Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Zîegler: Divê Ocalan azad bibe

 Civaknas û nivîskar Jean Zîegler berxwedana greva birçîbûnê silav kir û xwest Ocalan tavilê bê berdan. Zîegler helwesta Neteweyên Yekbûyî ya li hemberî tecrîdkirina Ocalan rexne kir û got ku divê Neteweyên Yekbûyî li dijî faşîzma tirk bikeve nav liv û tevgerê

Alîkarê serokê Desteya Şêwirmendiya Mafên Mirovan û Raportorê Taybet ê Mafê Xwarinê yê Neteweyên Yekbûyî civaknas û nivîskar Jean Zîegler ku hevalekî nêz ê lîderê şoreşger ê Amerîkaya Latîn Ernesto Che Gûevara bûye, ji ANF’ê re axivî û çalakiyên greva birçîbûnê yên ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatine destpêkirin û gelek mijarên din nirxandin. Zîegler diyar kir ku ew piştgiriyê dide Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê û wiha got: “Berxwedana Guven û hevalên wê gelekî bi wate û bi rûmet e. Pêwîst e daxwazên guven û hevalên wê tavilê werin qebûlkirin. Ne tenê tecrîd bê rakirin, di heman demê de divê Ocalan jî azad bibe.”

Zîegler bi bîr xist ku rewşa tenduristiyê ya Guven ji asta krîtîk bihuriye û bang li hikûmet û saziyên Ewropayê kir ku bikevin nav liv û tevgerê û destnîşan kir ku girîng e polîtîkayên ku destekê didin faşîzma Erdogan derhal bên terikandin û li cem kurdan cih bigirin.” Zîegler dewlet û rêveberiya tirk weke rêxistinbûneke faşîst bi nav kir û ev tişt anîn ziman: “Dewleta tirk bi rengekî vekirî li dijî mirovahiyê sûc dike. Kiryarên wan ên li dijî gelê kurd dikevin çarçoveya sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê. Rastiyên ku dema dawî bi belgeyan derketin holê ispata vê yekê ye. Bêdengiya li bara vî sûcî rast nîne.”

NY rexne kir

Zîegler helwesta Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li pêşberî Tirkiyeyê jî rexne kir û bang li Konseya Mafên Mirovan a NY’ê kir ku li ser Tirkiyeyê rûniştineke taybet bi lezgînî pêk bîne. Zîegler bi dewamî da zanîn ku Erdogan bi binpêkirina qanûnên navneteweyî re li dijî kurdan, muxalîfan û mirovahiyê sûc dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê belê Neteweyên Yekbûyî bêdeng e. Bi dîtina min, divê tavilê li ser Tirkiyeyê rûniştinekê pêk bîne, ji ber ku hincetên xwe hene. Dewleta tirk demeke dirêj e bi rêk û pêk li dijî mirovahiyê sûc dike. Tecrîd û îskenceya ku niha li ser Ocalan tê ferzkirin, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Bi rêk û pêk îskence li muxalîfan tê kirin. Neteweyên Yekbûyî divê li dijî faşîzma tirk bikeve nav liv û tevgerê.”

‘Pêwîst e Ocalan azad bibe’

Zîegler di berdewamê de bal kişand ser azadiya Ocalan û got ku Ocalan ji ber ku lîderê yek ji şaristaniyên herî hevn ên dinyayê ye divê azad be û wiha pê de çû: “Kurd yek ji gelên qedîm ên dîrokê ne, lê mafên wan ên çandî, polîtîk û azadiyê tên astengkirin. Ez vê rewşê weke sûcekî li dijî mirovahiyê dibînim. Ya ku li dijî kurdan tê kirin li gorî qanûnên navneteweyî sûc e. Divê peywira her kesî be ku li ber vê rabe û li ber xwe bide. Girîng e kurd xwedî Kurdistaneke ji çar parçeyan be û hêzên navneteweyî hemû jî vê nas bikin û destekê bidin. Efrîn ku xaka kurdan e ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin. Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî çima xwe bêdeng dikin? Pêwîst e Efrîn bê azadkirin û radestî xwediyên xwe bê kirin.”

‘PKK tevgereke azadiyê ye’

Zîegler bal kişand ser rol û rista PKK’ê ya ji bo gelê kurd û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Gelek dewletên rojavayî PKK’ê weke ‘terorîst’ dibînin, ev yek nêzîkatiyeke beredayî ye. Divê dawî li vê nêzîkatiyê bê anîn. PKK tevgereke azadiyê ya neteweyî ye. Li dijî înkar û tinekirina gelekî xwedî şaristaniya herî dewlemend a cîhanê, ji bo azadiyê têdikoşe. Min berê jî gotibû PKK tevgereke rewa ye. Lîderê vê tevgera rewa jî birêz Ocalan e. Lewma divê Ocalan azad bibe û astengiyên li pêşiya wî bên rakirin ku karibe siyasetê bike. Divê cîhana rojava dest ji polîtîkayên ku destekê didin Erdogan berde. Ji bo pêkhatina hevdîtinên aştiyê yên PKK û dewleta tirk dikare bi berpirsyarî rabe.”

Jean Zîegler kî ye?

Jean Zîegler di 19’ê nîsana 1934’an de li bajarê Bern ê Swîsreyê ji dayik bûye. Civaknas, siyasetmedar û nivîskar Zîegler jiyana xwe diyarî têkoşîna komunîzm û şoreşê kiriye. Hevalekî nêz ê Ernesto Che Guevera bûye. Di heman demê de her tim bûye hedefa rejîmên kapîtalîst û kolonyalîst. Zîegler ku di beşên hiqûq û civaknasiyê de doktora kiriye, li zanîngehên Cenevre û Sarbonneyê demeke dirêj profesoriya civaknasiyê kiriye. Demekê ji Partiya Sosyalîst bû parlamenterê Parlamentoya Federal a Swîsreyê. CENEVRE 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar