Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Zextên li ser girtiyan her roj zêdetir dibin

Parêzer Zekî Bînbîr diyar kir ku li Tirkiyeyê girtiyên siyasî hemû dibin hedefa binpêkirina mafên mirovan de ne û wiha got: “Bi taybetî mafên jiyan û tenduristiyê têne binpêkirin. Bi taybetî pirsgirêkên li girtîgehan her roj hîn bêhtir zêde dibin. Girtiyên siyasî yên ku 30 sal in girtî ne bi biryarên kêfî nayên berdan.”

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê pêkanînên faşîzma 12’ê Îlno li girtgehên bakurê Kurdistanê û Turkiyeyê pêk tîne û girtgeh veguherandine êşkencexaneyê. Li girtîgehên dewleta Tirk binpêkirina mafên mirovan, zext û kiryarên kêfî yên li dijî girtiyan her roj zêde dibin. Parêzer Zekî Bînbîr anî ziman ku heta niha nêzî 400 girtî bi rengekî kêfî nayên berdan. Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Zekî Bînbîr ji ANF’ê re axivî û got, “Li hemberî girtiyên siyasî bi destê dadgeriyê astengiyek tê danîn. Ev astengî jî bi rêya ‘Desteya Çavdêriya Îdarî’ tê kirin ku di sala 2020’î de kete meriyetê. Beriya her tiştî divê mirov qanûna înfazê nîqaş bikin. Ji roja ku qanûna înfazê ketiye meriyetê û vir ve heta niha 32 caran hatiye guhertin, lê aramî pêk neaniye. Bi guhertina ku di Adara 2020’î de hate kirin erkên berfireh ji rêveberiyên girtîgehan re hate dayin. Bi vê erkê re kesên ku cezayên wan qediyane jî bi beyanên kêfî nayên berdan. Weke komeleyê têkildarî vê yekê em dixebitin. Heta niha nêzî 400 girtiyên ku divê bi şert bêne berdan, bi hincetên kêfî ev mafê wan nayê dayin, nayên berdan.”

Înfaza girtiyan bi biryarên kêfî tê taloqkirin

Bînbîr anî ziman ku ‘poşmanî’ li girtiyan tê ferzkirin û got, “Di vê mijarê de rêveberiya girtîgehê zexteke giran dike. Bi taybetî li hemberî girtiyên ku 30 salan girtî ne tê bikaranîn. Beyanên neşênber ên ku di qanûn û destûra bingehîn a Tirkiyeyê de cihê xwe nîne, weke mijara sûcdarkirinê têne bikaranîn û înfaza girtiyan tê taloqkirin. Biryarên ku dide li dijî destûra bingehîn e. Ev rewşa ku bi serê girtiyan ve tê, mixabin bandorê li malbatên wan jî dike. Ya rojek beriya bêne berdan ya jî roja bêne berdan bi biryara Desteya Çavdêriya Îdarî ji bo 6 an jî sê mehan berdana wan têne taloqkirin.”

Bînbîr anî ziman ku girtiyên siyasî yên ji ber sedemên siyasî 30 salan girtî mane nayên berdan û got, “Em zanin ku ev yek li dijî destketiyên kurdan e. Ev cihêkarî tenê li girtiyên siyasî tê kirin. Mînaka herî şênber a vê yekê jî Ogun Samast e. Rewşa wî weke ‘baş’ nirxandin û kirin ku bê berdan. Lê belê girtiyên siyasî yên ku ti sûc nekirine û cezayên dîsîplînê li wan nehatiye birîn nayên berdan. Em vê yekê weke nêrîneke siyasî dinirxînin. Mixabin qanûn bi rengekî wekhev bi cih nayên anîn.”

Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a OHD’ê Zekî Bînbîr anî ziman ku weke komeleyê têkildarî girtiyên ku berdana wan tê taloqkirin di nava karekî berfireh de ne û got, “Em şopdarên vê mijarê ne. Li gorî belge û biryarên digihêjin ber destê me em dest bi pêvajoya hiqûqî û îtirazê dikin. Niha li Tirkiyeyê girtiyên siyasî hemû dibin hedefa binpêkirina mafên mirovan. Bi taybetî mafên jiyan û tenduristiyê têne binpêkirin. Girtî ji bo jiyanê li ber xwe didin Bi taybetî pirsgirêkên li girtîgehan her roj hîn bêhtir zêde dibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar