Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Zekî Şengalî

 

Em ketin yekemîn salvegera şehadeta Zekî Şengalî. Salik berê dewleta TC ya qirker bi belafirên xwe yên şer bi êrîşeke nizmokî Zekî Şengalî qetil kirin. Çawa ku Sakîne Cansiz bi êrîşeke xayînî li Parîsê hat qetilkirin û Rêber Apo ev qetilkirina Cansiz wekî komkujiyeke duyemîn a ‘Komkujiya Dêrsimê’ pênase kir, qetilkirina Zekî Şengalî jî wekî Fermana 74’an a Êzidiyan derbasî dîrokê bû.

Qetilkirina Zekî Şengalî ne tenê ji bo kurdên êzidî yên li Şengalê dijîn, ji bo hemû gelê Kurdistanê diha wateya windahiyeke mezin. Jiber vê yekê qetilkirina Zekî Şengalî ya ji aliyê dewleta qirker û mêtinger a TC kîna gelê Kurdistanê bi qatekî din zêde kiriye û hêrsa gel kûrtir kiriye.

Ji bo kurdên êzidî qetilkirina Zekî Şengalî dihat wateya windakirina rêberekî xwe, ji bo gelê Kurdistanê jî valahiyeke mezin afirand. Jixwe wekî armanc bijartina Şengalî ya ji aliyê dewleta qirker a TC ve sedema vê rastiyê ye.

Dibeku dewleta qirker a TC bi qetilkirina Zekî Şengalî ji xwe re bêje qey ew gihiştine armanca xwe, bi ser ketine. Jixwe piştî êrşa bi nizmokî propagandaya ku kirin û “qêrînên kêfxweşiyê” vê yekê dan xuyakirin. Lê belê bi qetilkirina Zekî Şengalî ve negihiştin armanca xwe ya esasî. Civaka Êzidî li Zekî Şengalî û ew têkoşîna wî ya bi hesteta azadî û demorasiyê xwedî derket. Wisa bû ku Zekî Şengalî di dilê civaka êzidî de textekî ku dê qet neyê hilweşîn û hişmendiyeke da avakirin. Ev jî gelekî xwezayî ye û jixwe encameke ji derveyî vê rewşê jî nepên bû.

Zekî Şengalê hemû jiyana xwe bexşî Têkoşîna Demokrasî û Azadiya Kurdistanê û di vê rastiya têkoşînê de jî bexşî azadî û rizgariya civaka êzidî kiriye. Jiber vê yekêye ku hemû bedelên ku bên dayîn jî li ber çavan girtiye û tevlibûna xwe ya têkoşînê pêk aniye. Li van çiyana jî di destpêkê de kurdê xwe Sîpan, piştre jî ji xwarz û biraziyên xwe ku Xanê jî di nav de gelek xizên xwe şehîd daye. Wekî qada jiyanê jî Kurdistan û di nava civaka êzidî mayîn tercih kiriye. Ji bilî van tu jiyaneke din qebûl nekiriye. Ew çeteyên DAIŞ’ê yê ku bi piştgiriya dewleta qirker a TC û ji bo xizimet û qirêjiyên wê pêk bîne dema ku êrîşên dagirkeriyê li dijî Şengalê kirin ku Fermana 73’yan pêk anî jî Zekî Şengalî ligel gelê xwe cih girt. Ji bo bi dawîkirina dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê ya li Şengalê, din ava şertên dijwar ên tî û birçî, germa û serma, şilî û herî her tim bi gelê xwe re di berxwedanê de bû. Fedakarî û lehengiyên mezin nîşanda. Bi van taybetmendiyên xwe ji berxwedana Şengalê re pêşngî kir û bi mayina di hişê civakê de derbasî dîrokê bû.

Dewleta qirker a TC bi qetilkirina Zekî Şengalî xwestiye vê rastiyê ji hişê civakê û dîrokê paqij bike. Lê belê ev yek bi ser nexistiye. Civaka Êzidî navê Zekî Şengalî li zarokên xwe yên nû ji dayik bûne kirine, ew cihê ku lê maye, jiyaye, têkoşiyaye di asta pîroziyê de qebûl kirine. Ji bo wî helbest, zêmar û stran hatin gotin. Ew mîrateya ku li şûna xwe hiştiye lê xwedî derketin, ew ala têkoşînê dewr girtin, gihiştina armancên wî ji bo xwe weke pêywireke ku nayê taloqkirin û teqez divê bi ser bikeve dîtin û ew azadiya ku îro di nav dene, lêgerînên ji bo avakirina rêxistiniya jiyaneke demokratîk, têkoşîna wan jî rastiyeke wiha îfa de dike.

Civaka êzidî, yekemîn salvegera şehadeta pêşengê xwe Zekî Şengalî bi rastiyeke wisa pêşwazî kirin û pê re bûn yek. Bi vî rendî civaka êzidî bi peyamên xwe; ‘Her çiqas we bi fîzîkî Zekî Şengalî ji nav me girtibe, wî, fikrên wî, têkoşîna wî û ew armancên ku dixwest pêk bîne hûnê qet nikaribin tune bikin’ rastiyeke wiha pir bi zelalî dida dewleta qirker a TC.

Qetilkirina Zekî Şengalî di rojeke ku di Têkoşîna Demokrasî û Azadiya Kurdistanê de xwedî girîngî û teybetmendî ye û ji aliyê civaka Kurdistanê wekî  “Roja Vejînê” hetiye qebûlkirin ku ew roje wekî cejn tê pêşwazîkirin ku di salvegera Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê de ev pêk hatiye. Dîsa ku em li ber bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin ku bi demeke kurt piştî şehadeta fermandarê mezin Atakan Mahîr a di 11’ê Tebaxê de û bi rast hatina salvegera şehadeta rêhevalên hêja Sari Îbrahîm û Huseyîn Mahîr  pêk hatiye,

Bi van aliyên xwe jî roja gihiştina şehadetê Zekî Şengalî bi rêhevalên xwe re meşa Demokratîk û Azadiya Kurdistanê berdewam kiriye.

Zekî Şengalî dê di dil û hişê hemû civakên Kurdistanê û rêhevalên xwe de her bijî.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar