Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Zîlan tişta ne pêkan bi helwesta xwe kir’

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Pelşîn Koçgirî diyar kir ku li hemebrî faşîzmê ji xeynî helwesta Zîlanê alternatîfeke din tune û got “Em YJA Star em ê bibin şervanên xurt ên Zîlanê.”

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Pelşîn Koçgirî armanc û bandora çalakiya Zîlan (Zeynep Kinaci) ya ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dêrsimê li dijî komplo û êrîşên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke fedaî kiribû, nirxand.

Nirxandina Koçgirî wisa ye:

Di rastiyê de di her meha têkoşîna me ya 50 salî de qehremaniyên mezin, berxwedanên mezin û helwestên mezin hene. Lê meha Hezîranê xwedî girîngiyeke taybet e. Meha Hezîranê tê wateya hevdîtina cewherî ya bi Rêbertî re, xwedîderketina li felsefeya Rêbertî, fêmkirina tarza wî ya jiyanê û di şexsê Rêbertî de parastina helwesta jiyanê û felsefeya wê ye. Vê felsefeya jiyanê û parastina wê di sala 1996’an de bi heval Zîlan di asta lûtkeyê de hate temsîlkirin.

Wekî ku tê zanîn di wan salan de li dijî Rêbertî komplo dihat kirin. Ev di esasê xwe de destpêka komploya navneteweyî bû û Zîlan yekemîn kes bû ku komplo ferq kir û li dijî vê jî çalakî kir. Hevrê Sema jî di sala 1998’an de tasfiyekeriya komployê ferq kir û di vî warî de li zindanan bedena xwe şewitand û got ‘Li asîmanan du roj çênabin’ û helwesta xwe nîşan da. Dîsa heval Gulan jî di vê mehê de şehîd bû. Heval Gulan li dijî tasfiyekeriya di sala 1999’an de berxwedaneke mezin nîşan dan û bû yek ji pêşenga pêvajoya berxwedana ku bi 1’ê Hezîranê re dest pê kir. Di şexsê van hemû hevalên şehîd de derket holê ku divê dilsoziya bi Rêbertî re çawa be. Di vî warî de meha Hezîranê weke meha dilsoziya rast a bi Rêbertî re, meha hevrêtiya bi Rêbertî re û meha hevdîtina bi Rêbertî re dikare were pênasekirin. Bi vê minasebetê di şexsê hemû şehîdên me yên mezin em hemû şehîdên şoreşê bi hezkirin, rêz û minetdarî bi bîr tînin. Em careke din soz didin ku em ê têkoşîna wan heta dawiyê bidomînin, em ê vê serkeftina mezin a ku wan ji bo hemû gelan û jinan daye destpêkirin pêk bînin.

Piştî 30’ê Hezîranê me 27 sal li pey xwe hişt. Helbet ne pêkan e ku 30’ê Hezîranê tenê wekî helwesta çalakvan û sekneke fedaî were pênasekirin. Ev çalakî xwedî gelek wateyan, gelek peyaman e. Mirov dikare qala rewşa salên giştî yên pêvajoya wê çalakiyê bike. Di sala 1996’an de li dijî Rêbertî komployek hate kirin. Li Qada Rêbertiyê teqînek mezin çêbû. Him di salên 1995, 1996, 1997 û bi taybetî jî di sala 1998 de operasyonên giran dihatin kirin. Di rastiyê de ji sala 1995’an ve dest pê kirin ku gerîlayan biqedînin, Rêbertî bikin hedef. Zîlan, yek ji wan kesan bû ku ev tişt dît û li hemberî vê rewşê sekinî. Çalakiya wê bersiveke ji vî tiştî re. Ev çalakî tê wateya ku hûn nikarin destê xwe bidin Rêbertî ku ew hêviya me jiyanê, sedema me ya jiyanê ye û cewhera şoreşê û dahatûya gelan temsîl dike. Vê çalakiyê nîşan da ku fêmkirina Rêbertî, şopandina wî çiqasî girîng e. Di vî warî de çalakiya herî mezin a girêdana bi Rêbertî bû. Vê çalakiyê nîşan da ku divê mirov hevaltiyeke çawa bi Rêbertî re bike.

Çalakî li Dêrsimê pêk hat. Niha em dikevin sedsaliya Lozanê. Em di sedsaliya wê de ne. Di dema avakirina Komarê ya bi Lozanê re, li ser gelan qirkirin hate kirin. Ev ferzkirina qirkirinê li ser gelên Ermenî, Asûrî û Kurd hate pêşxistin. Vê rewşê gav bi gav di wateya pratîkbûnê de xwe nîşan da. Bi rastî jî bi serhildana Koçgirî, Şêx Seîd û piştre jî Agiriyê, serhildana dawî ya Dêrsimê, qirkirin hate pêkanîn.Dêrsim yek ji wan kelehan bû ku nedihatin bidestxistin. Lê komkujî û qetlîama herî mezin li Dêrsimê hat kirin. Bi vî awayî dihat xwestin ku cewhera Kurdayetiyê bi dawî bibe. Dixwestin gel biqede û esasên komarê li ser van qirkirinan pêk hat. Dema li qadeke wiha, çalakiyeke wiha were lidarxistin ev jî nîşanî me dide ku rêya şoreşa Kurdistanê çiqasî zehmet e. Yanî cihêtiya şoreşgeriya Kurdistanê datîne holê. Ev jî yek ji wateyên çalakiyê ye. Li erdnîgariyeke ku weke Kurdistanê mehkûmî qirkirinê tê kirin, sedsalekê berxwedan hebû. Yanî li erdnîgariyeke wiha ku êrîş lê serdest in, encax wisa mirov dikare li hemberî wê be, li hemberî wê stûyê xwe xwar neke û îradeyê nîşan bide. Ev rêya şoreşgeriya Kurdistanê ye. Rêbertî di pêvajoyên ku dest bi çalakiyan kir de ev yek eşkere kir. Dibe ku rêya şoreşa Kurdistanê an jî cudahiya şoreşa Kurdistanê bi xurtî nîşan da. Ev xet di serî de ji aliyê heval Zîlan ve hate temsîlkirin. Ji ber vê yekê, ev jî rêyeke Kurdistanîbûnê ye ji bo helwesta şoreşgerî ya gerdûnî.

Em dikarin hevala Zîlan a xitimandineke taktîkî vekir, weke şoreşgereke Kurd a rast pênase bikin. Aliyekî wê ev e. Di warê nîşandana rê û metodên şoreşgeriya Kurdistanê, awayê çalakiyên xurt ên tarza têkoşînê û dijwarbûna wê, di awayê helwesta wê de jî pênaseyek e. Ev awayê temsîlkirinê ye. Di vî warî de xwedî wate ye jî.

Wê demê, hûn dizanin gerîla şerek didomand. Di vî şerî de artêşa Tirk heta astekê hate sekinandin. Artêşa Tirk nekarî gerîla têk bibe. Ji ber vê yekê Rêbertî kirin hedefa xwe. Di wan salan de ev konsept hate destpêkirin heke Rêbertî biqede wê gerîla jî biqede. Di nav gerîla de jî xitimandin û dubarebûn hebû, ji bo derbaskirina vî tiştî gelek hewldanên Rêbertî jî çêbûbû. Helbet hin çalakî hebûn. Tevî ku li Zagros, Botan û li cihên cuda çalakiyên mezin hatin kirin jî, dubarebûn gelekî zêde bû. Têkoşîna Zîlan bi vî rengî pêş ket. Helwesta wê ji bo ku têkoşîna gerîla bi xurtî bidome jî helwesteke xurt bû. Tarza Rêbertî ye ku tişta nabe dikare bike. Ev felsefeya Rêbertî ye. Cewhera destpêkirinê ya tevgerê ye.

Zîlan tişta ne mumkun pêk anî, di vî warî de gerîla li ser esasê taktîkê bi pêş ve bir, ji dijmin re jî got heke hûn çi bikin jî hûn ê nikaribin pêşiya vê têkoşînê bigirin, heke hewce bike em ê bi canê xwe li ber vî tiştî derkevin lê li her qadê jî em ê li ser serê we wekî bombeyan biteqin. Tê wateya ku li her qada ku em lê ne, em dikarin bêhna we biçikînin. Di vê çarçoveyê de derbeyek mezin a gerîla ye. Ji ber vê yekê Rêbertî got, ‘Zîlan fermandar e, em şervanên wê ne.’ Ji ber ku di vê kêliyê de herî baş Zîlan ji Rêbertî fêm kiribû.  Wê bi xwe bersiva wê da. Piştî çalakiya wê helwestên gerîla, guherandina stratejiya heta niha û awayê pêkanîna wê, bi saya çalakiya Zîlan dikare were nirxandin.

Çalakiya Hevala Zîlan di rastiyê de lêgerîna îradeya xwe ye, lêgerîna ji nû ve vegerandina jiyanê ye, rêya jinbûna jiyanê ye. Di lêgerîna xwe de mîna bombeyekê teqiya. Ev bombe di feraseta paşverû ya mêran de teqiya. Ya rastî li hemberî hemû nêzîkatiyên kevneşopî yên hatine ferzkirin bombeyek bû. Di vê wateyê de asta ku hatiye bidestxistin; hevala Zîlan hem di warê tevgera jinê de û hem jî di nava PKK’ê de îspat kir ku ev ast êdî wê qels nebe û danekeve. Zîlanê bi çalakiya xwe ev tişt îspat kir. Yanî îddîaya me ya azadiyê eşkere ye. Ji bo vê berdêl hene. Beriya wê jî Bêrîtan, Bêrîvan û Ronahî hebûn. Keçên ciwan ên weke Rahşan ji nava gel derketin. Jixwe Rêbertî ev pênase kirine. Ger azadî hêsan bûya Ronahî û Bêrîvan wê xwe neşewitandina. Di eslê xwe de weke berdewamiya vê xetê û kombûna hemû danheviyan; Zîlan tê wateya îradeya ev cewher, îrade, helwesta jiyanê û xwedîderketina li jiyanê. Yanî azadî hatiye fêmkirin û hîskirin. Êdî piştî vê nabe ku veger pêk were. Di vî warî de ji bo rêxistinkirina tevgera jinan jî tê wateya qonaxeke nû.

