hatin girtin, rêjeya axaftina bi kurdî di asteke cidî de kêm bû. Ev rewş ne tenê di sala 2016’an de bi vî rengî bû, nêzî sed sal in polîtîkayeke asîmîlasyonê tê meşandin.”

Mîne Karakaş diyar kir ku armanc ji polîtîkayên asîmîlasyonê ew e ku kurd bênasname bêne hiştin û wiha domand: “Armanca polîtîkayên asîmîlasyonê diyar e; Bênasname hiştina Kurdan, bêçand hiştina Kurdan. Kurd çiqasî ji zimanê xwe dûr bikevin, wê ewqasî jî ji çanda xwe, ji hebûna xwe, ji hişmendiya xwe, ji civaka xwe dûr bikevin. Dema ziman nebe hûn bê çand in, bê nasname ne, xwebûneke we nîne. Hûn ne xwedî xwebûnê bin hûn ê winda bibin. Armanca ewletê ev e, dixwaze wê bêyî tiştekî bihêle. Weke saziyên ziman bi salan e em li ser van mijaran dixebitin. Saziyên me li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê karekî cidî dikin. Bi taybetî me giranî da ser zaravayê kirmanckî ku li ber tinebûnê ye. Ji salên 2000’î û pê ve bi pêşketina teknolojiyê re polîtîkayên asîmîlasyonê jî giran bûn. Dema ku mirov bala xwe didin ser polîtîkayên dewletê dibînin ku kreş êdî li gundan jî hatine avakirin. Armanc ji vê yekê ew e ku zarokên me yên çar salî jî zimanê xwe dûr bixînin û asîmîle bikin. Armanca me jî ew e ku Kurdî bibe zimanê perwedeyê, li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî. Heta ku nebe zimanê perwerde û fermî zehmet e ku em wî zimanî rizgar bikin. Eger hûn zarokekê/î di biçûkaniyê de bi zimanê dayikê perwerde nekin, piştre zehmet e ku li cewhera xwe vegere, zimanê xwe hîn bibe.”

Mîne Karakaş destnîşan kir ku ji bo pêşvebirin û belavkirina zimanê kurd divê têkoşîneke topyekûn bê meşandin û got, “Li kolanan, li malê, li kar divê em bi zimanê xwe biaxivin. Li malê divê em bi kurdî bi zarokên xwe re biaxivin. Zarokên bi zimanê xwe yê dayikê mezin nebe, tu carî nikare li qadên jiyanê serkeftî be. Ev rewş bi rengekî zanistî hatiye ispatkirin. Em xwedî li zimanê xwe derkevin. Li her qada jiyanê em zimanê xwe bi kar bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar