Dagirkeriya dewleta tirk a li Efrînê salek li pey xwe hişt. Di nava salekê de dewleta tirk bi hezaran kes qetil kir, bi sedhezaran kes koçber kir û dizî, talan û wêraniyeke mezin li Efrînê pêk anî. Dewleta tirk li Efrînê guhertineke mezin a demografyayê kir û hewl dide veguherîne bajarekê tirkan
Hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê yên El Qaîde, El Nusra, DAIŞ, Ehrar El Şam, OSO û hin komikên noker ên kurd di roja 18’ê adara sala 2018’an de Efrîn dagir kir. Dewleta tirk a ku li ser erêkirina hêzên navdewletî bi taybet jî bi koordînasyona Rûsyayê û bi çekên NATO’yê bi hovane êrîşî Efrînê kir, rastî berxwedaneke mezin hat. Di dema êrîşê de hovîtiyên nedîtî li dijî gelê Efrînê hat kirin lê hemû cîhanê çavên xwe girtin û xwe li kerrbûn û li laletiyê danî. Gelê Efrînê tevî şervanên xwe 58 rojan li dijî êrîşan bi lehengî li ber xwe da û navê berxwedanê jî kirin Berxwedana Serdemê.
Dewleta tirk a ku tevî çeteyên xwe ketiye Efrînê li herêmê talan û wêraniyeke mezin pêk anî. Çeteyên ku ketine gund, navçe û navenda Efrînê ji diziyê heta revandin, kuştin, îşkencekirin, tacîz, tecawiz û gelek binpêkirinên din kirin. Ji roja destpêkê ve dewleta tirk di çarçoveya guhertina demografyaya herêmê de bi sedhezaran efrînî li ser axa wan koçber kirin û xwest ku bajar veguherîne cihekî ereb û tirkmenan.
Polîtîkaya guherandina demografyaya Efrînê
Ji ber êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê bi sedhezaran efrînî ji bajarê xwe koçber bûn. Der barê vê polîtîkayê de gelek saziyên navxweyî û navneteweyî rapor amade kirin. Yek ji van saziyan jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê bû. Li gorî daneyên vê saziyê, di 18’ê adara sala 2018’an de 350 hezar sivîl ji Efrînê derketin. Her wiha gelek malbat jî ji ber zext û zilma dewleta tirk û çeteyên wê koçber bûn. Dewleta tirk li şûna gelê Efrînê, çete û malbatên wan ên ji Xûta, Dera, Idlib û deverên cuda bi cih kirin. Bi vê yekê xwestin ku demografyaya Efrînê bi temamî biguherînin.
Zêdetirî hezar û 139 malbatên ereb anîn Efrînê
Li gorî daneyan, bajarê Efrînê ku hema hema temamiya şêniyên wê kurd bûn niha tenê ji sedî 20 kurd lê mane. Bi van daneyan re jî diyar dibe ku ji destpêka Sûriyeyê heta niha bajarê herî zêde demografyaya wê hatiye guhertin, Efrîn e. Ev yek bi hevkariya dewleta tirk û Rûsyayê pêk hat. Tê gotin ku herî kêm hezar û 139 malbatên ji Xûta û Deraayê li navçeyên Efrînê yên Cindirês, Şêrawa, Mabata û Bilbilê hatine bicihkirin.
Kiryarên faşîzmê
Dewleta tirk tenê bi vê yekê re jî bi sînor namîne. Di nava salekê de nasnameyên şêniyên Efrînê guherand û nasnameyên xwe li ser wan ferz kir. Di heman demê de navên kolanan, qadan û saziyên giştî jî bi zimanê tirkî guherandin. Li dibistan, sazî û hema hema li her deverekê ala dewleta tirk daliqandin û wêneyên Erdogan belav kirin. Li dibistanan zimanê tirkî hatiye ferzkirin û li ser cilên zarokan jî ala dewleta tirk heye. Her wiha navê Qada Newrozê weke ‘Qada Selahedîn’, navê Qada Wetenî weke ‘18’ê Adarê’ û Qada Kawayê Hesinkar jî weke ‘Qada Şaxê Zeytûnê’ hatiye guherandin. Her wiha navê gelek gundan jî hatine guherandin û navên osmanî lê hatine kirin. Dagirkerên li Efrînê herî kêm 22 gund, mezar û cihên êzidiyan hilweşandin. Niha jî ji bo ku deng bidin Erdogan, nasnameyan didin şêniyan.
Revandin û kuştin
Hêzên dagirker ên li Efrînê, ji destpêka dagirkeriyê heta niha bi awayekî sîstematîk kiryarên revandin û kuştinê xistin meriyetê. Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, di nava salekî de 2 hezar û 600 kes hatin revandin û çarenûsa hezar sivîlan nayê zanîn. Li gorî Platforma Hiqûqnasên Sûriyeyê ya Parastina Efrînê, di nava salekê de nêzî 3 hezar bûyerên revandinê pêk hatin û dagirker pereyan ji malbatên wan dixwazin. Ji endamên platformê Evîn Hac Hemo da zanîn ku wan belgeyên 50 bûyerên revandina jinan û 55 jî yên destdirêjiyê radestî rêxistinên derve kirine. Ev binpêkirine li Efrînê rojane didomin. Herî dawî jî li Qada Azadî ya Efrînê jinek ji hêla çeteyan ve hate kuştin.
Dizî û talan
Diziyên artêşa tirk û çeteyên wê yên li Efrînê, hema hema ji hêla hemû cîhanê ve hate dîtin. Bi sedan wêne, dîmen û belgeyên diziyên wan di çapemeniyê de hatin weşandin. Dagirkerên ku ketine Efrînê ji şêlandina dikanan heta dizîna mal, erebe û zeytê, hema hema her tişt dizî. Tiştê ku dizîn jî li bazarên Cerablus, Bab û Ezazê firotin. Di heman demê de bi îşkence û zextê şênî ji malên wan derxistin û dest danîn ser malên wan. Lê mezintirîn dizî ji hêla dewleta tirk ve hate kirin. Dewleta tirk dest danî ser berhemên salekê yên zeytûnan û bi rêya deriyê sînor ê li gundê Hemam ê Cindrêsê jî derbasî Tirkiyeyê kirin.
Tirkiyeyê zeyt dizî û firot
Li Efrînê nêzî 18 milyon darên zeytûnê hene û salane herî kêm 270 hezar ton zeyt lê tê hilberandin. Dewleta tirk dest danî ser hilberîna salekê. Dewleta tirk bi rêya hin şîrketan zeyta Efrînê firot Spanya, Îtalya û Sûriyeyê. Hat ragihandin ku bi vê yekê re dahata dewleta tirk a zeytûnan gihaştiye 130 milyon dolaran. Di heman demê de dewleta tirk gelek darên zeytûnan, darên daristanan û zeviyên genim şewitandin.
Berhemên dîrokî yên Efrînê li muzexaneyên Tirkiyê ne
Êrîşkariya dewleta tirk bêgumen ne tenê li hemberî xweza û gelê Efrînê bû. Her wiha ji bo tunekirina dîroka gelê Efrînê jî êrîşkariyeke bêeman hat kirin. Di vê çarçoveyê de artêşa tirk a dagirker gelek şûnwar û deverên dîrokî ku di lîsteya UNESCO’yê de bûn bi zanebûn rûxandin. Deverên Eyndara, Nebî Hûrî, Medreca Romanî, Dêr Mişmiş û gora Marmaron tenê ji van çend mînakin. Di heman demê de dagirkeran gelek tiştên dîrokî jî firotin an jî birin Tirkiyeyê. Hevseroka Komîteya Şûnwaran a Efrînê Esmehan Ehmed têkildarî mijarê axivî û da zanîn ku li Efrînê nêzî 75 girên dîrokî hene û dewleta tirk hema hema hemû gir kolandine û li berhemên dîrokî geriyaye.
Herî kêm 16 hezar parçe hatin dizîn
Rêveberê Şûnwar û Muzexaneyan ê Sûriyeyê Mehmûd Mihemed Elî da zanîn ku leşker û hin karsazên tirk bi alîkariya MÎT’ê li şûnwarên Sûriyeyê geriyane û nêzî 16 hezar parçe ji Sûriyeyê bi taybet jî ji Efrînê dizîne. Elî got ku tiştên hatine dizîn niha di muzexaneyên Tirkiyeyê de tên pêşkeşkirin.
Sîstema sîxurtiyê
Her wiha dagirkerên tirk li Efrînê hesinên xeta trênê ku ji gundê Meydan Ekbes ê Racoyê ber bi Kefercenê û Qitmê yên Şerayê ve dirêj dibûn rakirin û firotin bazirganên Ezazê. Ji bo kontrolkirina şêniyên Efrînê jî, li her gundekî bi navê keyatiyê sîxurek hatiye bicihkirin. Ev kes liv û tevgera welatiyan dişopînin û raporan didin MÎT’ê. Li dijî van sîxuran jî hêzên şoreşger ên Efrînê çalakiyên cuda li dar dixin.
Der barê binpêkirinan de hişyarî
Li dijî van binpêkirinan, li bakur û rojhilatê Sûriyeyê gelek çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de bang li cîhanê hat kirin ku dewleta tirk ji Sûriyeyê derxînin û ji gelê Sûriyeyê hat xwestin ku piştgiriyê nedin dewleta tirk. Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava jî di 2’yê kanûna sala 2018’an de bi dirûşma ‘Qirkirina Nîjadî û Guhertina Demografîk a li Efrînê’ komcivînek li dar xist. Di komcivînê de kiryarên dewleta tirk ên li Efrînê hatin aşkerakirin.
‘Efrîn bûye zindanekî mezin’
Di heman demê de komîteya navdewletî ya lêpirsînê li Sûriyeyê jî di rapora xwe de kiryarên biêş ên ku dewleta tirk li Efrînê dike, aşkera kir. Di raporê de qala kuştin, revandin, dizî û talana ku çete û leşkerên tirk li Efrînê dikin tê kirin. Di raporê de tê gotin ku ewlehî û aramî li Efrînê nîne. Tevî ku bi hezaran binpêkirinên dewleta tirk hatine belgekirin jî, ji ber ku rêxistinên hiqûqî û mirovî nikarin biçin Efrînê hîn bi hezaran binpêkirinên din nayên zanîn. Welatiyên ji Efrînê derdikevin, Efrînê weke ‘zindanekî mezin’ pênase dikin. Endama Platforma Hiqûqnasên Sûriyeyê ya Parastina Efrînê Evîn Hemo daxuyand ku ji sedî 90 binpêkirinên dewleta tirk ên li Efrînê hîn nayên zanîn. Hemo bang li civaka navdewletî kir ku komîteyeke serbixwe biçe Efrînê û lêkolînê bike. ANHA