Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Zeviyên 29 gundên Tirbespiyê şewitîn

Derdora sed hezar donim ji zeviyên çandiniyê yên şêniyên 29 gundên navçeya Tirbespiyê şewitî

Agirekî mezin bi zeviyên çandiniyê yên şêniyên navçeya Tirbespiyê ket, di encama wê de derdora sed hezar donim ji zeviyên ku bi ceh û genim hatibûn çandin, şewitîn. Tîmên agirkujiyê, şêniyan û şervanên YPG`ê û YPJ`ê destwerdan kir û di seatên êvarê de şewat vemirand.

Di destpêkê de agir bi gelek nuqteyên navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê ket, lê ji ber bayê pir, agir bi aliyê bakur û paşê bi rojhilatê navçeyê ket. Şêniyan û tîmên agirkujiyê hewl da vemirînin, lê ba bû asteng li pêşiya vemirandina agir, di encamê de Rêveberiya Xweser bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku alîkariya vemirandina agirê ku bi zeviyên çandiniyê li Tirbespiyê ketî bikin û hişyarî da ku agir negihîje stasyonên petrolê.

Di encama bangên Rêveberiya Xweser, hemû şêniyên herêmê û hemû tîmên agirkujiyê, YPG`ê û YPJ`ê beşdarî vemirandina şewatê bûn, yekîneyên parastinê dikaribûn agirê li aliyê başûrê rojhilatê navçeyê vemirînin.

Her wiha tîmên agirkujiyê û şêniyan û şervanên YPJ û YPG`ê hewl da nehêlin agir bigihîje stasyonên petrolê mîna kaziyan û saziya kehrebeyê ya Tirbespiyê û beriya ku zirar bigihîje navendan, şewat hate vemirandin.

Sed hezar donim şewitî!

Şewata li zeviyên 29 gundan, di nav de yên 18 gundan hemû şewitîn, sed hezar donim zevî şewitand. Gundên ku zeviyên wan şewitîn ev in: El Reş, Gundik Sîd, Kirdahol, Kirşêran, Xeznê, Hasûdê, Sewqiyê, Hemarê, Tayê, Xirbêt El-Bîr, Sehil, Qesrûk Mihemed Ziyab, Tenûriyê, Beyazê, Sîhê mezin, Sîhê biçûk, Lîlan, Mihetê El-Qîtar, Xerdokê, Bişêriyê, Kerê Berî, Kerdîm, Mizgeft, Xezîmok, Nebûê, Derîcîk, Meşûq, Gel Hesenak, Kerbkîl, Dîroka Qelinka.

Di encama wê de Tîmên Ewlehiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêpirsînan kir da ku sedema pêketina şewatê nas bikin.

Ev ne cara yekemîn e ku agir bi zeviyên çandiniyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikeve, berpirsên herêmê jî dibînin ku hemû şewatên ku çêbûn, hin kesan pêk anîne. Beriya niha jî çeteyên DAIŞ`ê şewitandina zeviyên çandiniyê li Sûriye û Iraqê girt ser xwe.

Her wiha hin şênî dibêjin destê hêzên rejîmê di şewatên li herêma Cizîrê de heye, şênî diyar dikin ku sedema wê ew e ku dixwazin derbeyê li aboriya herêmê bixin û fitneyan di nav şêniyên herêmê de derxin. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar