Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Zêhniyetekê du mase rûxandin

Di navbera deh salên borî de du mase ji bo çareseriya pirsgirêkan ava bûn, her du mase jî di bingeha xwe de bi heman hincetan hatin rûxandin. Hê jî nehatiye jibîrkirin di sala 2015’an de ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan li ser esasê aştiyane û demokratik maseyek ava bûbû. Li aliyekî maseyê hikumeta AKP’ê û dewlet, li aliyê din heyeta HDP’ê hebû. Roja 28’ê sibatê li qesra Dolmabahçeyê her tişt; metna lihevkirî, niyeta beramberî hev a çeker, psîkolojî û atmosfera erênî amade bû. Deqeya dawiyê serokkomarê tirk Erdogan got ku ez ne wê maseyê, ne jî peymana wê maseyê nas dikim û her tişt serûbinî bû.

We tirê dîrok careke din 3’yê adarê de dubare bû û seroka partiya ÎYÎyê Meral Akşenerê piştî biryara diyarkirina endamê serokkomariyê yê maseya şeşber (şeşalî) ji nişkê ve derket got ku ez tevî biryara pêncber nabim, ez şaredaran weke berendamê maseya şeşber pêşniyar dikim û maseya şeşber tar û mar kir. Rûxandina her du maseyan jî hem ji aliyê îdeolojîk-siyasî û hem jî ji aliyê teşeyî ve gelek dişibe hev.

Di sala 2015’an de Erdogan li ser projeyeke xapandin û ewiqandinê her tişt ava kiribû. Tu car niyete wî ya çareseriyê çênebûbû. Wî di şerê îktidarê de ji bo armancên xwe weke bêhnstandinê dinirxand, kurd diewiqandin. Jixwe dîtibû ku ji aliyê siyaseta demokratik ve jî êdî nikare pêşiyê li kurdan bigire, rûxandina maseyê ji bo wî firseteke zêrîn bû. Plan û projeyên dewletê yên li dijî kurdan bi AKP’ê re li hev dikir, pê re her du aliyan jî li ser peymaneke veşartî li hev kir. Rûxandina maseyê jî bû lûtkeya wê. Yanî xapandin, ewiqandin û pêkanîna planên veşartî esasê rûxandina maseya 2015’an bû. Her wiha ev amadekariya damezirandina faşîzma bi pêşengiya AKP’ê bû. Pê der pê hîmê rejîmeke rêgezperest, dijkurd û faşist hat danîn.

Bi dek û dolabên koalisyona MHP, Ergenokon, avrasyayî, dewleta kûr nizama faşist li dar xistin, bi makaqanûnê mohr kirin. Li her derê yekperestî lê bû, hiqûq û qanûn tune bûn. CHP’ê destê partiya ÎYÎ girt, heyî kir. Şeş partiyên ji vê faşîzma yekperest ne razî bûn, li dora maseyekî li hev civiyan ku li ser hin esasan polîtîkayeke ji bo pêşeroje Tirkiyeyê pêk bînin û bi bernameyekê bi hev re biçin hilbijartinan. Pariya ÎYÎ di serî de kurd weke dijmin îlan kirin û dijberiyeke tund li hember siyaseta kurd ango HDP’ê meşand. Di her nîqaşan de, di pêşengiya partiya ÎYÎ de ji HDP’ê re deriyê maseya şeşalî hişkehişk hate girtin. Seroka partiya ÎYÎ Meral Akşenerê çendîn caran siyastmedarên kurd ‘terorîst’, cihêkar û ‘kujer’ îlan kirin. Maseya şeşalî helbet maseyeke kurdhez nebû, ji yên din zêdetir derî ji kurdan re venedikir. Lê belê ji bo têkbirina AKP’ê reel polîtîk tevdigeriya. Yanî mîna Meral Aşnerê tund nebûn.

HDP ango kurd li dora maseya şeşber nebûn. Partiya ÎYÎ ji bo beşdariya HDP’ê hincet û bendên tund derxistin pêş. Ji bo dengên nijadperestan winda nekin nêzikî HDP’ê nedibû û weke webayê jê direvî. Ji serî ve heta îro partiya ÎYÎ maseya şeşber kiribû maseya qeyranê.

Ji deh caran zêdetir li hev civiyan, li ser gelek plan û bernameyên pêşerojê yên pergala parlamenter a berfirehkirî li hev kirin. Di dawiyê de qaşo rûniştin û endamê maseya şeşber diyar kirin. Du roj şûnde Meral Akşener lingekî maseyê şikestand pê li serê pênc hevparên xwe xist: “Na ez bi we re tune me.”

Bala we lê ye eynî Erdogan jî wisa kiribû, di deqeya dawiyê de ku peyman ji bo îmzeyê amade bû, wî linge maseyê şikestandibû li serê heyeta HDP’ê dabû. Di bingeha her duyan de jî tirkperestî, dewletperestî, dijminatî û qebûlnekirina kurdan heye.

Kodên Akşenerê kodên dewletê yên rêgezperest, dijminatî û faîşt in. Akşener ji kevnşopiya dewletê tê. Vê rastiya genî ew pûç kiriye. Aliyekî wê yê din jî ji MHP’ê tê. Niha jî bi bermayiyên MHP’ê û CHP’ê serê rêgezperestiya tirk dikişine ku dibêje ew ji MHP’ê zêdetir tirkperest e.

Hûn nenêrin ku dibêje em ji bo berendamên kifşkirî ji maseyê rabûn. Ev gişt hincet in. Hesabekî wan heye ka em ê lê binerin wê çi jê derkeve? Ya dixuyê aysberga li ser avê ye. Ka binê avê, bine kayê de çi heye wê paşê diyar be. Lê ya em pê haydar in ev e; kîjan hesab dibe bila bibe dijkurd e.

Divê ev rastî jî neyê jibîrkirin partiya ÎYÎ û Akşenerê xwe kiriyeke nav qeyaraneke du serî; hevraz here bavo ye, berjer were dayê ye. Ka wê kîjanî/ê dilxweş bike? Dibe ku di nav lingê bavo û dayê de jî bimîne.

Têkoşîna gelê kurd ew anîne vê merheleyê. Çi dikin, çawa dikin nikarin ji nav derkevin.

Heta vê derê gotara min a li ser înternetê ya Welat a vê hefteyê ev bû. Akşener hê venegeriyabû ser maseya şeşber. Sibetira ku min ev şande maila rojnameya Welat, hema wê rojê ji nişkê ve vegeriya ser maseya şeşalî. Ev yek ew agahî bû ku ji xeynî aktorên eleqadar her kes şok kir. Ev çi manewra bû, çi reqsa oryantal bû kesekî tiştek jê fêm nekir. Di êvara heman rojê de çû tevî biryara diyarkirina namzetê serokkomariyê bû. Li wê derê jî manewra hatin zivirandin. Helbet encam jê derket û gihiştine encameke hevpar.

Ji bo vê nivîsê bi encam bikim ez ê kurt bibirim ji ber ku du mijar ketin nav hev û bixwaze nexwaze hinekî dirêj bû. Dixwazim vê bejim, bi vegera Akşenerê re nêrînên min neguherîn. Heta dikarim bejim ku hê xurtir bûn. Akşêner noxteyeke reş e, di binê wê noxteyê de gelek alavere-dalavêreyên tarî hene. Tiştê li ber çavan dixuyê ev e; ji bo rewş û mehcûbiyeta ketiye nav manewrayek kir. Lê binê vê plana vegerê de çi heye tam nayê zanîn. Mirov dikare vê beje; çi ew ji maseyê rakir, di binê vegera wê de ew niyet heye.

Encam çi dibe bila bibe Akşenerê û partiya ÎYÎ xwe bi destê xwe rûmeta siyasî winda kir. Manewrayek kir, pê lîst lê manewraya wê haveyn negirt, di destê wê de teqiya. Lê bi manewraya vegerê hesab dike ku çi çû, çû bila yê mayî neçe. Jixwe erebeya wê dar e, ji vir şûnde me çi lê bar kir jî kar e.

Ji roja 6’ê sibatê şûnde êdî rewşeke ji berê cudatir heye. Rastiyek jî heye êdî ji vir bi şûn de Akşener pir bi xeter e. Ji her lîstik, her dek û dolaban re heta dawiyê vekiriye. Kingê û wê çi bike ne diyar e. Noxteya reş ev e.

Siyaseta demokratîk a kurdan ji ber kesayeta Akşêner û partiya ÎYÎyê ji perspektif û planên wan haydar e û baş dişopîne. Divê ew çend jî ji bo pêşerojê baldartir be.

Nûçeyên Têkildar