Hevrê Zîlan di nameya xwe de qala lêgerîna wateyê dike. Qala bi wate jiyînê dike. Ev yek şêwazê nêzbûna Rêbertî jî ya ji jiyanê re ye. Ji zarokatiyê ve lêgerîna bi wate jiyînê, rast jiyînê û mîna mirovan jiyînê, kir ku Rêbertî tevgerê derxîne holê. Ev yek li gel heval Zîlan di astekî gelek jor de ye. Em dikarin vê çalakiyê weke lêgerîna vê wateyê ber bi jiyanê ve binirxînin. Yan tenê rastiyeke dijmin heye, divê mirov lêbixe. Rêbertî vê yekê weke manîfesto dinirxîne. Ji ber ku di nav de astek cidî ya zanebûnê heye. Ferqek wê ya dîrokî heye. Hêz û îradeya ku di heval Zîlan de derketî holê, gelek tişt afirandin. Mesele di roja me de asta ku artêşbûna jinê gihiştiyê, bandora ku vê li hemû cîhanê çêkirî, asta kelecan û hêviyê ne tenê ji aliyê tevgera jinê ve, ji derdorên demokratîk û lêgerînvanên azadiyê re bûye hevî. Gelek tişt hene ku pêş xistiye.

Jiyan dînamîk e, nasekine diherike. Têkoşîn jî wisa ye. Yanî di her carê de hin tiştên nû li xwe zêde dike û dewam dike. Ber bi pêş ve diçe û pêş dikeve. Çalakiya heval Zîlan ji bo sekna jinê, îrade û artêşbûna wê tiştekî ku mirov lê nevegere vekir. Bi xwe re hin tiştên nû afirand. Piştî wê partîbûna jinê pêş ket. Piştre bi KJK’ê re sîstema xwe avakirin, pêşxistin û asta rûniştina di sekna xweser de pêş ket. Di nava van pêvajoyan de weke hêza parastina jinê YJA Star jî xwe weke berdewama artêşbûna gihand astekî nû.

Hewldanên tasfiyegeriyê ya tunekirina tevgerê kêm zêde tê zanîn. Lê em xwendevanên heval Zîlan in. Nêzîkatiyên şaş ên ku hewl tê dayîn werin pêşxistin, xapandin gelekî mezin raber kirin. Ji ber ku em dizanin nirxên hatine avakirin, çawa bi asta şer û bi asta berxwedanê derketine holê. Em dizanin ku vê çawa guhertin ava kiriye û wê guhertinê çawa jiyan bedew kiriye. Me ev yek bi çavên xwe dît.

Her kesê dîmenên hevalên herî dawî li Mêrdînê şehîd bûne, temaşe kir. Tevlîbûna sekna gerîla wisa ye. Ev yek ji aliyê hemû qadên têkoşînê ve wisa ye. Yanî li hemberî vê faşîzma tarî, şêwazek din ê sekna me nabe. Ji bo me, Kurdan û gelan tişta diyarker têkoşîn e. Tiştek heye ku her kes bike. Bes bila rewş, sekin û helwesta xwe bi zelalî dane holê. Bila xwedî li nasname û hebûna xwe derkeve û pêdiviyên vê yekê bîne cih. Di rastiyê de banga heval Zîlan têkildarî vê yekê ye. Her kes vê bangê ji vî alî ve dest digire, li gorî wê nêzîkatî raber dike; em di vê baweriyê de ne. Ji ber ku seknek ji dervey vê, li hemberî ev qas nirxên hatine avakirin îxanet e. Vê yekê ne dem qebûl dike, ne jî şert û mercên heyî. Yan wê bi xapandinan te sîl bike, yan jî tu wê bi nirxan mezin bibî û pêş bikevî. Ji bo vê yekê sekna Zîlanê girîng e. Niha dewleta Tirk li her derê êrîşî jinan dike. Li hemberî vê yekê berdêlên ku em bidin, çi dibe bila bibe divê mirov li encamên ku ava bike binêre û li gorî wê tevlî bibe. Zîlan peyama vê yekê ye. Ev yek ji bo her demê derbasdar e. Lê ji bo vê demê hîn zêdetir derbasdar e. Em weke YJA Starê wê her tim şervanên fermandara xwe Zîlanê bin. Ji bo ku em ji jin û gelan re bibin ronahiya hêviyê, tişta ku ji destê me tê wê heta dawiyê pêk bînin, ji bo vê yekê wê bi hemû aliyên wê ve tevlî têkoşînê bibin. Em deynin holê ku em xwedevanên wê ne. Em di vê noqteyê de bi biryar in. Biryardariya me lehengên ku di van du salan de derketin pêş, derxist holê. Eger pêdiviya soza ku me daye wan be jî, em ê li gorî pêdiviyên vê bijîn. Em ê li gorî vê jî têbikoşin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar