Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...

Çarşamba - 27 Kasım 2024

Zarokên hatibûn îşkencekirin hatin berdan

Zarokên bi navên O.D., Ş.Y. û O.S. yên li Wanê hatin rastî îşkenceyên giran hatin jî di nav de, 11 zarokên ku li Wanê bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê kirine’ piştî îfadeya li Serdozgeriya Komarê ya Wanê hatin berdan

Li taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê 11 zarok hatibûn binçavkirin. Ji 11 zarokan yên bi navên O.D ê 17 salî, Ş.Y. yê 16 salî û O.S. yê 14 salî ku di 15’ê sibatê de hatibûn binçavkirin, li Midûriyeta Asayîşê ya Wanê rastî îşkenceyên giran hatibûn.

Zarokan diyar kiribû ku polîsan bi qundaxa çekan li serê wan xistiye û serê wan xistiye klozetê. Zarokên rastî îşkenceyê hatin di laşê wan de gelek birîn û şikestin çêbûn. 3 zarokên rastî îşkenceyê hatin serpêhatiyên xwe ji endam û serokê Komîsyona Mafên Mirovan û Mafên Zarokan a Baroya Wanê re vegotibûn.

Zarokên bi O.D., Ş.Y. û O.S. jî di nav de, 11 zarokên ku hatin binçavkirin piştî îfadeya wan a li midûriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin. Zarokan ku li Serdozgeriya Komarê ya Wanê îfade dan, hatin berdan. Zarok bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê kirine’ di 15’ê sibatê de bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar