PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Zêrîngirên Silêmaniyê

Li Silêmanî nêzî 70 sal in pîşeya zêrîngirtî tê kirin. Zêrîngir ji bo çêkirina parçeyek zêrê hatî destnîşan kirin westanek zêde dibînin û ev kar jî di çend qonaxek re derbas dibe. Lê ji ber anîna zêrê amade ji derve, zêrîngir bi fikarin ku pîşeyê wan wenda bibe

Dîroka zêrîngirî wek pîşe li Silêmanî digihe salên 1950’yan ku ji aliyê cihuyan ve ev pîşe hatiye bajêr û ta niha jî berdewam dike. Lê belê kirîn û firotina zêr dîrokek xwe ya kevin heye.

Di destpêka derketina vî pîşeyî de zêrîngiran qalibên zêr ji Inglîzan dikirîn. Kîloya wê bi 415 dînarên Iraqî dikirin û baca wê jî jê wedigirtin. Ev rêbaz ta sala 1982’an hatiye bikaranîn. Piştî wê bazirganan bi xwe qalibên zêr ji Îran, Dubai û Tirkiye anîn sud jê wergirtin. Niha jî heman rêbaz bikartînin.

Şêwazê çêkirina parçeyek ciyewaz ya zêr li gel guherîna amêran guhertin bi ser de hatine. Di berê de zêrîngiran tevayî karê xwe bi dest û amêrên ne pêşketî çêdikirin. Lê bi pêşketina teknolojiyê re zêrîngir amêrên cûr bi cûr yên pêşkeftî bikartînin.

Çêkirina parçeyek zêr di çend qonaxekî cûda cûda re derbaz dibe heya ji bo firotinê amade dibe. Di destpêkê de di vê yan qalib li berdest hebe, yanjî sud ji parçe zêrên xirab bûyî ku zêrîngiran ji welatiyan kirîn werbigrin.

Ger qalibê zêr li berdest nebe, parçeyên zêr dixin hindirê amêrek ku ji axê hatiye çêkirin jêre tê gotin Bute, piştre ev bute tê xistina nav agirek ku pileya germahiya wê 800 ta 900 pileyan germe, ji ber herdu madeyên Bure û Tene zêr dihele.

Piştî helandina zêr, dest bi diyarkirina eyara zêr tê kirin. Ev yek jî bi têkelkirina zîv û sifir çêdibe. Zêr tê dabeşkirina bi ser zêrê eyar 18, 21 û 24 da. Çiqas rêjeya zêr zêdetir be eyara zêr jî bilindtir dibe û nirxê wê jî girantir dibe. Lê teniktir û naziktir dibe.

Piştî helandin û ji hev cûdakirinê zêr tê xistina nava qalibek hesin, pişte jî qalib tê xistina nava avê de ji bo sar bibe. Piştre carek din ew qalibê zêr tê germkirin û bi amêrek ew zêr ji qalib tê kişandin ku ji wê amêrê re tê gotin amêra kişandina zêr. Ev amûr ji du beşan pêk hatiye. Beşek alîmînyome, beşa dinjî têl e. Gelek caran ev zêr tê kişandin heya ku zêr tenik dibe û amade dibe ji bo çêkirina parçe zêrê ku hatî xwestin.

ROJ News

Di dema çêkirina vê raportê de zêrîngirê bi navê Kawe mijûlî çêkirina zêrekî bû. Di destpêkê de zêr bi awayek biçûk parçe parçe dikir û dixist qalibên cûda û şêwazên ciyewaz da. Ji bo bi hevekirinê jî parçe zêrên din bi ser de di heland.

Piştre zêr di qonaxa şiştinê re tê derbaz kirin û ew reşahiya ku di dema germkirina zêr de çêdibe jê diçe û bi rengekî ciwan di biriqe. Piştî çend ciwankariyekî din zêr ji bo firotinê amade dibe.

Niha ji bilî berhemên navxwe ji welatên wek Dubai, Îran û çend welatek din zêrê amade tê Herêma Federal a Kurdistanê. Anîna zêrê amade ji derve, li cem zêrîngiran bûye cihê fikaran û bandorek nerênî li ser pîşeyê wan dike. Divê der barê de Zêrîngirê bi navê Celal Lesur, got: “Bazirgan ji welatên din zêr tînin Herêma Federal a Kurdistanê, ev yek jî wisan kiriye ku pîşeyê me heya radeyek lewaz bikeve.”

Ji dervey vê pîşeyî, piraniya pîşeyên kevnare ku bi dehan salin bûye cihê peydakirina nanê bi sedan malbatan, ji ber berhemên ji derve berbi nemanê ve çûne. Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê jî giringiyek zêde pê nade. Lê pîşewer hewildidin ku pîşeyên xwe bi parêzin ew jî bi rêya fêrkirina şagirt yan jî zarokên xwe.

Li gorî zanyariyên bi destketine, li Silêmanî jimara kesên ku pîşeya wan çêkirina zêr e nêzî 120 kes in. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar