Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Zeyneb Mûrad: Derfeta şikandina dijmin heye

Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad diyar kir ku em qebûl nakin ku xaka Kurdistanê bê dagirkirin, zarokên kurd bên qetilkirin û wiha ot: “Dijminên gelê kurd gelek in, lê ew di asta herî lawaz de ne. Em dibînin bloka AKP-MHP’ê çawa di hilbijartinên xwecihî de têk çû û gelê me çawa bi ser ket. Ev yek tê wê wateyê ku her çend qonaxeke dijwar be, qonaxeke aloz be jî, derfeta şikandina dijmin heye.”

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di pêvajoyeke ku çalakiyên gerîlayên azadiyê di asta herî jor de ye û derbên mirinê li dijmin dixin û dewleta tirk a dagirker ji bo başûr û rojavayê Kurdistanê dagir bike hemû hêza xwe eferber kiriye de civîna xwe ya giştî li dar xist. Di civîna KNK’ê de biryarên girîng ên ku çaren»sa Kurdistanê diyar dikin hatin wergirtin û banga yekitiya neteweyî li hemû hêzên Kurdistanê kir. Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk axivî.

Zeynep Mûrad diyar kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê li ser gelê kurd êriş berdewam dikin û wiha got: “Dewleta tirk hi hêzeke gelek mezin a leşkerî li ser axa Kurdistanê operasyonan dike. Em jî wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê em di civata ya 22’yemîn de ku di 20 û 21’ê vê mehê de hat lidarxistin. Li ser vê rewşê, li ser wan metirsiyên ku hîna hene, rawestiyan. Çinku em dizanin dijminê me îro texsîr nake û ew aloziyên ku li Rojhilata Navîn û cîhanê hene, ji bo xwe wek derfet dibîne da ku hemû destkeftên gelê kurd ji nav bibe. Li hember vê yekê, erk û berpirsyariya neteweyî ewil dikeve ser partiyên siyasî û paşê jî dikeve ser gelê me û hemû pêkhateyên ku em bi hev re dijîn. Ne tenê gelê Kurd, ew pêkhateyên din jî rû bi rûyî metirsiyeke mezin in. Lewma ev erk û berpirsyariya neteweyî dikeve ser her kesî. Di Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî de ev tişt hatin nîqaşkirin û dê di encamnameyê de jî bê diyarkirin ku em ê tu carî dagirkirina Kurdistanê û qetilkirina zarokên kurd qebûl nekin. Diyar e ku dijminên me bi biryar in ku vê yekê pêk bînin, divê em jî wek gelê kurd bi biryar bin. Li vir banga me ji bo partiyên siyasî ye ku bila tu carî nebin beşek ji wan plan û komployan ku li dijî gelê me tên kirin. Ji ber ku dîrokê selmandiye ku dijminên me bi biryar in ji bo ji navbirina gelê kurd.”

Gelê kurd xwedî destkeftî û statûyê ye

Hevseroka KNK’ê Zeynep Mûrad daxuyand ku başûrê Kurdistanê di nava qeyraneke mezin de ye û wiha domand: “Em dibînin ku gelê me di nav fikareke mezin de dijî, hem rewşa siyasî, hem rewşa aborî, hem rewşa civakî bi taybetî li başûrê Kurdistanê di nav qeyraneke mezin de ye. Em dibînin ku li şûna ku birînên gelê me bêne sarêjkirin, rewşê aloztir dikin, em dibînin ku statûya başûr û rojavayê Kurdistanê dixin metirsiyê. Dewletên dagirker, çi Tirkiye be, çi Îran be, çi Sûriye be û hetta çi Iraq be çavên wan bar nade ku gelê kurd gihîştiye vê astê, xwedî destkeft e, xwedî statû ye. Di civata me de jî hat nîqaşkirin ku dewleta tirk çawa hewl dide ku Iraqê jî beşdarî komploya li dijî gelê kurd bike. Her çend di navbera wan de nakokiyên siyasî, dînî û hwd. hebin jî, hetta dibe ku bi Îranê re û bi Sûriyeyê re jî lihevkirina wan hebe. Lê rastiyek heye ku ev dewlet li ser jinavbirina gelê kurd di tifaqê de ne. Ji ber vê yekê ev qonaxa ji bo gelê me qonaxeke çarenûssaz e.”

‘Em qebûl nakin ku xaka Kurdistanê wisa bê dagirkirin’

Zeynep Mûrad anî ziman ku dijminê gelêkurd gelek in û divê êdî gelê kurd yekitiya xwe pêk bîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Daxwaza me ji partiyên siyasî, ji saziyên sivîl û gelê me ew e ku van rastiyan bibînin û xwedî helwest bin. Cihê kêfxweşiyê ye ku gelê me xwedî helwest e, çi rewşenbîr û çi sazî hewl didin rê li ber van komployan bigirin. Lê ev yek têrê nake. Divê em bi biryareke siyasî bibêjin ku êdî em vê yekê qebûl nakin, em qebûl nakin ku xaka Kurdistanê wisa bê dagirkirin, zarokên me bêne qetilkirin. Ew propagandaya ku dewleta tirk dike ku qaşo ev êriş li dijî aliyekî destnîşankirî yê siyasî ye ku tevgera azadiya Kurdistanê ye, lê ev yek derew e, ev êriş û komployeke mezin e li dijî hemû gelê kurd û Kurdistanê. Dijminên me gelek in, lê ew di asta herî lawaz de ne. Em dibînin bloka AKP-MHP’ê çawa di hilbijartinên xwecihî de têk çû û gelê me çawa bi ser ket. Ev yek tê wê wateyê ku her çend qonaxeke dijwar be, qonaxeke aloz be jî, derfeta şikandina dijmin heye. Ev yek jî bi yekrêzî û yekitiya gel û aliyên siyasî û pêkhateyên civakê çêdibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar