Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Zêdetirî 80 ciwanên Başûr tev li Berxwedana Rûmetê bûne

Bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk re gelek ciwanên başûrê Kurdistanê berê xwe dan rojavayê Kurdistanê. Tê gotin ku heta niha zêdetirî 80 ciwanên Başûr tev li refên Berxwedana Rûmetê bûne

Dewleta tirk a dagirker û hêzên wê yên dagirker di 9’ê cotmehê saet di 16.00’an de li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşa qirkirinê da destpêkirin. Li hemberî vê êrîşê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî di çarçoveya xweparastinê de bersivên tund dan û Berxwedana Rûmetê pêş xist. Bi destpêkirina êrîşên hêzên dagirker re jî di serî de li Başûr, li her çar parçeyên Kurdistanê jî bertekên tund hatin dayîn.

Bi destpêkirina êrîşan re Rêxistina Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer li başûrê Kurdistanê banga seferberiyê kir. Piştî ragihandina seferberiyê jî ciwanên Başûr ref bi ref tev li refên Berxwedana Rûmetê bûn. Di vê çarçoveyê de gelek ciwanên ji Xaneqîn, Germiyan, Kerkûk, Silêmaniye, Ranya, Sengeser, Qeladizê, Çemçemal, Derbendîxan, Hewlêr, Duhok, Zaxo û Şêladizê tev li refên berxwedanê bûn.

Heta niha 11 kom derbas bûn

Li gorî nûçeya Rojnewsê, ji herêmên nêzî sînorê rojavayê Kurdistanê û hinek herêmên din jî welatî bi înîsiyatîfa xwe ya şexsî derbasî rojavayê Kurdistanê bûn. Lê li gorî hejmara herî dawî, heta niha 11 komên cuda derbasî Rojava bûn û ji wir jî tev li refên HSD’ê bûn.

Gelek ciwan dixwazin tev li bibin

Çavkanî dibêjin ku heta niha zêdetirî 80 ciwanên başûrê Kurdistanê tev li refên Berxwedana Rûmetê bûne. Çavkaniyan destnîşan kir ku gelek ciwanên Başûr dixwazin tev li refên Berxwedana Rûmetê bibin û dê di demên pêş de jî ev tevlêbûn bidome.

Hêjayî bibîrxistinêye ku şevê din jî komek ciwanên Başûr tev li ‘Berxwedana Rûmetê’ bûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar