Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Zêdetirî 86 hezar zarok ji mafê xwe yê perwerdeyê bûn

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kewser Dogo diyar kir ku di êrîşên artêşa tirk de 22 zarok hatin qetilkirin û herî kêm 86 hezar zarok jî ji mafê xwe yê perwerdeyê bêpar man

Artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ji 9’ê cotmehê ve bi armanca qirkirina etnîkî bi awayeke hovane êrîşî rojavayê Kurdistanê dikin. Hêzên dagirker di êrîşên xwe de bi taybet jî qadên sivîlan, nexweşxane, dibistan, firin û mal û milkê sivîlan hedef digirin. Di encama êrîşên hêzên dagirker de bi sedhezaran kes koçber bûn, 22 jê zarok herî kêm 235 sivîl hatin qetilkirin û zêdetirî 677 sivîl jî birîndar bûn.

Têkildarî mijarê hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê  ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kewser Dogo ji ANHA’yê re axivî. Dogo anî ziman ku ew rewşa perwerdeyê bi taybet dişopînin û hewl didin jiyana xwendekar û kadroyên perwerdeyê biparêzin. Dogo diyar kir ku ji ber êrîşan, karê zêdetirî 5 hezar mamosteyan rawestiyaye û zêdetirî 86 hezar xwendekar jî ji mafê xwe yê perwerdeyê bêpar mane. Dogo da zanîn ku piraniya van xwendekaran ji herêmên ku rastî êrîşê hatine ne.

Bang li saziyên navdewletî kirin

Kewser Dogo destnîşan kir ku heta niha 20 dibistan di encama topbaran û bombebaranê de hatine rûxandin lê ji ber xetereya li Serêkaniyê û herêmên din ên dagirkirî, nekarîne navên wan dibistanan zelal bikin da ku bikin belge. Dogo bang li tevahiya saziyên navdewletî bi taybet saziyên têkildarî mafên mirovan kir ku hewl bidin êrîşan rawestînin.

‘Dixwazin heman tiştên li Efrînê dubare bikin’

Herî dawî jî hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kewser Dogo ev tişt anî ziman: “Sala xwendinê ya nû ji mehekê ve destpê kiriye. Li şûna ku xwendekar li ser daniştokên xwendinê bin. Ew niha têne kuştin û koçberkirin. Tecrubeya Efrînê li ber çavan e, dewleta tirk herêmê bi rêya perwerdeyê asîmîle dike. Dewleta tirk ji êrîşên xwe armanc dike ku tiştên li Efrînê kirine, li van herêman jî pêk bîne.” GIRÊ SPÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar