Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Zilamê ku sê salan tacîz kir, teşhîr kir

G.Y. ya ku li navçeya Sêwreg a Rihay dijî, diyar kir ku bi qasî sê salan ji aliyê zilamê bi navê Devrîm Boran ve hatiye şopandiye û taciz kirin. G.Y. da zanîn ku berî sê salan, bi navbeynkariya hevalekê xwe Devrîm Boran nas kiriye û her tim rastî tacîzên wî hatiye û diyar kir ku Boran ji wê xwestiye ku têkiliyê bi hevre danîn û ji bo vê her tim zext lê kiriye.

G.Y. destnîşan kir ku Boran ji hevalên wê peyam şandine û ji wan re gotiye, ‘G.Y., bi piyên xwe bê gel min’ û aşkera kir ku fikarên wê hene û ji bo ku here gel wî, wê serî li her cure rê û rêbazê bide.

3 salan hat tacîzkirin

Derket holê ku Boran ê li Stenbolê edîtortiya kovara bi navê Çinar Dîbî dike, tacîzî hin jinên din jî kiriye. G.Y. bi bîr xist ku Boran beyî destûra wê, wêneyên wê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve kirine û tiştên jiyan wiha vegot: “Ev 3 sal in ji aliyê Devrîm Boran ve têm tacîzkirin. Berî 3 salan bi navbeynkariya hevalê xwe min wî nas kir. Piştî heftiyekê min hevdîtinên xwe yên ligel wî bi dawî kirin. Ji ber ku nêzîkatiyên wî ne ji rêzê bûn. Her ku ez jê direviyam, ew bêhtir bi ser min de dihat. Min ew di hesabên xwe yên medyaya civakî asteng kirin. Dûre wêneyên min ên berê li ser hesabên min ên medyaya civakî daxistibûn, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve kirin. Xwest bi vê min bixe di rewşekê zor de, da ku bi wî re bikevim nava têkiliyê.”

G.Y. dest nîşan kir ku di nava 3 salan de 2 caran xeta xwe ya telefonê guhertiye û wiha rêz kir: “Ez di saziyên tên naskirin de dixebitim. Ji ber vê ez jî têm naskirin. Bi hevalên min re dikeve têkiliyê û nimreya min telefonê ji digire. Wêneyên min ên di daxuyaniyan de hatine kişandin, digire û li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve dike.”

‘Fikarên min hene’

G.Y. diyar kir ku fikarên wê hene û wiha got: “Ji ber binyada feodal a navçeyê, ez bêdeng bûm. Ji ber ku ev rewş pir dirêj kir û êdî gihişt asta gefxwarinê, min hew karî bêdeng bimînim. Ez ê gilî bikim. Fikarên min hene. Ez li bendê me ku hemû jin piştgiriya min bikin.”

Peyamên gefxwarinê yên Boran

Hin peyamên Devrîm Boran ên ji hevalên G.Y. re nivîsandibûn wiha ne: “Yê ku derkeve pêşberî min, ez ê bikujim. Ceza jî li min nayê birîn. Ez ê sibe wê bigirim û bibim Stenbolê. Min mirin da ber çavên xwe. Divê G.Y. li min vegere. Di heman demê de, wê bi lingên xwe li min vegere. Dest û milên min dirêj in. Heya niha min çi gotibe min kiriye. Ez tu carî vala naaxivim. Ez ê gotina xwe bi cih bînim.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar