Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Zêdetirî milyonek û 200 hezar kes bi vîrûsê ketine

Navenda Nûçeyan |

Vîrûsa koronayê (Covîd-19) ku ji ewil li bajarê Wuhan ê Çînê hate dîtin, ji meha kanûnê ve hema hema li hemû cîhanê belav bû. Li gorî daneyan heta niha zêdetirî milyonek û 200 hezar kes bi vîrûsê ketine û zêdetirî 65 hezar kes jî pê mirine.

DYA

Welatê ku herî zêde hejmara kesên bi şewba virûsa koronayê ketin DYA ye. Li gorî daneyên fermî heta niha 311 hezar kes bi şewbê ketine û hejmara miriyan jî 8 hezar û 400 kes derbas kir. Tê gotin ku 300 hezar kes jî tên dermankirin.

ÎTALYA

Her wiha yek ji welatên ku bîlançoya şewbê lê giran jî Îtalya ye. Li welat heta niha 124 hezar kes bi şewbê ketîne û ji van 12 hezar û 400 kes mirin. Her wiha 80 hezar kes jî tên dermankirin.

FRANSA

Li Fransayê jî hejmara kesên bi şewbê ketin 90 hezare û heta niha 7 hezar û 560 kes jî bi vê şewbê mirin.

ALMANYA

Li welatê Almanyayê jî zêdetirî 96 hezar kes bi şewba koronayê ketine. Ji van herî kêm hezar û 400 kes jî pê mirin.

INGILISTAN

Li Ingilistanê hejmara nexweşan bû 41 hezar û hejmara miriyan jî 4 hezar û 300 derbas kir.

SWÎSRE

Li Swîsreyê jî heta niha 21 hezar kes bi şewba koronayê ketine. Ji van 680 kes mirin û 14 hezar kes jî tên dermankirin.

SPANYA

Jiyan li Spanyayê jî ji ber vîrûsa koronayê tevizî ye. Li gorî daneyan, heta niha li welat zêdetirî 12 hezar û 418 kesan jiyana xwe ji dest dane û 130 hezar û 759 kes jî bi şewbê ketine.

BELÇÎKA

Li Belçîkayê hejmara nexweşan gihişt 20 hezaran û hezar û 447 jî pê mirine.

RÛSYA

Li Rûsyayê jî hejmara nexweşan bû 5 hezar û 500 û 45 kes jî heta niha mirine.

ÎRAN

Li gorî daneyên fermî yên rejîma Îranê, heta niha 58 hezar kes bi şewbê ketine û ji van 3 hezar û 600 kes pê mirine. Lê tê gotin ku hejmara rast zêdetir e.

TIRKIYE

Yek ji welatên ku vîrûs lê belav bûy û hêj dibe jî Tirkiye ye. Li gorî daneyên fermî yên dewleta tirk, heta niha 23 hezar û 934 kes bi vîrûsê ketine û ji van 501 kesan jiyana xwe ji dest dane. Her çiqas ev daneyên fermî jî bin, tê gotin ku hejmara miriyan û yên bi şewbê ketin zêdetir e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar