Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Salı - 27 Ağustos 2024

Zarokên Efrînê kulîlkên reş dan leşkerên Rûsyayê

Bi hezaran zarokên kantonên Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina komkujiya Til Rifatê meşek li dar xist. Zarokan bang li hemû bav û dayikên cîhanê, saziyên mirovî û hiqûqê kir ku pişta xwe nedin êşên wan. Ji bo şermezarkirina bêdengiya hêzên navdewletî jî zarokan baxeke kulîlkên reş da rayedarên rûs

Bi hezaran xwendekarên ji kantonên Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina komkujiya dewleta tirk a li Til Rifatê pêk anî ku tê de 8 jê zarok bi giştî 10 sivîl hatibûn qetilkirin û 12 jî bi giranî birîndar bûbûn, li pêş baregeha Rûsyayê ya li gundê Wehşiyê yê Fafîn a Şehbayê meşek li dar xist. Meş li pêşiya Kampa Berxwedanê dest pê kir. Di meşê de xwendekaran wêneyên şehîdên komkujiya Til Rifatê hildan û bi dirûşman komkujî şermezar kirin.

Meş heta ber baregeha hêzên Rûsyayê ya li gundê Wehşiyê dom kir û li ber baregehê daxuyaniyek hat xwendin.

Daxuyaniya zarokên Efrînê wiha ye:

“Em zarokên Efrînê, ji gund, bajar û welatê xwe koçber bûn. Cihên lîstokên me, dibistanên me hatin bombebarankirin û hatin dagirkirin û xewnên me têk birin. Ji dema ku me çavên xwe li vê cîhanê vekirine, her tim tên bombebarankirin û dengê balafir û guleyan li derdorê heye û li her cihê jî xwîn heye.

Em niha di rewşên xerîbiyê de di nava nepeydakirina hêmanên jiyanê de, dijîn. Şer û çewisandina heyîna me, xewnên me û zanebûna me dikin. Her tiştî girêdayî me dikujin û li rexê jî kuştina me bêguneh, rewa dikin.

Pişta xwe nedin êşên me

Em bang li tevahiya bav û dayikên li cîhanê, saziyên mirovî û hiqûqê yên zarokan dikin ku guh bidin dengên azar û birînên me û pişta xwe nedin êşên me. Her wiha jî rewşa me ya biêş dema ku zarokên Efrînê tên kuştin, binasin. Ev zarok jî parçeyek ji zarokên cîhanê ne û banga cezakirina sûcdar dikin. Ku destên xwe deynin li ser wijdanê mirovahiyê.

Bang li dewleta Rûsya û rejîma Sûriyeyê dikin ku li hemberî zarokan berpirsyariya xwe hilgirin. Ma em li ser xaka ku ew dibêjin di bin serweriya me de ye. Lê çawa zarok li ser xaka xwe tên kuştin? Kî kujer e? Ji lew re ji we daxwaz dikin ku helwesteke cidî der barê rûdanên li ser zarokên Efrînê pêk bînin û biparêzên. Da ku zarok di nav ewlehî û aramiyê de bijîn.”

Piştî daxuyaniyê jî xwendekaran ji bo şermezarkirina bêdengiya hêzên navdewletî ya li dijî komkujiyê, baxeke kulîlkên reş radestî berpirsyarên baregeha Rûsyayê kirin xwendekaran baxekê ji kulîlkên reş radestî hêzên Rûsyayê kir. ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar