Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

‘Zîhniyeta yekparêz nûnertiya wekhev qebûl nake’

Hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar diyar kir ku pergala hevserokatiyê ya ku ji bo tayînkirina qeyûman hincet hatiye nîşandan, ji aliyê gel ve hatiye qebûlkirin û got ku ji ber xwedî zîhniyeta serdest a mêr û desthilatdar in, nûnertiya wekhev qebûl nakin

Bi biryara Wezareta Karê Hundir re di 19’ê Tebaxê de ji bo sê şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê qeyûm hatibû tayînkirin. Bertekên li dijî qeyûman didomin. Yek ji hincetên tayînkirina qeyûman, pêkanîna hevserokatiyê ya şaredariyên HDP’ê hat nîşandan. Jinan li dijî vê bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew dest ji nûnertiya wekhev bernadin.

Hevşaredara Giyadînê ya Agiriyê Betul Yaşar têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku ev êrîşa li hember pergala hevserokatiyê, nayê qebûlkirin.

Yaşar anî ziman ku gel di hilbijartinên 31’ê Adarê de bersiva pêwist dabû qeyûmên dema berê û wiha got: “Gelo we wisa şaredarî xesp dikir, çima we hilbijartin çêkirin? Wê demê em hilbijartinan rabikin, bila bi tayînkirinan şaredarî bên birêvebirin.”

Sûcdariyên li dijî şaredariyan ne rast in

Di axaftina xwe de Yaşar da zanîn ku sûcdariyên li hemberî şaredariyan ne rast in û wiha pêde çû: “AKP tenê ji bo berjewendiyên xwe qeyûm tayîn kir. Şaredarî dizîn û hewl dan li gorî xwe hinceta biafirînin. Kes bi van bawer nake. Di şaredariyê HDP’ê de nelêrêtî tune ye. Nelêrêtiyên qeyûmên berê hîn di rojevê de ne. Pereyê ji bo xizmeta gel dane, xwarin. Dan kadayîf û rantê. Ger em bêjin nelêrêtiyeke li şaredariyên me hatine kirin nîşan bidin, nikarin nîşan bidin. Ji ber ku tune ye. Me dizî nekiriye, em ji bo xizmeta gel li vir in. Lê gel serî netewandiye.”

Nûnertiya wekhev xeta mor e

Her wiha Yaşar bal kişand ser gotinên Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu yên ku pergala hevserokatiyê hedef digirt û axaftina xwe wiha dawî kir: “Pergala hevserokatiyê ji aliyê gel ve hatiye qebûlkirin lê nûneriya wekhev Suleyman nerehet kiriye. Ji ber xwedî zîhniyeta serdest a mêr in, nûnertiya jinê qebûl nakin. Nûnertiya wekhev xeta me ya mor e. Di encama têkoşîna jinan de ev ast hatiye bidestxistin. Em ê li dijî êrîşan li ber xwe bidin û tu car êrîşan qebûl nekin.” AGIRÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar