Navenda Nûçeyan
Wêneyekê ku di 10’ê nîsana 2020’an de ket çapemeniyê careke din pirsa “wijdan çiye?” anî bîra mirov. Ev wêne, wêneyê dayika Egîd Îpek ê ku cenazê wî bi korgoyê ji dayika wî re hat şandin bû. Egîd Îpek ê HPG’yî di 23’ê gulana 2017’an de, li Girê Xelasora Dersimê jiyana xwe ji dest da.
Ji cenazeyê lawê Halîse Aksoyê Egîd Îpek ê beriya 3 salan jiyana xwe ji dest dabû, tenê hestiyên wî mabûn. Ev hestî ji Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê ji Serdozgeriya Komarê ya Dersimê re tên şandin. Dozger jî cenazeyê Îpek bi riya kargoya PTT’ê dişîne Serdozgeriya Komarê ya Amedê ku malbata Îpek lê dijî. Cenazeyê ku ji Dersimê di 2’yê adara 2020’an de didin kargoyê, di 10’ê nîsanê de radestî dayika wî Halîse Aksoy hat kirin.
‘Wêneyê dawî bi lawê xwe re kişand’
Dayika ku di nava qûtiyekê de hestiyên kurê xwe werdigire, bi lawê xwe yê ku jê re digot “ji wêne kişandinê hez nakim” re wêneyê dawî dikişîne. Aksoy ji roja xwe naskir kir û vir ve jiyaneke zor û zehmet derbas dike. Aksoy a 52 salî, diyar kir ku ligel vê jî êşa wê ya herî mezin ew e ku lawê wê jiyana xwe ji dest daye. Aksoy, ji bo ku jiyana xwe ya 52 salan ji me re vebêje xwe amade dike. Aksoy, ewil laçika serê xwe, ji serê xwe dike û li şûna wê laçikeke bi kesk, sor û zer dora wê motîfan hatiye xemilandin, dide serê xwe.
Aksoy a ku li gundê Tizyan ê navçeya Artûklûyê ya Mêrdînê tê dinê, di malbateke ji 9 kesan pêk tê de mezin dibe. Aksoy, dema 11 salî bû, bi kurxalê xwe yê 15 salan jê mezintir re tê zewicandin. Aksoy, malbata xwe weke “malbateke welatparêz” bi nav dike û derbarê malbata xwe de van agahiyan parve dike: “Li gundê me her tim alên tirk dihatin daliqandin. Hinek malbat ji wan alan aciz dibûn. Tiştek dibû lê me nedizanî ka çi dibe. Dema zarokekî min çêbû, di heman demê de yê birayê min jî çêbû. Birayê min xwest navê kurê xwe bike Welat. Min jî xwest navê kurê xwe bikim Welat. Lê ji ber ku di heman malbatê de du navên weke hev nabin, min jî navê kurê xwe kir Wedat.”
‘Têkoşînê nas dike’
Di salên 1980’an de, hatin û çûyîna ciwanên di nava Tevgera Azadiyê de ya li gundê wan zêde dibe. Aksoy, bîranînên xwe yên wan salan wiha vedibêje: “Di salên 1980’an de, heval hatin gundê me. Min dizanî ez welatparêzim, lê dîsa jî ez ditirsiyam. Ez dem bi dem diketim bin bandora gundiyên ku weke dijminan nêzî wan dibûn. Ji ber vê dema birayê min hat gund, min jê xwest ku paceyên xaniyê me bi hesin bigire. Min jê re got, ‘Apocî tên gund ez ji wan ditirsim.’ Birayê min, li min keniya û got, ‘ji wan netirse, tu dikarî birehetî bêderî û bêpace rakevî.’ Heya salên 90’î ev hatin û çûyîna wan dewam kir. Êdî me ew baş naskiribûn.”
Aksoy a ku 4 kur û 4 keçên tên dinê, dixwaze beşdarî gerîlayan bibe, lê gerîla ji ber zarokên wê hene, vê daxwaza wê qebûl nakin.
Zarokan xwe bi hêviyê mezin kirin
Aksoy, diyar kir ku ciwanên dihatin gundê wan ji wê re behsa ‘wê rojekê hemû kurd azad bibin’ kirin. Aksoy 8 zarokên xwe, bi wê hêviyê mezin kiriye. Aksoy a ku ji aliyekê ve hevjînê wê tundî lê dikir û ji aliyê din ve jî bi xizaniyê re rûbirû dimîne, ji bêderfetiyê li mala dayika xwe dimîne. Aksoy, wiha qala bêderfetî û xizaniya xwe kir: “Hevjînê min rojekê hebû rojekê tune bû. Dayika min û birayên min li min û zarokên min nêrîn. Di malekê de, ji malbatekê zêdetir em dijiyan. Em carna têr û carna jî birçî radizan. Di destê min de zêrekî min mabû. Min ew hûr kir, pê xaniyek çêkir û em lê bi cih bûn.”
‘Leşker cerdevantiyê ferz dikin’
Leşker li zilamên malbata Aksoy cerdevantiyê ferz dikin û ji Aksoy a ku rastî hemû zextan hatiye re dibêjin, ‘ji xwe hevjînê te jî tune ye, bicehnime biçe ji van deran.’ Aksoy demekê li ber xwe dide û naxwaze gundê xwe terk bike. Leşkerên ku her şev bi ser gund de digirin, carna ji ber lambeyên xaniyê wê vekirîne, carna jî ji bo ku girtîne tundiyê li Aksoy dikin. Ji ber van zextan Aksoy neçar dimîne ku bi zarokên xwe re bikeve ser rêkên pênaberiyê. Leşker piştî ku Aksoy koçî Amedê dike, mala wê dişewitînin.
Aksoy bi terzîtiyê her heşt zarokên xwe mezindike, vê carê jî ji ber zêxtên hevjînê xwe mala xwe berdide û di sala 1996’an de koçî Stenbolê dike.
Zarokên Aksoy li Stenbolê, li aliyêkê polîtîkayên înkarkirina kurdan nas dikin, bi vê hişmendiyê mezin dibin û ji aliyê din jî, ji bo debara xwe bikin di tekstîlê de dixebitin. Zarokê Aksoy dibêje ‘li Stenbolê hemû wextê min di dora nanê erzan de derbas bû’ serî li xizantiya li wan tê ferzkirin radikin.
‘Tu Egîdî’
Aksoy, destnîşan kir ku dema zarokên wê têkoşîna maf didan her tim polîsan ew aciz dikirin. Aksoy pêvajoya tevlîbûna PKK’ê ya kurê xwe Egîd jî ku piştî çend salan cenazeyê wî bi kargoyê şandin wiha vegot: “Li Stenbolê henekên xwe bi navê Egîd dikirin. Min wateya navê wî jê re got. Min got ‘tu egîdî.’ Egîd di tektstîlê de karê ûtiyê dikir. Mala me her tim di bin çavan de bû. Rojekê polîsan lawê min binçav kirin. Biribûn Şaxa Miduriyeta Polîsan a Zarokan. Piştre berdan. Ewqas lê xistibûn ku min nas nekir. Dema berdan jî gotin ‘Ew careke din bikeve destê me em ê serê wî jê bikin.”
Polîs, her tim Aksoy û zarokên wê rehetsiz dikin. Malbat ji ber vê neçar dimîne ku navnîşana xwe bi guherîne û diçe li semteke din a Stenbolê bi cih dibe. Lê malbat li vê derê jî, rehet nayê hiştin û polîs her tim zextan li endamên malbatê dikin. Egîd li vê navnîşa nû jî tê binçavkirin û îşkence lê tê kirin. Egît di sala 2010’an de, hîna 15 salîbû, ji malê derdikeve û carek din paşve venagere.
‘Wan kurê min hişyar kirin’
Dayika Aksoy, diyar kir ku wan kurê wê hişyar kirin û wiha got: “Ji min re gotin, ‘Te kurê xwe şandiye çiyê.’ Lê wan kurê min hişyar kirin. Nekarî zext û zilmê rabike. Ji ber vê rêyek bi rûmet hilbijart.”
Aksoy demek dirêj rastî zextên polîsan hat, ji bo tiştek xerab neyê serê zarokên wê, vê carê mala xwe bi yek derbê li otobusekê sîwar dike û berê xwe dide navçeya Qoserê ya Mêrdînê. Aksoy li vê derê li gel birayê xwe bi cih dibe. Heya 3 mehan li vê derê dimîne û dûre tê Amedê bi cih dibe.
Aksoy bi zarokên xwe re malekê digirin û tê de debara xwe dikin. Keça wê ya herî biçûk Şînda jî, ligel temenê xwe yê biçûk jî, li dijî zilma li kurdan tê kirin, berê xwe dide çiyê û tevlî rêxistinê dibe.
‘Neheqî qebûl nedikir’
Aksoy, bîranînên xwe yên bi keça xwe Şînda re jiyan û jibîr nekirine, wiha vedibêje: “Di tekstîlê de, dest bi kar kiribû. Rojekê pereyê wê dixin destê wê û paşve dişînin malê. Ji kar hatibû qewirandin. Ji ber ku li dijî neheqiyê derketibû ji kar avêtibûn. Bêheqî qet qebûl nedikir.”
Aksoy, da zanîn ku li Amedê jî, polîsan bi dehan car ji ber zarokên wê, bi ser malê de girtin û wiha bilêv kir: “Keça min Şînda 16 salî bû. Lê di nava heftiyekê de çend caran dihat binçavkirin. Keça min her tim ji ber serdegirtinên polîsan di xewê de vediciniqî. Rojekê ji xew şiyar bû û got; ‘Min Egîd di xewna xwe de dît.’ Piştî vê ji malê derket û carek din paşve venegeriya. Sala 2014’an bû. Keça min carek din nehat. Şînda keça min a biçûka malê bû. Delaliya ber dilê me hemûya bû. Min qet ne difikirî ku wê rojekê here û li min venegere. Dewlet çawan Egîd hişyar kir, wisan jî Şînda hişyar kiribû.”
Tişta ku herî zêde Aksoy pê xemgîn dibe, hevnedîna Egîd û Şînda ye. Egîd û Şînda li cihê ku diçinê jî hev nabînin û ev weke kûl di dilê dayika Aksoy de ma ye.
‘Ji serdegirtina malan bêzar bûne ‘
Aksoy, anî ziman ku disala 2015’an de, serdegirtinên mala wê pir zêde dibin û wiha pê de çû: “Deriyê min dişkandin û diketin hûndir. Êdî rewş wisan bibû min her hefte kîlîda derî diguhert. Ji bo ku deriyê min neşkînin, min ber bi derîve baz dida, lê berî ez bigihim derî dîsan dişkandin. Êdî em ji serdegirtina malê bêzar bûbûn.”
Aksoy, dest nîşan kir ku kurê wê Egîd Îpek di sala 2017’an de jiyana xwe ji dest da û wiha rêz kir: “Min ji televîzyonê agahiya şehadeta kurê xwe girt. Ji bo ku cenazayê kurê xwe bigirim, ez ewil çûm Dersimê. Dûre çûm Meletiyê û Stenbolê. Piştre dîsa çûm Dersimê. Ji bo ku cenazeyê kurê xwe bigirim, ez 3 salan sazî bi sazî geriyam. Lê herî dawî cenazeyê kurê min, di kargoyeke PTT’ê de, ji min re şandin. Min cenazeyê kurê xwe bi vî awayî teslîm girt.”
‘Pakêta hestiyên kurê xwe da ber singa xwe’
Aksoy, tiştên di 10’ê nîsanê de jiyan bi van gotinan vegot: “Par li me geriyan. Gotin, ‘cenazeyê wê di destê me de ye.’ Ji bo hestiyan DNA’yê xwestin. Dûre dîsan li me geriyan û vê carê jî gotin, ‘dosyeya we heye.’ Herî dawî dema li me geriyan, gotin ‘Emanetekê we heye, herin edliyê û bigirin.’ Ne gotin emanetê we çiye. Li ser vê yekê ez çûm edliyê. Rayedarên li wê derê ji min re gotin, ‘hestiyên Egît Îpek hatin’ û pakêta hestiyên wî tê de bûn nîşanî min da. Di wê kêliyê de min got qey ez mirim. Pir hirs bûm. Min xwest ji wan re bêjim hûn qatilin. Lê min nexwest ez serê ciwanê bi min re hatibû bixim belayê. Ji ber vê bêdeng mam. Min pakêta hestiyên Agît tê de, da ber singa xwe û ji wir derketim. Lê ji ber ku ez wisan bêdeng ji wê derê derketim, ez xwe efo nakim.”
‘Xew lê min herimandin’
Aksoy, diyar kir ku destûr nehat dayîn ku cenazeyê kurê xwe bi wacîbeyên olî defin bike û wiha lê zêde kir: “Ez jinek bawermendim. Min dixwest ez kurê xwe ligel wacîbeyên olî defin bikim. Lê destûr nedan vê yekê. Ji ber vê yer şev kurê min tê xewna min. Pakêta ku min hembêz kir, cenazeyê kurê min bû. Min herî dawî li cenazeyê kurê xwe mêze nekir. Min hestiyên wî nedîtin. Destûr nedan ku mela jî were, ser cenaze. Min hestiyên kurê xwe di wî kîsê qirêj de spart axê. Hin caran dema tê xewna min, ji min re dibêje, ‘Dayê ez naxwazim bikevim vê gorê.’ Piştî vê xewnê, dikim û nakim xewa min nayê.”
Dayik Halîs Aksoy a ku herî dawî polîs bi hinceta “îxbar heye” bi ser mala wê de digirin û bi lêdanê binçav dikin, wiha qala berxwenda xwe kir: “Bi salan, di nava xizantiyê de min li ber xwe da. Ligel vê yekê min li hemberî dewletê serê xwe ne tewand. Min pir êş kişand. Lê êdî ez natirsim.”
Aksoy ji bo pirsa “Ligel evqas êş û azar, hîna çawan dikarin li ser piyan bimînî” jî ev bersiv da: “Dayikên kurd, ji bo zarokên xwe li ser piyan dimînin. Dilê wan dişewite, lê zarokên wan hêz û qûwetê didin wan.”
‘Her di bîra min de ne’
Herî dawî Aksoy ev peyam da: “Dilê min dişewite. Zarokên min bi şerefa xwe çûn. Lê dîsa jî, dema ez xwarinê dixwim, dimeşim, radizêm û li televîzyonê mêze dikim her tim tên berçavên min. Ez qet wan ji bîr nakim. Her di bîra min de ne. Lê divê em li dijî vê dijminantiya li ser me tê meşandin, her tim berxwedana xwe mezin bikin. Em neçarin ku li ber xwe bidin û têbikoşin.”AMED