Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Zeynep Celaliyan: Qelem nikare êşa min binivisîne, tim di eynî temenî de me

Girtiya siyasî ya kurd Zeynep Celaliyan ku Îranê ev 15 sal in ew rehîn girtiye, îşkence û tehdeyê lê dike û serê çendekê wê sirgûn dike, ji bo 8’ê Adarê nameyek nivîsî. Celaliyan di nameyê de her wiha behsa îşkenceya li Girtîgeha Îstîxbaratê ya Sepahê ya li Kirmanşahê dike.

Nameya Celaliyan wiha ye:

”Bi dil û can 8’ê Adarê li diya xwe, li wan jinan ku çavên wan li rê ye kesên ku ji wan hez dikin vegerin û li hemû jinên cîhanê pîroz dikim. Dema ku mirov dêhnê xwe dide ser dîrokê mirov dibîne, jinên ku dilxwazên azadiyê ne her carê li dijî rejîmên dîktator şer kirine û ev jinên wêrek jî bi xwîna xwe derbasî dîroka 8’ê Adarê bûne. Gelî zaliman, qey hûn nabînin? Bi îşkence, kuştinê, bi girtinê hûn nikarin pêşî li daxwazên me jinan bigirin. Jinek dema kete ser rêya azadiyê tu zext û zordarî nikare wê ji rêya wê vegerîne.

Dema ku di destê zalimên Komara Îslamê de bûm, min ev hîs kir. Kincên li ser min hatin qetandin, çavê min hat girtin û dest û piyê min hatin zincîrkirin, îşkenceya giran li min hat kirin. Dema ku qebloya qemçiyê di bin piyê min de asê ma, paqên min werimîn û bi birîn bûn. Êşeke wiha giran bû, min êdî nema hîs dikir. Hemû laşê min tevizî bû, êdî kontrola min li ser laşê min nemabû, şalê min şil bûbû.

Belê, mixabin ez şexsê wan kesên ku ev trajedî bi serê min anîn, nasnakim. Gelî wijdanên hişyar, heqê we heye ku hûn wan sûcdar dikin, mirov tenê dixwazin azad û wekhev bin. Wan sûcdar bikin, beriya bi deh salan ez ne wiha bûm, ji ber ev îşkenceya ku li min kirin ez di vê rewşê de me. Dema ku îşkencekaran îşkence li min kirin, di destê min de tenê fikrên min, baweriya min, hêviya min a li jinên têkoşer û hêviya min a li paşerojê bû. Heke bibêjim ku qelem nikare êşa min binivîse, mezin nabim, tim di eynî temenî de me, min tenê beşek ji îşkenceya ku li min hat kirin, nivîsî. Hêvî dikim îro jin bi rengekî bimane bigihijin azadiya xwe.

Carinan lê difikirim bê ka ez li kûdera cîhanê me, yan jî di çerxa kîjan zemanî de asê mame. Çi qasî hewl bidim jî ez ê rêya xwe nebînim. Heqê min ev e? Heqê min ev e ku bibim şahidê înfaza welatiyan û xizmên xwe? Heqê min ev e ku nikaribim hilmekê bistînim? Şer, kîn, dirûtî, kuştin, îşkence di dema herî normal de dibe û sebebeke zalim heye ji bo ku sûc bike û ya ku min herî pir diêşîne jî ev e.  Gelî jinên dilêr û fedakar, bibêjin, agir dudilî ye. Ji bo kesekî mirinê hêvîn nakim, ji bo zaliman jî. Ji bo ku em zaliman ji welatê xwe biqewirînin, em li dijî zaliman têbikoşin. Ji bo paşerojê em ji wan jinan ku jiyana xwe dane fedîkar nebin. Ji bo azadî û wekheviyê divê em berdêl bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar