KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan Vejîn: Ev ceng cenga me hemûyan e

Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn diyar kir ku cenga li Zap û Avaşînê li dijî dagirkeriyê tê meşandin cenga Kurdan hemûyan e, lewma divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne. Zîlan Vejîn destnîşan kir ku wê Peymana Lozanê di sedsaliya wê de têk bibin.

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Zap û Avaşînê, hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriyê re, sedsaliya Peymana Lozanê û têkoşîna gerîla ya li dijî van planan ji ANF’ê re axivî.

Zîlan Vejîn ev nirxandin kir: “Di serî de şerê ku bi berxwedaneke ezîm di pêvajoya dem dema azadiyê de bi pêş ve diçe, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi coş, kelecan û bi ruhekî pir mezin vî şerî bi pêş ve dibin û derbên pir giran li dijminê dagirker, faşîst ê dewleta tirk didin. Em van silav dikin. Her wiha hevalên ku bi ruhekî fedaiyane bi pêş ve çûn û di vî şerî de cih girtin, şehîd ketin, canê xwe dan bi bîr tînin, bejna xwe li ber têkoşîna wan ditewînin. Ji malbatên wan, civaka gelên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Êrişên dewleta dagirker a tirk a faşîst ku bi hevkariya xiyaneta PDK’ê ve bi pêş ve diçe şermezar dikin. Konsepteke li ser tevahiya civaka Kurd bi pêşengtiya xiyaneta PDK’ê de her roj ku diçe dixwaze vê kûr bike, di xiyaneta xwe de difetise weke konsepteke ku li hemberî giştî civaka Kurd e. Li dijî hemû destketî û nirxên gelê Kurd e. Esas êrişên ku 17’ê Nîsanê destpê kir ne tenê li ser herêma Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hemwext li ser her çar beşên Kurdistanê ev konsept hate destpêkirin, ev êriş hatin destpêkirin. Di heman demê de êriş li ser Kobanê hate kirin, li ser gerîlayên me yên YRK’ê yên li Asosê hate kirin. Di heman demê de bênavber ev êriş li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê têne meşandin. Qirkirinek di hêla siyasî, civakî, çandî de li ser gelê me yê li Bakurê Kurdistanê, li ser siyasetmedaran tê kirin. Bi vê şêwazî dixwazin dorpêçekê di hêla siyasî, leşkerî li ser civaka Kurdistanê û li ser Kurdan bi pêş ve biçin.”

‘Êriş bi hevkariya hêzên hegemon û PDK’ê têne kirin’

Zîlan Vejîn bi berdewamî wiha got: “Dewlet tirk armanca ku di sala 2021’ê de ji bo xwe diyar kiribû, konsepta ku ji bo xwe diyar kiribû bi ser nexist. Ji bo wê jî sala 2022’yan weke sala fînalê ji bo xwe dibîne. Ji xwe navê vê operasyonê kiriye operasyona ‘Pençe-Kîlît’. Em di sala 2022’yan de ne, derbasî sala 2023’yan bibin. Em di demeke dîrokî re derbas dibin. Çawa dijminên gelê kurd ev sal weke sala ji bo planên xwe, hemû planên xwe yên qirêj li ser kurdan bimeşîne, bi hemû hêzan re ketiye nava hevkariyekê. Ev êriş ne tenê dewleta kirk dike, hêzên hegemon weke hêzên NATO’yê piştgiriya wê dikin. Di heman demê de li herêmê jî hêzeke weke PDK a xayin di nav de cih digire, rê jê re vedike. Ji bo wê jî esas dewleta kirk bi vê xwînrijandinê, bi şerkirinê dixwaze temenê xwe dirêj bike û bi vê şêwazê derbasî sala 2023’ê bibe.”

‘Tenê roleke PDK’ê li Kurdistanê heye: hevkarî û nokeriya bi dijmin re’

Vejîn di berdewamiya axafitna xwe de bal kişand ser rola ku ji PDK’ê re hatiye dayîn û ev tişt anî ziman: “PDK jî tenê roleke xwe heye li Kurdistanê. Rola hevkariya bi dijmin re ye. Nokertî û xiyanet e. Nefes bi xiyanetê digire û dide, nefes bi hevkarî û nokeriya bi dijmin re digire û dide. Malbata Barzanî di şexsê kesayetên weke Mesrûr de, weke Nêçirvan de, weke Mesûd de ev yek diyar bû. Mesrûr di rewşeke ewqas aloz, ewqas dagirkerî heye li ser Kurdistanê derbasî welatên derve bû ku dîplomasiyê bike. Li Londonê ku ciwanên kurd bi şêwazê, ruhê fedaiyane, ruhekî berxwedêr li hember wî helwesta xwe diyar kir. Çawa rayedarekî kurd biçe di nava welatê Îngiliza de polîsên Îngilîzan wî biparêze. Ji ber siyaseta ku dike, hevkariya ku bi dijmin re kir, vê yekê sekna wî da diyarkirin. Ev yek ji bo malbata Barzanî rewşeke bi êş e, rewşeke ku ji bo xwe diyar kirine, gav bi gav bi pêş ve diçin nava xiyanetê û tê de difetisin.”

‘Hem ji bo dijmin hem jî ji bo gelê kurd şerê man û nemanê ye’

Vejîn wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dijminê xwe nas dikin. Dewleta tirk dijminê hemû kurdan e. Erdogan her kurdekî azad li ku bibîne êriş dike. Mexmûr, Şengal, Rojava, Rojhilat, Bakur, Başûr bi vî şêwazî hemû kurd daye ber xwe û êriş dike. Ji ber vê yekê kurd hemû divê hêza xwe bikin yek, bi aqil, helwest û têkoşîneke hevbeş, bi berxwedaneke hevbeş em pêşî li vê dagirkeriyê bigirin. Pêşî li vê destdirêjiya li ser axa me, li ser nirxên me têne kirin em bigirin. Em xeta PDK’ê li Kurdistanê tune bikin. Çiqas PDK hebe ewqasî jî dijminê kurdan wê bixwazin destdirêjiyê li Kurdistanê bike. Çawa ku Fermandarê NPG’ê Birêz Mûrat Karayilan da diyarkirin, ev şerê hebûn û tunebûnê ye. Şerê hemû kurdan e, divê hemû civaka kurd hemû dostên kurdan vê yekê bi vî rengî binirxînin. Hemû ciwanên kurd, jinên kurd divê li ser vî esasî tevbigerin. Şerê hebûn û tunebûnê ye. Ji bo wê jî em xwedî vê hêzê ne, xwedî vê derfetê ne di sala 2022’yan de di sala dem dema azadiya fîzîkî ya Rêbertî de beşdarî vê pêvajoyê bibin.”

‘Gerîla bi rola xwe radibe, divê gelê me jî bi heman rolê rabe’

Di berdewamiya nirxandinên xwe de Vejîn wiha got: “Ev êriş tenê li ser Başûr nîne, tenê li ser PKK’ê û HPG’ê nîne. Ev êriş wê li her derê were kirin. Li ku derê valahiyekê bibînin wê bixwazin encamê bigirin. Ji bo wê di serî de hemû gelên me yên li beşên Kurdistanê, ger em pêşî li dagirkeriyê negirin, berxwedana ku pêwîst dike raber nekin weke gerîla ku gerîla niha rola xwe dilîze, gelê me jî li Kurdistanê vê rolê nelîze wê Rojavayê Kurdistanê wê şoreş nekeve nava parastinê. Wê garantiya parastina Şoreşa Rojava nemîne. Di heman demê de rewşa Bakurê Kurdistanê li ber çavan e. Her roj qirkirin heye, zindan bi mirovan tijî ne. Di heman demê de em Başûrê Kurdistanê dibînin, siyaseta PDK’ê gelê Başûrê Kurdistanê fêrî koçberiyê kir. Fêrî bêkariyê kir, fêrî bêkedî kir. Dixwaze fêrî bêberxwedanê bike. Divê gelê Başûrê Kurdistanê jî vê zanibe û li ser vê esasê helwesta xwe diyar bike.”

‘Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê mîna pêvajoya Kobanê divê tevlî vê cengê bibin’

Zîlan Vejîn bal kişand ser rol û pêywira ku dikeve ser milên ciwanan jî û ev tişt anî ziman: “Di heman demê de gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê jî bi rol û mîsyona xwe beşdar bibe. Bi erka xwe ya demê rabe. Bi taybetî çawa ciwanên Rojhilatê Kurdistanê di dema Kobanê de bi ruhekî pêşengtî beşdar bûn, bi rastî Kobanê rizgar kirin û xistin nimûneyek têkoşîna gelan, di heman demê de çawa ciwanên Rojhilatê Kurdistanê li Efrînê, şerê Girê Spî û Serêkaniyê beşdar bûn divê tevlî vê cenga hebûn û tunebûnê jî bibin. Ev ceng cenga me hemûyan e, cenga Başûr, Bakur, Rojhilat, Rojava ye. Cenga hemû kurdan e. Cenga jinan e, ciwanan e, rewşenbîrên Kurd e, hunermendan e, siyasetmedaran e. Ji bo wê jî her kes berpirsyar e. Her kes li qada xwe, li cihê ku derfeta xwe heye têkoşînê bike. Siyasetmedar bi siyasetê, rewşenbîr bi rewşenbîrtiya xwe, ciwan bi tevlîbûna li nava refên gerîla bi şerkirin û têkoşînê, dayik, jin li cihê ku her derfetên xwe heye helwesta xwe, yekîtiya xwe xurt bikin. Vê siyaseta PDK’ê rusva bikin. Pêşî li vê dagirkeriyê bigirin. Bi vî şêwazî em dikarin pêşî li dagirkeriyê bigirin.”

‘Em ê Peymana Lozanê di sedsaliya wê de têk bibin’

Vejîn axaftina xwe wiha domand: “Em di serdemeke hesas re derbas dibin. Em derbasî sala 2023’yan dibin. Sala 2023’yan sedsaliya Lozanê temam dibe. Sedsaliya Lozanê tê wê wateyê ku careke din planên nû li ser kurdan pêk werin, parçekirina Kurdistanê ne tenê bi sînoran, dixwazin bi armancên cuda destketiyên kurdan, nirxên kurdan bixin bin hegemonya xwe. Em ê bi serketin derbasî sala 2023’yan bibin. Em ê Peymana Lozanê têk bibin. Em ê hemû dagirkeriya li ser axa Kurdistanê ye bi ruhê ciwanan bi pêşengiya jin û ciwanan em ê têk bibin. Di sala 2021’an de dewleta tirk, Erdogan şikest. Îrade şikest, hêz belav bû, di sala 2022’yan de jî em ê têk bibin. Sala 2021’an bû şikandin, sala 2022’yan wê bibe têkbirin, sala 2023’yan jî wê ji bo kurdan bibe serketin. Ev jî bi ruhê serketinê, bi ruhê berpirsyartiyê eger her kes tevbigere em ê bi dest bixînin. Berxwedanî û têkoşîna ku Rêber Apo 23 sal in di nava tecrîdeke girankirî de bi rê ve diçe, berpirsyariya me ev e. Eger em dixwazin beşdarî pêngava dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin, ev dem ev dema ye ku her kes bi vî ruhî beşdar bibe. Divê her kes vê baş bixwîne û bi vî hîsî bijî. Bi dehan bi sedan keç û xortên Rojhilatê Kurdistanê niha li Behdînan, li Avaşîn, li Kurojahro, li Zap, li Şikefta Birîndara şer dikin, têkoşîn dikin. Beriya 2 rojan hevalekî ji Selmasî şehîd ket. Lewma berpirsyariya me heye. Kes nikare bêje ev şer ne şerê me ye. Her kes para xwe ji vî şerî digire,  her kes jî berdêla vî dide. Ji bo ev berdêlên ku em didin bigihêje serketinê, ji bo ku şehîdên em didin di oxira van şehîdan de em azadî û serketinê bi dest bixin, wê demê divê her kes berpirsyarya xwe pêk bîne. Hêzên kurdî bi siyaseta xwe, bi helwesta xwe vê dikarin bikin.”

‘Hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê divê li dijî dagirkeriyê bibin yek’

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: “Kurdan her tim bi parçebûna xwe derfet dane dijmin. Di serî de hêzên rojhilatê Kurdistanê û hemû hêzên li Kurdistanê têkoşînê dikin ji bo azadî, aştî û demokrasiyê divê li gel hev, bi helwesteke hîn radîkal, bi helwesteke zelal bêyî ku bikevin nava fikarên hizbî, nav fikarên şexsî, li ser esasê berjewendiyên şexsî nêzîk bibin, divê helwesteke radîkal bi hev re bidin nîşandan. Ji bo wê jî kî di vê demê de rola xwe bilîze, li pêşiya vê dagirkeriyê helwesta xwe bide diyarkirin, tê wê wateyê ku erka xwe ya dîrokî jî beşekê jî be pêk tîne. Em di wê baweriyê de ne. Li ser vî esasî, li ser vê biryarê ne ku em ê bi hêza xwe, bi hêza xwe ya cewherî, bi hêza xwe ya şerê gel ê şoreşgerî, gel û gerîla bi hev re wê vî dijminî têk bibe, wê serketinê jî bi dest bixîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar