Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Zextê li YNK’ê dikin

Li ser kurdan û Kurdistanê planek bi destê Tirkiyeyê bi hevkariya hin aliyên navxweyî tê gerandin û vê carê armanca sereke YNK’ê ye. Ji 28’ê çileya 2024’an heta nivîsandina vê gotarê, ji serokê MÎT’ê bigire heta wezîrê parastinê û sererkanê artêşa tirk serdana Hewlêrê kirin û bi serkirdeyên PDK’ê re civiyan.

Piştî serdana serokê MÎT’ê ji Hewlêrê re dîmenên pêşwazîkirina serok û berpirsên PDK’ê li wezîrê parastinê Yaşar Guler û sererkanê artêşa tirk belav bûn. Wekî ku bûyereke pir baş û bi ser bilindî be, dezgehên çapemeniyê ketin dewrê û pesna ku vaye serokan, pêşwazî li wezîran kir, dan. Tevî li derve bertekên hemû kurdan hebûn, lê PDK’ê wekî ku vê yekê di xizmeta Kurdistanê de dike xwest bide nîşandan. De îjar xizmeta bi dewleta tirk re wê çi xizmet be, kurd vê yekê êdî dizanin.

Em werin ser xala sereke ku dîmenê vê planê temam dike. Wezîrê karê derve yê hikûmeta tirk Hakan Fîdan di nîvê meha çileyê de li parlamentoya Tirkiyeyê, di destpêka sibatê de jî bi taybet piştî hatina Îbrahîm Kalan a Hewlêrê, gef li YNK’ê xwar û aşkera kir ku ger ew alî danûstandinên xwe yên li gel PKK’ê qut neke, ew ê li hember wê gavên tund bavêjin.

Bi van hatinên berpirsên tirk ên li Hewlêrê, şandeyeke PDK’ê serdana Silêmaniyê kir û bi YNK’ê re civiya. Gotin gelek mijarên civînê hebûne lê pirs ev e; gelo vê şandeyê nameya dewleta tirk ji YNK’ê re anî? Ji YNK’ê re gotin çi û çi ji YNK’ê xwest? Gelo jêre gotin ku dewlet tirk çawa êrîşî Rojava dike ger hûn bi ya wê nekin ew ê êrîşî Silêmaniyê jî bike?

Aciziya dewleta tirk û tevgera wê ya li dijî YNK’ê li aliyê din, bi taybetî piştî hilbijartinan û dengên zêde yên YNK’ê li Kerkukê bi dest xistî, çêbû. Ji ber li Kerkukê, dewleta tirk bi her awayî dixebitî û komên ser bi Tirkmenan ve destek dikirin, pê kurd ditirsandin, da nasnameya kurdî li wir ji holê rake. Lê hatina gel hev a kurdistaniyan û kombûna li dora YNK’ê, encamên kurdî anîn û rengê Kerkukê derxist ortê.

Helwesta YNK’ê ya li ser mîrasa Mam Celal Telebanî ku dimeşe, destê kurdan di gelek aliyan de xurtir kiriye û lewma dixwazin bi her awayî zextê lê bikin û qels bikin.

Kî çi dibêje bila bêje, lê dewleta tirk niha hemû hêza xwe ji bo YNK’ê teslîm bigire xistiye tevgerê. Ne dûre çawa rojavayê Kurdistanê bi her awayî û cihên xizmetê tên bombebarankirin, dewleta tirk li Silêmaniyê jî vê bombebaranê bike. Di 26’ê çileya 2024’an deli stasyona Kor-mor a gazê ya li herêma Silêmaniyê ku elektirîkê li milyonan mirov belav dike êriş çêbû û gotin bi deronên nenas hatiye kirin. Dibe ku ev êrîş jî bi destê dewleta tirk be. Dewleta tirk vî rêbazî wekî zext niha bi kar tîne.

Dema min ev mijar û bûyer rêz dikirin û bi hev ve girêdidan, 6 Tebaxa 1996’an dema Sedam Husên û PDK’ê lihevkirin û li dijî YNK’ê ketin tevgerê û ketin Hewlêrê hat bîra min.

Nûçeyên Têkildar