Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Zeyneb Celaliyan 4 roj e di greva birçîbûnê de ye

Navenda Nûçeyan |

Girtiya siyasî ya kurd Zeyneb Celaliyan ji 20’ê hezîranê ve li Girtîgeha Qerçek a li nêzî Tehranê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Hate gotin ku rewşa Celaliyan a tendirustî xirabûye.

Parêzera bi navê Suheyla Hicab jî li gel Celaliyan di girtîgehê de dimîne, bi tomarek dengî ragihand ku li gel Zeyneb Celaliyan ev çar roj e dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Li aliyekî din jî Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) 7’ê hezîranê bi daxuyaniyekê ragihand ku rewşa Zeyneb Celaliyan di xetereyê de ye û rejîma Îranê girtîgehan wek odeya îşkencekirina girtiyên siyasî bi kar tîne, nexasim ji bo jinan û got ku rejîma Îranê bi van kiryaran hewl dide vîna siyasî û azadiyê tune bike.

KJAR’ê di daxuyaniya xwe de bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û têkoşerên azadîxwaz û rêxistinên jinan kir ku têkildarî rewşa girtiyên siyasî yên di girtîgehên Îranê de bêdeng nemînin.

Girtiya siyasî ya kurd Zeyneb Celaliyan nêzî 13 sal e di girtîgehê de ye. Di vê demê de îşkenceya derûnî û fizîkî gelek bandor li tenduristiya wê kir. Rejîma Îranê 2007’an hikûmê îdamê li Zeyneb Celaliyan birî, lê paşê hikumê muebed lê hate birîn. Di demên dawîn de jî ji ber ku di girtîgehê de zêde îşkence lê tê kirin, rewşa wê ya tenduristiyê xerab e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar