Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Zêdetirî 300 malbatên êzdî li warê xwe yê qedîm vegeriyan

Komên çete yên DAIŞ’ê di 3’yê tebaxa sala 2014’an de êrîşî Şengalê kir û li dijî gelê êzdî komkujiyeke mezin kir. 5 hezar jê jin, bi hezaran welatiyên êzdî ji hêla çeteyan ve hatin revandin. Komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya li Şengalê weke Fermana 74’emîn hate pênasekirin.

Ji ber komkujî û dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê, bi dehhezaran malbatên êzdî koçber bûn û berê xwe dan parçeyên din ên Kurdistanê û derveyî welat. Ji bo koçberên êzdî kamp hatin avakirin û bi salan li van kampan man. Yek ji van kampan jî li başûrê Kurdistanê hatibû avakirin.

Piştî ku bajar ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, pergala rêveberiya xweser lê hat avakirin û bi avakirina hêzên YBŞ, YJŞ û asayîşê re, êdî bajar bû yek ji cihên herî aram ên başûrê welat. Bi vê yekê re hêdî hêdî welatiyên êzdî yên koçber li warê xwe vedigerin. Di vê çarçoveyê de zêdetirî 300 malbatên êzdî ku li kampên Başûr diman, li warê xwe vegeriyan.

Welatiyên êzdî ji hêla Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê ve hatin pêşwazîkirin û hewcedariyên wan hatin bicihanîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta tirk ji bo ku civaka êzdî li warê xwe venegere, heta niha zêdetirî 30 caran êrîşî Şengalê kir. Herî dawî di 15’ê hezîranê de jî bi balafirên şer Şengal hedef girtin. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar