Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘Zarokên me çi biryarê bidin em li pey wan in’

Şafî Hayme yê 2 zarokên wî girtî ne, bang kir ku berî girtî dest bi rojiya mirinê bikin, divê daxwazên wan bên qebûlkirin û diyar kir ku zarokên wan çi biryarê bide ew li pey wan in

Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê girtiyên PKK û PAJK’î li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger kiribûn. Çalakiya greva birçîbûnê di roja 10’an de ye û dê sibê koma sêyem dest pê bike.

Şafî Hayme ku kurê wî Îbrahîm Hayme li Girtîgeha Amed a Tîpa D’ê di nav koma duyem a greva birçîbûnê de cih girtiye û kurê wî yê din Mehmet Hayme jî li Girtîgeha Bolû ya Tîpa F’yê dê sibê daxilî nav koma sêyem a greva birçîbûnê bibe, derbarê çalakiyên grevên birçîbûnê de axivî.

‘Heta mirinê dev jê bernadin’

Hayme, hejmara girtiyên nexweş ên di girtîgehan de bi bîr xist û wiha got: “Di girtîgehan de 197 jê giran hezar û 600 girtiyên nexweş hene. Niha grevên birçîbûnê dest pê kirine. Em dixwazin rojek beriya rojekê girtî werin berdan. Şert û mercên girtiyan nebaş in. Niha girtî bêdem û bi dorveger dikevin grevê lê heke daxwazên wan neyên qebûlkirin dibe ku di pêşerojê de çalakiya xwe biguherînin. Lewma fikarên me hene. Em dixwazin rayedarên dewletê rojek beriya rojekê daxwazên zarokên me qebûl bikin. Ji ber ku ku heger daxwazên wan neyên bi cih, dibe ku bikevin rojiya mirinê jî. Tirsa me jî ev e. Daxwazên wan giran jî nîn in, di çarçoveya qanûnên dewletê de ne lê pêk naynin. Şertên wan bi cih neye, bi biryar in heta mirinê jî dev jê bernadin.”

Hayme bang li malbatên girtiyan jî kir ku xwedî li zarokên xwe derkevin û li gor xwestekên zarokên xwe tevbigerin.

‘Em ê nesekinin’

Di axaftina xwe de Hayme da zanîn ku zarokê wî Îbrahîm Hayme di koma duyemîn a greva birçîbûnê de ye û kurê wî Mehmet Hayme jî dê roja duşemê daxilî nav koma sêyemîn bibe û ev tişt anî ziman: “Em malbat bi fikar in. Em dixwazin daxwazên wan bên bi cih ku Tirkiye jî rehet bibe, em jî rehet bibin. Heke zarokên me bikevin rojiya mirinê em ê jî li malên xwe nesikinin. Carna radibin hin tiştan dibêjin lê nayînin bi cih. Wexta grevên birçîbûnê yên di sala 2018’an de destpêkirin dayika bi dest çalakiyan kir û her ku diçû çalakî mezin dibûn. Wezîrê Dadê wê demê got ‘Em ê daxwazên girtiyan bi cih bînin.’ 2-3 hevdîtin bi serokatî re çêbûn û dîsa qut kirin. Ev xapandin e, em vê naxwazin. Zarokên me jî ji ber vê yekê ketine çalakiyên grevê. Divê tişteke bingehîn çêbibe.”

Her wiha Hayme xwest ku rayedarên dewletê ji bo daxwazên zarokên wan gavan biavêjin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Zarokên me çi biryarê bidin em li pey wan in.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar