Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Zîhniyeta demokratîk jiyana 24 saetan e

Mirov netewebûyîna kurdan di çarçoveya van têgînên bingehîn de beriya her tiştî dikare ji du aliyan ve bifikire. Ya yekê, aliyê zîhnî ye. Divê kurd ziman, çand, dîrok, ekonomî û deverên lê zêde paşguh nekin û der barê van qadên bingehîn de bi bîrewerî rabin ango em behsa hebûnekê dikin ku bi dinya zîhnî (CÎHANA ZÎHNÎ YA HEVPAR) ya bi hisên hevpar ên piştgiriyê têne cem hev û parve dikin. Li vir krîtera bingehîn ew e, proje û xeyaleke dinya xwe bisipêre cihêrengiyên wekhev û azad bi awayekî zîhnî bê parvekirin. Mirov ji vê cîhana zîhnî re kare bibêje utopya yan cîhana komin a ferdên azad. Ya girîng ew e, zîhniyeteke azadî û wekheviyê ya cihêrengiyan red nake di qada gelemperiyê de, di cîhana polîtîk û exlaqî ya civakê de timî pêk bîne. BI ZÎHNIYETA DEMOKRATÎK JIYANA BÎSTÛÇAR SAETAN E.

Ya dudiyan, gewde û bedena cîhana zîhniyetê xwe bisipêriyê. Li vir mebesta me ji gewde û bedenê ew e, li gorî cîhana zîhniyetê ya heyîna civakî xwe bisipêriyê civakê çawa bê rêxistinkirin? Heyîna bedenî bi kîjan mîmariyê bê avakirin? Bi kurtî, xwezaya civakî û hawîrdora wê ya ji rabihuriyê mayî û modernîteya kapîtalîst ew li gorî armancên xwe gelekî bi nexweşî, bi krîz, bi zordestî û bi mêtingeriyê (Divê mirov pêkanînên gihiştine radeya qirkirina çandî jî li vê zêde bike) bi rêxistin kiriye an jî bê rêxistin kiriye ji nû ve divê bê rêxistinkirin û ev gewde û bedenê terîf dike.

Ji ber ku aliyê zîhnî piştgiriya hestî û cîhana xeyal û fikrî ya kom û ferdên dixwazin bibin netewe eleqedar dike, divê bi awayekî bi sînor were bi rêxistinkirin. Ji bo vê, pêwîst e ku perwerdeya zanist, felsefe û hunerê (dîn jî di navê de) bê pêşdebirin û bi vê armancê ji xebatên pratîk ên sereke vekirina dibistanan e; erka wan e ku di warê netewe de perwerdeya zîhnî û hestan bidin. Bi qasî ku li hebûna civakî-dîrokî serwext dibe li têkiliya çanda civakî ya niha bi serdemê re serwext dibe û aliyên wê yên rast, xweşik û baş bi hest û fikrên hevpar re parvekirin esas e.

Xulase, erka bingehîn a zîhnî di rewşa berbiçav a KCK’ê de ew e, kurdan der barê hebûna wan de, di cîhana hest û fikrên BAŞ, RAST Û XWEŞIK ên hevpar têne parvekirin de weke neteweyekî tesewirkirin e. Bi gotineke din, divê bi şoreşa zanistî, felsefî û hunerî netewebûyîna kurdan, cîhana bingehîn a hest û zîhniyeta vê netewebûyînê biafirîne; ravekirina heqîqeta rastiya kurd bi zanistî, felsefî (îdeolojîk) û hunerî bi awayekî azad parve bike. Riya vê jî ew e, divê mirov bi xwe bifikire, perwerdeya xwe bibîne, başiyê parve bike û xweşikiyê pêk bîne. Di asta zîhnî de xusûsa bingehîn a divê dewletên netewe pêk bînin ew e, divê bi azadiya fikir û îfadeyê tam girêdayî bin. Eger dewletên netewe dixwazin di bin normên hevpar de bi kurdan re bimînin, divê azadiya fikir û îfadeyê bi destûra bingehîn misoger bikin û tam pê girêdayî bimînin û bihêlin kurd cîhana xwe ya zîhnî û hestî pêk bînin û li ser bingehê cihêrengiyan xwe weke civakeke neteweyî çêkin. Neteweyê hevpar bi girêdana tam a bi azadiya fikir û îfadeyê çêdibe.

Aliyê duyemîn ê netewebûna demokratîk ji aliyê gewde û hebûnê ve rêxistina hebûnê ye. Di bingehê alî û şaxê bedenî de xweseriya demokratîk heye. Mirov dikare xweseriya demokratîk di çarçoveyeke teng û fireh de bide nasîn. Di çarçoveya fireh de xweseriya demokratîk neteweyê demokratîk îfade dike. Neteweya demokratîk li guhereke berfirehtir şaxên wê hene. Mirov dikare wê bi şaxên çandî, ekonomîk, civakî, huqûqî, dîplomatîk û şaxên din bi firehî bide nasîn. Di çarçoveya teng de xweseriya demokratîk şaxê siyasî îfade dike, bi gotineke din tê maneya otorîteya demokratîk an rêveberiya demokratîk. Ji bo netewebûyîna demokratîk şaxê xweseriya demokratîk ji bo dewletên netewe yên serwer bêhtir bi pirsgirêk e.

Nûçeyên Têkildar