Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Zebze difiroşe lê nikare zebze bibe mala xwe

Li Erziromê welatiyan bi navê Mehmet Kaya balkişand ser krîza aborî û diyar kir ku zebze difiroşe lê nikare zebze bibe mala xwe

Li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî êdî welaatî nikarin debara xwe bikin. Li Erziromê welatiyên di karên cur bi cur de diebitin, destnîşan kirin ku ji ber krîza aborî nikarin nan jî bibin mala xwe.

Sînan Guneş (35) ku fêkî û zebze difiroşe û wiha got: “Krîza heye. Kes nikare bêje krîz tune ye. Ez ji sibehê heta êvarê disekinim, lê kes tiştekî nakire. Çimkî ji ber krîza aborî rewşa welatiyan nebaş e. Her diçe rewşa welat xirabtir dibe.”

Recep Can ku par Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Ataturkê kuta kir, ji ber nehatiye tayînkirin li ber Mizgefta Lala Paşa tabloyan difiroşe û wiha got: “Ji ber nayên tayînkirin tabloyan difiroşim.”

Heqê keda xwe nastînin

Karkerê înşeatê Ahmet Yanik jî, diyar kir ku ji ber krîza aborî kar tune û betal in û wiha got: “Ji ber krîza aborî kar bi destê me nakeve, wexta bi destê me dikeve jî kes pereyê me nade. Heqê keda me nadin me. Tu ewlehiya me tune ye. Muteahîd, ji dêvla heqê sîgortaya me razînin diçin ên dê, bav û birayên xwe radizînin. Bi her awayî em mexdûr in û tên mexdûrkirin.”

Reîs Demîr ku li Keleha Erziromê dixebite, destnîşan kir ku her diçe krîza aborî krûtir dibe û ji ber vê kar bi destê kesî nakeve. Demîr diyar kir ku divê hikûmet çareyekê bibîne û got, êdî nikarin nan bibin mala xwe.”

Mehmet Kaya ku zebze difiroşe, got: “Ez zebze difiroşim, lê ji ber zebze biha ye nikarim bibim malê. Di bêrîka mirovan de pênc qurîş pere tune ye. Kar tune. Ji sibehê heta êvarî li ber vê tableyê disekinim. Wexta mirov çav li fiyetên firingiyan dikevin direvin. Li ber mirovan digerim ku kîloyek firingî bikirin da ez jî êvarî nan bibim mala xwe.” ERZIROM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar