Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Zihniyeta tevahî desthilatan dijî mirovahiyê ye’

Hevseroka Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Melek El Hisên got, hemwextî ku herêm di karesateke mirovî re derbas dibe, hikumeta Şamê dorpêça li ser her du kantonan girantir dike û piraniya alîkariyan desteser dike.

Di encama erdheja 6`ê sibatê de wêraniyeke mezin li gelek herêmên Sûriyê çêbûn û bi hezaran kes bûn qurban. Her wiha zêdetirî 3 hezar û 66 malbatên ji herêmên wêranbûyî berê xwe dan kantona Şehbayê. Di heman demê de hikumeta Şamê dorpêça li ser kantonê girantir dike û nahêle alîkarî derbasî wir bibin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê karwanên alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê ber bi deriyê El Tayiha yê Minbicê ve şandin. Lê bendên kontrolê yên hikumeta Şamê nehişt ev alîkarî derbas bibin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/02/26/201244_-.jpg

Têkildarî mijarê hevseroka Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Melek El Hisên bi bîr xist ku piştî erdhejê Rêveberiya Xweser a Şehbayê kete seferberiyê û bi derfetên xwe yên kêm hewl da azarên şêniyên li kantonê û yên ji herêmê wêranbûyî hatine, sivik bike.

Melek El Hisên îşaret bi vê yekê kir ku li gel karesata erdhejê hikumeta Şamê dorpêça li ser herêmê giran kiriye û wiha domand: “Hêzên hikumeta Şamê yên li ser bendên kontrolê nahêle madeyên pêwîst û alîkariyên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêş kirine û yên ji herêmên din hatine şandin, derbasî kantonê bibin.”

Melek El Hisên destnîşan kir ku bendên kontrolê yên hikumeta Şamê piştî ku 60 tankerên sotemeniyê desteser kirin, destûr da ku 100 tanker derbasî herêmê bibin.

Der barê firehkirina Kampa Serdemê û vedana konên din de, Melek El Hisên da zanîn ku ji bo mexdûrên erdhejê çi yên kantonê yan jî ji bajarê Helebê hatine, wan 300 kon li Kampa Serdemê vedane.

Hevseroka Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser hewl dide pêdiviyên wan peyda bike û wiha berdewam kir: “Me gelek konên ku di depoyên me de hebûn li wan belav kirin. Lê hejmar kêm bû. Me xweset bi vî awayî heta ji destê me tê, barê wan sivik bikin.”

Melek El Hisên da zanîn ku Şaredariya Gel madeyên avakirinê li mexdûrên erdhejê belav dike da bo malên xwe sererast bikin û li dibistanên ku bi awayekî mezin zirar dîtine 50 kon vegirtin da ku xebatên perwerdeyê berdewam bibin.

Hevseroka Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Melek El Hisên bang li rêxistinên navneteweyî kir ku ji vê bêtir piştgiriya herêmê bikin û bang li hikumeta Şamê kir ku derbaskirina karwanên alîkariyan hêsantir bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar