Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Ziman hebûna mirovan e

TJA'yê di daxuyaniya xwe ya derbarê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî de diyar kir ku perwerdeya bi zimanê zikmakî maf e, ziman nasname û hebûna mirovan e

Navenda Nûçeyan

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de TJA’yê bal kişand ser girîngiya zimanê zikmakî û di daxuyaniyê de wiha hat gotin:”Axa Mezopotamyaya ku warê çand û zimanan e, di dirêjahiya dîrokê de ji gelek şaristaniyan re dergûşî kiriye di encama polîtîkayên ‘yekparêz’ ku bi salan e tên sepandin bi tevahî bûye wek çolistanekê. Li gelek deverên cîhanê, çînên serdest ji bo astengkirina pêşketinên civakî pêşî dest avêtine mijara perwerdehiya bi zimanê zikmakî, dewlemendiyên çandî talan kirine, derveyî zimanê fermî perwerdehiya bi zimanên din qedexe kirine û polîtîkayên bişavtin û biyanîbûniya arasteyî çand û zimanên cihêreng xistine jiyanê.

Perwerdehiya zimanê zikmakî maf e

Danezana mafên kesên ku mensûbên hindikahiyên Neteweyî an jî Nîjadî, Olî û Zimanî ya Lijneya Giştî ya Neteweyîn Yekbûyî ku bi dîroka 18’yê kanûn 1992 û bi biryara hejmar 47/135 hatiye weşandin di mijara zimanê zikmakî de ku Tirkiyeyê jî erê kiriye berpirsiyariyê dide dewletên alî û hatiye destnîşankirin ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî heq e, berpirsiyariya di perwerdehiyê de wekheviya fersendê û di hêla wekheviya cikavî de dabînkirina perwerdehiya bi zimanê zikmakî dahiye ser wan dewletan.

Lê, zihniyeta qedexeker ku bi salan e bawerî, çand û zimanên li Mezopotamyayê kiriye wek hedef, îro ji hêla AKP’ê ve tê domandin. Feraseta dewlet û desthilatiya tekparêz, ketiye rewşa domkerê sepaneke bi ‘yek zimanî’. Di sedsala 21’emîn de Tirkiye hê jî wek welatekî bi kirinên xwe yên wek tunebûna mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî, ji hêla rayedarên gelemperî û saziyên fermî ve qedexekirin û astengkirina bikaranîna ziman didomîne. Ev rewş di hêla mafên mirovan de wek destek û mijara şermê ye.

Hewl didin kurd têk biçin

Di demên dawî de pêvajoyeke bi qirkirina jinê, qirkirina ziman, qirkirina çandê tê jiyandin. Tirkiye li hêlekî bi welatbûna xwediyê diyarkirina cejneke ji zarokan re ku li cîhanê tekane ye, ji hêla din ve bi qasî ku bi paranoyake ‘dê welat dabeş bibe’ qedexeya axaftin û perwerdedîtina bi milyonan zarokan a bi zimanê zikmakî nêz bibe dikare fikrên ‘derçaxî’ derpêş bike û daxwazên perwerdehiya bi zimanê zikmakî wek ‘sûc’ qebûl dike. Lê em dizanin ku, ji hêla dewletê ve li Kurdistanê qedexekirina zimanên zikmakî yên wek kurdî, erebî, suryanî û bi pergala perwerdehiya heyî li zarokan ferzkirina tirkî ji bo zarok ji zimanê xwe, çanda xwe, nasnameya xwe bi kurtasî ji hebûna xwe re bibin biyanî û werin bişaftin parçeyek rêbazên şerê taybet e ku tên bikaranîn. Bi taybetî li Kurdistanê, li şûna hevserokên ku bi îradeya gel hatine bijartin di encama tayînkirina qeyûman a li şaredariyan bi sedan saziyên ziman hatin girtin, sazî û atolyeyên ku jinên mayîndekirina zimanên zikmakî dabîn dikin tê de cih digirin hatin girtin an jî bê erk hatin hiştin jî encama van polîtîkayan e. Li Kurdistanê bi rêbazên şerê taybet êrîş li çand û zimanê hemû civakê tê kirin û her cure rêbazan hewl tê dayîn jinên kurd û gelê kurd têk biçin an jî bi rêbazên tundî polîtîkayên vê şerê taybet tê berdewamkirin.

Pêla êrişa ya li hember zimanê kurdî

Fatma Altinmakas a ku li navçeya Melezgîra Mûşê rastê tecawizê hat û ji bo gilîkirinê çû qereqolê ji ber ku tirkî nizane û nikare bi zimanê xwe jî gilî bike gilîkirina wê nayê qebûlkirin û di encamê de tê qetilkirin û gelek jinên din tune tên hesibandin, tundî û lêferzkirinên pergalê mahine. Ji hêla desthilatiya faşîzan ve lêferzkirina yekzimanî û kişkişandina nîjadperestiyê dibe sedem ku li hember zimanê kurdî pêleke din a tundiyê pêk were. Wisa ku ji ber xizanîkirina Kurdistanê ya bi hişmanediya kurdên ku ji bo xebatê diçin bajarên din em dibin şahidê nûçeyên lînçkirin heta kuştina wan a ji ber axaftin an jî strandina wan ya bi kurdî. Netewedewleta ku polîtîkayên bişaftina ku sûcekî mirovahiyê ye organîze dike, li erdnîgariya kurdan navê cihan digeherîne û dest bi qirkirina çandî kiriye, em dizanin ku dema bigihîje hedefên xwe yên bişaftin û dejenerekirinê jî dê vê entegrasyonê bişopîne.

Ziman nasname mirovan e

Ziman nasname û hebûna mirovan e, di heman demê de hebûna neteweyekî ye. Gelê ku zimanê xwe yê zikmakî winda kiribe tevî bişaftinê bi demê re dibe mehkûmê tunebûnê jî. Ji ber vê yekê em dê wek jinên kurd, li hember polîtîkayên bişaftinê ku li ser zimanê kurdî didomin û di heman demê de li hember otobişaftinê têbikoşin û zimanê xwe nifş bi nifş derbasê yên din bikin. Wek gelek jinên ku bi zimanê xwe diaxivin û digel ku dûçarê her cure tundiyê dibin jî dev ji zimanê xwe bernedane em dê jî zimanên xwe biparêzin û bi pêş ve bibin û tu car dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em jin; careke din dubare dikin ku em dê li hember her cure tundiyê, qirkirina çandî, bişaftin û bîyanîbûniyê têbikoşin, heta dawiyê zimanê xwe, çanda xwe, hebûna xwe û azadiya xwe biparêzin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar