Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Zêdetirî 120 hezar kes bi şewba koronayê mirin

Navenda Nûçeyan |

Li cîhanê hijmara pêketiyên Covîd-19’ê bûne 1 milyon û 939 hezar, heta niha 120 hezar û 800 mirov pê mirine.

Vîrûsa koronayê (Covîd-19) her ku diçe bêhtir belav dibe. Li gorî daneyên Rêxistina  Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), heta niha li Ewropaye 81 hezar û 474 kes bi şewba koronayê mirine. Li parzemîna Ewropayê hejmara kesên ku pê ketine jî 973 hezar û 87 kes in.

Heta niha herî zêde li DYA’yê mirov ji ber Covîd-19’ê jiyana xwe ji dest dane. Li DYA’yê 23 hezar û 600 kes ji ber koronayê mirine. Li Îtalyayê jî kesên ku bi vîrûsê mirine bûn 20 hezar û 400 kes.

Dewleta tirk hijmara pêketî û miriyan vedişêre. Li gorî daneyên fermî yên dewleta tirk heta niha li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 61 hezar û 49 kes bi vîrûsê ketine û ji van hezar û 296 kes jî pê mirine.

Berdevka WHO’yê Dr. Margaret Harrrîs der barê mijarê de li Cenevreyê daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand ku li Îtalya û Spanyayê û hin welatên din ên Ewropayê berbelavbûna vîrûsê hinekî ketiye û li Tirkiye û Ingilistanê jî hejmara kesên bi şewbê dikevin zêde dibe.

Bîlançoya hin welatên din wiha ye:

* Li Îtalyayê 159 hezar û 500 kes bi vîrûsê ketine û ji van 20 hezar û 460 kes mirine.

* Li Spanyayê 172 hezar û 500 kes bi vîrûsê ketine û 18 hezar kes mirine.

* Li Fransayê heta niha 136 hezar û 700 kes bi şewbê ketine û nêzî 15 hezar kes mirine.

* Li Ingilistanê 88 hezar û 600 kes bi şewbê ketine û 11 hezar û 300 kes pê mirine.

* Li Almanyayê 130 hezar û 200 kes bi şewbê ketine û 3 hezar û 200 kes jî mirine.

* Li Hollandayê  27 hezar û 340 kes pê ketine û 2 hezar û 945 kes jî pê mirine.

* Li Belçîkayê 31 hezar û 100 kes bi şewbê ketine û 4 hezar û 150 kes jî mirine.

* Li Swîsreyê 25 hezar û 800 kes bi şewbê ketine û ji van 11 hezar jê mirine.

* Li Îranê heta niha 75 hezar kes bi şewbê ketine û ji van 4 hezar û 683 kes pê mirine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar