Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Zêdetirî 45 hezar kes bi vîrûsa koronayê mirin

Navenda Nûçeyan |

Bîlançoya vîrûsa koronayê (Covîd-19) li temamiya cîhanê her ku diçe girantir dibe. Hejmara kesên bi vîrûsê dikevin û kesên ku ji ber vîrûsê dimirin zêde dibe.

TIRKIYE

Rayedarên dewleta tirk îdia dikin ku heta niha tenê 13 hezar û 531 kes bi vîrûsê ketine û ji van 214 kes jî pê mirine. Li gelek dever û gundên Mêrdîn, Amed, Meletî, Erzingan, Bedlîs, Qers, Êlih, Wan, Dêrsim, Sêwas, Baybûrt, Çanakale, Gumuşhane, Kutahya, Rîze, Yozgat, Çankiri, Çorûm û Gîresûnê di karantînayê de ne. Li girtîgehên Tirkiyeyê her diçe gefa vîrûsa korona zêdetir dibe. Desthilata AKP-MHP’ê ya ku ti tedbîrek negirtiye bi taybet li girtîgehan gefa vîrûsê ya li ser girtiyên siyasî hê zêdetir bûne.

Sendîkaya Karkerên Înşaet û Rê, Avaniya Şoreşger (Dev Yapi Îş) daxuyaniyek nivîskî weşanda û diyar kir ku bi belavbûna vîrûsa koronayê re, li Stenbolê di nava 15 rojan de, 15 hezar û 191 karkerên înşeatê, ji kar hatine derxistin.

DYA

Li DYA’yê 190 hezar kes bi vîrûsê ketine û 4 hezar kes jî bûne qurbanî. Di heman demê de 177 hezar kes jî tên dermankirin.

ÎTALYA

Li Îtalyayê 105 hezar kes bi vîrûsê ketine, 12 hezar û 400 kesan jiyana xwe ji dest dan û 77 hezar kes jî tên dermankirin. Li welat rewşa 4 hezar û 23 kesan jî xetere ye.

SPANYA

Li welat 102 hezar kes bi vîrûsê ketine û 9 hezar kes jî mirine.

FRANS

52 hezar kes bi vîrûsê ketin û heta niha 3 hezar û 500 kes jî mirine. Rewşa 5 hezar û 600 kesan jî krîtîk e.

ALMANYA

Li Almanyayê 72 hezar kes bi vîrûsê ketine û heta niha 800 kesan jiyana xwe ji dest dane.

INGILISTAN

Hejmara kesên bi vîrûsê ketin 25 hezar kes derbas kir. hezar û 800 kes heta niha bi şewbê mirine û zêdetirî 23 hezar kes jî tên dermankirin.

HOLLANDA

Li welat heta niha zêdetirî 13 hezar û 600 kes bi vîrûsê ketine. Ji van hezar û 170 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

SWÎSRE

Li welatê Swîsreyê 16 hezar û 600 kes bi vîrûsê ketine û 430 kesan jî jiyana xwe ji dest daye. Her wiha 13 hezar kes jî tên dermankirin û rewşa 300 kesan jî nebaş e.

BELÇÎKA

Li Belçîkayê 14 hezar kes bi vîrûsê ketine û heta niha 820 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

AWUSTRALYA

Heta niha li Awustralyayê 10 hezar û 400 kes bi vîrûsa koronayê ketine û ji van 146 welatiyan jiyana xwe ji dest dane.

ÎRAN

Yek ji welatên ku bîlançoya şewba koronayê lê giran jî Îran e. Li Îranê heta niha 48 hezar kes bi vîrûsê ketine û zêdetirî 3 hezar kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Rewşa 3 hezar û 800 kesan jî nebaş e.

ÛMMAN

Li Ûmmanê 210 kes bi vîrûsê ketine û 2 kes jî pê mirine.

HINDISTAN

Li welat ji ber vîrûsê heta niha 45 kesan jiyana xwe ji dest daye.

ÇÎN

Welatê ku ji ewil vîrûsa koronayê lê hatiye dîtin, Çîn bû. Li Çînê heta niha 81 hezar û 554 kes bi vîrûsê ketine û ji van 3 hezar û 312 kesan jiyana xwe ji dest dane. 1

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar