Rêveberiya xweser 14 zarokên sêwî yên çeteyên DAIŞ’ê ku hemwelatiyên Fransa û Hollandayê ne, piştî ku belgeyeke fermî hatiye îmzekirin radestî wezaretên karên derve kirin
Di 8’e hezîranê de heyeteke ji wezaretên karên derve yên Fransa û Hollandayê ji bo nirxandina rewşa dawîn a li Sûriyeyê, ya li bakur û rojhilatê Sûriyeyê û ji bo nîqaşên der barê girtiyên DAIŞ’ê yên di destê HSD’ê de, li Eyn Îsa ya Girê Spî bi rayedarên Navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hevdîtin kir.
Şande ji serokê Navenda Krîzan a Wezareta Karên Derve ya Fransyê Eric Schafalier û serokê Navenda Krîzan a Wezareta Karên Derve ya Hollandayê Lan Bijan û kesên bi wan re pêk dihat. Şande ji hêla hevserokên Daîreya Têkiliyên Derve Abdulkerîm Umer, Emel Dade û endamên daîreyê ve hate pêşwazîkirin. Piştre jî civîneke ji çapemeniyê re girtî hate lidarxistin û civîn 3 saetan dom kir.
Peyman hate îmzekirin
Di encama civînê de ji bo radestkirina 12 zarokên sêwî ku hemwelatiyên Fransayê bûn û 2 zarokên hemwelatiyên Hollandayê, di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmetên Hollanda û Fransayê de peyman hate îmzekirin. Piştî civînê jî Schafalier û Bijan daxuyanî dan û ji bo rizgarkirina zarokan, spasiya şervanên HSD’ê kir û teqez kirin ku dê welatên wan piştgiriyê bidin rêveberiya xweser.
Soza piştgiriyê dan
Têkildarî mijarê Emel Dade jî axivî û anî ziman ku Lan Bijan nameyeke ku ji hêla Wezareta Karên Derve ya Hollandayê ve hatiye nivîsandin bi wan re parve kiriye. Dade got ku di nameyê de wezaret soz dide ku dê piştgiriyê bidin wan ku çeteyên DAIŞ’ê di dadgeheke navneteweyî ku li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin bên darizandin. Dade destnîşan kir ku wezaret her wiha soza piştgiriya jinûveavakirin û çareseriya siyasî jî daye. Dade daxuyand ku şandeya Fransayê jî soza piştgiriya leşkerî, dîplomasî û xizmetguzariyê daye. GIRÊ SPÎ