Li taxa Barê ya navçeya Çinar a Amedê di derengiya şevê de mala ji kerpîçan hatiye çêkirin a malbata Demîroglu, bi ser wan de herifî. Di encamê de 8 zarok û dê û bavê zarokan di bin kavilê malê de man.
Li ser vê yekê şêniyên taxê welatî ji bin xerabeyên avahî derxistin û rakirin nexweşxaneyê. Lê ji endamên malbatê Guneş Demîroglu ya 14 salî û Dîndar Demîroglu yê 15 salî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.
Endamên din ên malbatê piştî ku hatin dermankirin, ji nexweşxaneyê derketin. Guneş û Dîndar Demîroglu li goristana taxê hatin definkirin.
Li gorî agahiyan, avahî ji ber barana zêde herifî ye. AMED