Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Zerîn Rûken: Em di kêliya azadiyê de ne

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Zerîn Rûken diyar kir ku têkoşîna wan her roj û her kêlî ye û wiha ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî wiha got: “Em di kêliya azadiyê de ne.”

Navenda Nûçeyan |

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Zerîn Rûken 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.

Zerîn Rûken têkildarî 25’ê Mijdarê diyar kir k udi vê deme de li dijî her cure tundiya desthilatdariya bi serweriya mêr, jin bi her awayî li ser pêyan e û wiha got: “Ji destpêka sala 2021’ê û vir ve bi hişyarbûn û pêşengiya jinan li her devera cîhanê guhertinek bi rengê jinan pêk tê. Ev hişyarbûn nîşan dide ku jin bi gaveke din nêzî azadiyê bûne. Jin di azadkirina Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê de bi roleke girîng radibin. Jin li her devera Kurdistanê bi ruhê raperînê yê mezin pêl bi pêl pêşengiyê ji şoreşa Rojhilata Navîn re dikin.”

Dema dema azadiyê ye

Rûken da zanîn ku pêngava ‘Dema parastina civaka azad û jin a azad e’ ku ji aliyê jinên kurdistanî ve li Şengal, rojhilat, başûr, rojavayê Kurdistanê û Ewropayê li dijî faşîzma mêr û dewletê hat destpêkirin, her wiha çalakiyên ‘dema azadiyê ye’ bi xwedîderketineke mezin li cîhanê tê pêşwazîkirin û ev tişt anî ziman: “Her wiha berxwedana gerîlayên azadiyê û çalakiyên jinên kurd ên li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê, piştgiriyeke xurt ji jinên cîhanê werdigirin. Ez di wê baweriyê de me ku 25’ê Mijdarê ya îsal dê ji aliyê çalakiyên têkoşîna li dijî tundiya jinan li gorî salên derbasbûyî hîn bi xurtî derbas bibe. Ji ber ku di nava jinan de ‘ruhê hevpar, hest, mejî û daxwaza ji bo cîhaneke azad xurt dibe’. Ji ber ku jinan di nava tevahiya salê de bi rêxistiniya xwe li ber qirkirina jinan rabûn.”

Zerîn Rûken destnîşan kir ku xeta azadiyê ya jinan êdî tê dîtin û wiha axivî: “Em di serdema şoreşan de ne. Em dibînin ku rengê grî ji ser cîhanê diçe. Di serdema azadiyê ya jinan de dê gelek şoreş pêk werin. Ev serdem serdema azadiyê ye.”

Ev desthilatdariyên qirêj dê bên guhertin

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê bal kişand ser girîngiya xurtkirina rêxistinî û xweparastina jinan û wiha domand : “Em jin divê çareseriyê li derveyî dewletê bibînin û berê xwe bidin têkoşînê. Rastiyeke jinan a di asta global de xwe bi rêxistin kiriye, wê van desthilatdariyên qirêj û avaniyên wan biguherîne. Sîstema mêr a hegemon ku bûye belayê serê mirovahiyê, polîtîkaya tundî, destavêtin, destdirêjiyê her roj dimeşîne. Em dikarin bêjin ku hesabpirsîna ji vî mêrê zordar qirêj dîrokî ye.”

Divê têkoşîneke hîn xurtir a jinan bê meşandin

Di axaftina xwe de Zerîn Rûken anî ziman ku netewe dewlet û hemû dewletên ku rûyê serwer ê mêr û faşîst e, ji komkujiya bi milyonan mirovî û jinan berpirsyar in û wiha pêde çû: “Desthilatdariya dîktatoriyan hemû fdaşîst e, dagirker e, komkujer e. Di polîtîkayên dijminatiya li civakê, azadiyê û jinan de mîna hev tevdigerin. Lewma yê ku serkêşiyê ji polîtîkayên şer, tundî û zexta desthilatdarî û dewletên li Rojhilata Navîn re dike, dewleta tirk e û desthilatdariya wê ya AKP-MHP’ê ye.

Li tevahiya cîhanê, li dijî van polîtîkayên dijminê jinan, divê em li her cihî, li Rojhilata Navîn, li Tirkiyeyê, li Îranê, li rojhilatê Kurdistanê tevgerên jinan têkoşîna hevpar û yekitiya xwe xurtir bikin.

Dem hatiye ku li nava civakeke azad, weke jinên azad şert û mercên jiyana demokratîk ava bikin. Em xwedî wê huner û hêzê ne ku bi her zindî, bi her kesî, bi her jinan re bijîn.  Em jin ew civak in ku zîhniyeta neteweya demokratîk jiyan e. Lewma jî em dibêjin ‘Li dijî qirkirina jinan dem dema parastina jin a azad û civaka azad e’. Têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan dê faşîzmê hilweşîne.”

Têkoşîna me her roj û her kêliyê ye

Rûken diyar kir ku cîhan ji jiyaneke bêtundiyê re amade ye û ev tişt vegot: “A pêwîst ew e ku em jin; bi rêxistiniya xwe, bi îrade û fikrên xwe yên azad nîşan bidin ku ji pêşengiya vê yekê re amade ne. Divê em zanin ku wê ‘enkî, şaman û mêrên bi fikra dewletê’ timî derkevin pêşiya me, li gorî vê têgihiştinê em rêxistinî û parastina xwe xurt bikin û bêrawestan têkoşîna xwe dewam bikin. Jin a şer dike jina bedew e, jina bedew jî jina azad e. Weke jinên xwedî îrade û wêrek, em şer bikin, bedew bibin û azad bibin. Ber bi civakeke bêşer û bêtundiyê ve em bêjin JIN, JIYAN AZADÎ.”

Zerîn Rûken destnîşan kir ku tundiya li dijî jinan bi bername, polîtîka û stratejiyên berfireh, demkurt û demdirêj ji holê dikare bê rakirin û got ku ji ber vê yeke têkoşîna me her roj û her kêliyê ye.

Em di kêliya azadiyê de ne

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Zerîn Rûken bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Ev yek weke êrîşeke qirkirinê ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP’ê ve li ser tevahiya Kurdistanê weke şerê dagirkeriyê tê meşandin.”

Rûken destnîşan kir ku gelên cîhanê îro ji bo azadiya Ocalan li ser pêyan e û wiha domand: “Dibêjin ku divê azad bibe. Jin li ser pêyan in. Têkoşînê mezin dikin. Di sedsala 21’ê de dem ew dem e ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe. Ev yek teqez rast e. Em di kêliya azadiyê de ne.”

Her wiha Zerîn Rûken axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em di mehên dawî yên sala 2021’ê de ne. Jinên kurd, li dijî qirkirina civakê û jinan, li hemberî sîstem û zîhniyet faşîst a serwer di nava hesabpirsîneke kûr de ne. Gerîlayên jin jî dîrokê li gorî vê rastiyê jinûve dinivîsînin û tolê ji şaristaniya faşîst a bi serweriya mêr hiltînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar