Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Zeytûnên Efrînê çawa birin Hewlêrê?

Zeytûn sembola Efrînê ye. Kes û komên ku zeytûn talan kirin û dizîn, li hemberî Efrînê xiyanet kirin. Destê wan di rijandina xwîna bi sedan sivîl û şervanan de heye. Divê ev neyê jibîrkirin… Zarokên Efrînê wê dizên darên zeytûnan tu carî ji bîr nekin!

Piştî ku dewleta tirk û çete ketin Efrînê destpêkê darên zeytûnan, cihên dîrokî û malên gel talan kirin. Rojnameger û nivîskar Amed Dîcle di nivîsa xwe ya rojnameya Ozgur Polîtîkayê de bal kişand ser zeytûnên Efrînê ku birine Hewlêrê û wiha nivîsand:

“Dewleta tirk beriya salekê roja 20´ê çileyê bi 72 balafiran herêma Efrînê bombebaran kir. Bi hezaran komên çete û artêşa tirk bi hev re Efrîn wêran kirin, komkujî pêk anîn û roja 18´ê adara 2018´an jî bajêr hat dagirkirin. Mixabin hin komên ku xwe weke kurd bi nav dikin jî alîkarî dan vê hovîtî û dagirkeriyê. Van koman jî pişta xwe da Enqere û Hewlêrê. Niha li bendê ne herêmên din ên Rojava jî werin dagirkirin.

Mijara dagirkirina Efrînê mijareke berfireh e, û gelekî hat nirxandin. Yek ji aliyê vê dagirkeriyê jî talankirina darên zeytûnan e. Piştî ku ev der ket bin dagirkeriya dewleta tirk bi hezaran darên zeytûnan hatin birîn. Paşê derket holê ku zeytûnan didizin û difroşin Îspanyayê. Tê gotin ku di nav vê bazirganiyê de gelek şîrketên Tirkiyeyê û Ewropayê jî hene.

Lê beriya sê, çar rojan di qenala televizyonê ya bi navê Rûdaw de nuçeyek hat weşandin û vê nuçeyê aşkera kir ku Zeytûnên Efrînê birine Hewlerê jî. Li wir dar çandine û qaşo dixwazin derdora Hewlêrê bi zeytûnên Efrînê bixemilînin.

Pêşkêşvanê vê televizyonê ku naxwazim navê wî li vir hildim û nivîsê pê biherimînim, çû cihê ku dar lê hatine çandin û ev nûçe pêşkêş kir. Di vê nûçeyê de yeko yeko behsa başiya dagirkerî û talanê hat kirin. Yanê, di salvegera dagirkeriyê de gelê kurd dewleta tirk protesto kir, çapemeniya Hewlêrê jî pesnê dewleta tirk û komên DAIŞ’ê da.

Qenal Rudawê ji aliyê  MÎT’a tirk ve hatiye damezrandin. 6 rêveberên wan endamê MÎT’ê ne. Ev belge di Wîkîleaskê de hatin weşandin, hevce nake em dubare bikin. Ji ber vê yekê ew peywira xwe bi cih tînin. Bi zimanê kurdî propagandaya hovîtiya dewleta tirk dikin. Û kesên ku vê yekê dibînin, lê dîsa beşdarî weşanên wan dibin jî divê fedî bikin. Çi ji Başûr, çi ji Bakur û çi jî Rojava, kesên ku beşdarî qenala MÎT’ê dibin, zirarê didin gelê kurd!

Îca em dîsa werin ser mijara Zeytûnan. Bêguman Zeytûnên Efrînê yên hemû Kurdistanê ne û li tevahiya Kurdistanê dikarin werin belavkirin, dar werin şitilandin û çandin. Lê niha hat fêmkirin ku rêveberiya Hewlêrê ku beriya dagirkeriyê dijminahiya Efrînê dikir, li benda rojeke wiha bû, ango li benda dagirkeriyê bûye. Piştî ku komên çete ketin Efrînê, wan jî zend û bendên xwe badan û komên ENKS´ê şandin Efrînê.

Niha jî her roj daxuyaniyê didin û bang li dewleta tirk dikin ku erîşî herêmên din ên Rojava bike. Li dinyayê digerin û dibêjin, “em amade ne bikevin cihê YPG’ê.” YPG herêmên Rojava li hemberî DAIŞ´ê parastin bi hezaran şehîd dan, lê ev radibin û dibêjin “YPG teror e.”

Hemû kurd dizanin ka DAIŞ kî ye û çi ye. Wan kesên ku bi navê DAIŞ´ê êrîşî Hewlêr, Şengal, Mexmûr û Kobanê kir, îro bi navên cuda, bi kincên cuda li gel artêşa tirk êrîşî Efrînê dikin. Xwe amade dikin ku êrîşî Minbic, Kobanê, Girê Spî, Serêkaniyê û tevahiya Rojava bikin. Komên girêdayî Hewlêrê jî dixwazin herin alîkariyê bidin wan. Ji bilî xiyanetê ti navekî vê yekê tune ye.

Qenala wan Rudaw jî her roj behsa vê yekê dike. Êdî navên bajarên Rojava jî bi erebî dinivîsin. Dixwazin peyamê bidin hêzên dagirker û bibêjin, “em li gel we ne.”

Çawa Zeytûnên Efrînê dizîn û birin Hewlêrê, dixwazin bajarên din ên Rojava dagir bikin, talan bikin û bibin bifroşin. Tu armanceke wan a ji bo gel tune ye. Ew ji bo berîka xwe tijî pere bikin û dewlemend bibin, tevdigerin. Pere li ku be ew jî li wir in. Dagirker û dijminên Kurdistanê jî pere didin wan ji ber vê sedemê ev kom jî tim amade ne ku herin ber deriyê dijminên Kurdan.

Zeytûn sembola Efrînê ye. Kes û komên ku zeytûn talan kirin û dizîn, li hemberî Efrînê xiyanet kirin. Destê wan di rijandina xwîna bi sedan sîvîl û şervanan de heye. Divê ev neyê jibîrkirin. Û yên ku li Efrînê ev xiyanet kirin, nikarin li devereke din tiştekî baş bikin. Hebûna wan li ser xiyanet û talankirinê ye.

Zarokên Efrînê wê dizên darên zeytûnan tu carî ji bîr nekin!” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar