Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Zêdetirîn 200 sal e bênavber diherike

Li gundê Helhelê ya girêdayî Hezroyê kaniya ji aliyê ermenan ve hatiye çêkirin ev 200 sal e bênavber diherike

Bermayiyên dîrokî yên ermeniyên hatin qirkirin û koçberkirin hêj hebûna xwe diparêzin. Yek ji van bermayiyan jî kaniya ji aliyê ermenan ve li gundê Helhelê ya girêdayî navçeya Hezroya Amedê ye. Kaniya di sala 1802’yan de ji aliyê ermenan ve hat çêkirin 200 sal e bênavber diherike. Gundî li ber ava kaniyê baxçeyên xwe av didin.

Ji gundiyan Şahabettîn Daşlik (58) derbarê kaniyê de agahî dan û ev tişt anî ziman: “Ev zêdetirîn 200 sal e kanî diherike. Kanî me bêav nahêle. Her tim diherike. Kanî ji aliyê ermenên li gundê me dijiyan ve hatiye çêkirin. Lê ermenên li gundê me jî di sala 1915’an de hatin qirkirin. Li geliyek li pişt gundê me hemûyan qetil kirine. Niha ermenek jî li gund nemaye.”

Daşlik da zanîn ku kanî pêdiviya hemû gundên nêzî wan pêşwazî dike û wiha got: “Bi taybetî payîzê ava kaniyê zêde dibe. Li gund ji bilî vê kaniyê hemû bermayiyên ermenan tune bûne.”  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar