Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Zellandaya Nû beşdarî welatên rewşa awarte ya Avhewayê ragihandine dibe

Piştî ku Serokê Partiya Karker  Jacînda Ardern di hilbijartina 17’ê Cotmehê de tena serê xwe bû îqtidar ragihandiye ku ew ê hefteya bê rewşa awarte ya avhewayê ragihînin

Navenda Nûçeyan

Seroka Dewletê û ya  Partiya Karker Jacinda Ardern ragihand ku ew ê hefteya bê roja çarşemê rewşa awarte ya avhewayê ragihînin.

Adern da zanîn ku ew ê hefteya bê roja çarşemê biryarê ragihînin, di daxuyaniya ku di televizyona dewletê TVNZ’yê de  diyar kir ku, “ Me guhertina avhewayê her tim ji bo herêma xwe wek metirsiyek mezin dîtiye loma divê em tavilê ji bo vê biryarê bikevin nav livûtevgerê.”

Astengî ji holê rabûn

Hikumeta Partiya Karker ev sê sal e bi  Partiya Kesk û Partiya populîst ya  Fîrst Zellanda ya Nû re  koalîsyonê dike. Dema Adern di sala 2017’an de nû hatibû hilbijartin ji Partiya Kesk James Shaw wek Wezîrê Avhewayê tayîn kiribû.

Hikumeta koalisyonê ji bo sala  2050’yan biryara hedefa sifir karbonê tevlî qanûnan kiribû  û komîsyona serbixwe ya avhewayê  saz kiribû. Zellandaya Nû rê li ber hin polîtîkayên kesk ên  mîna pêşniyarkirina bacên ji bo otomobîlên bi sotemeniya bi fosîl a îthal, pakêtên alîkariyê yên ji bo wesayîtên bi ceryan û ragihandina rewşa awarte ya avhewayê hatibû girtin.

Peymana hevkariyê

Lê piştî ku Partiya Karker tena serê xwe bû îqtidar tu astengî li ber wan nema. Her çend ku partî tena serê xwe îqtîdar be jî  lê bi Partiya Kesk re li ser peymana hevkariyê  li hev kirine.

Tevlî welatên din dibe

Adern di daxuyaniya xwe ya di televizyonê de wiha got: “Mixabin me di parlamentoya serdema dawî de derbarê rewşa awarte ya avhewayê de tu pêşniyazname pêş nexistiye, lê niha em dikarin bikin.”

Heke Hikumeta Zellandaya Nû rewşa awarte ya avhewayê ragihîne, ew ê tevlî welatên mîna Kanada,Fransa,Qraliyeta Yekbûyî û Japonyayê bibe ku ev welat jî ji bo têkoşîna bi guherîna avhewayê re li ser heman riyê ne.

Ligel ku tu aleqeya ragihandina rewşa awarte bi hevgirêdana welatan tune ye lê ev biryar  van welatan li ser heman armancê  digihîne hev.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar