Shevê-Kurdistan dibêje: “Ziman mifta ji bo têkilî danîna di navbera mirovan de ye.”
Ez gelek caran rastî nivîs û hevpeyvînên di derbarî zimanê kurdî de têm. Her kes fikir û ramanên xwe tevî rexneyên xwe tînin ziman. Lê herî rexnên zêde ji bakurê Kurdistan û derveyî welat ango ji diaspora tên. Gorî tê texmînkirin li Ewropayê bi milyonan kurd dijîn. Lê ji ber ku nasnameya kurd nayê qebûl kirin, kurd wek ereb, tirk, ecem tên hesibandin.
Kurdên ji welat derketine ji ber sedemên aborî an jî ji ber şerê dagirkeran bûne penaber. Biqasî tê zanîn koçberiya kurdan a yekem di salên 1960’an da bi peymana navbera Almanya û Tirkiyeyê de dest pêkiriye. Ev peyman ji bo karkeran hatiye girêdan.
Piştî darbeya di 1980’an de penaberiya duyem destpêkiriye.
Bi êrîşên dewleta tirk di salên 1990’î de penaberiya sêyem destpêkiriye. Piştî di 1990’î de gund ji hêla dewletê ve hatin şewitandin. Li bakurê Kurdistanê gelek kurd hatin revandin û bi mehan agahi jê wan nehat girtin. Ew kesên hatin revandin an jî binçavkirin bi mehan di îşkencexaneyên dagirkeran de man.
Bi şev û roj bi rêbazên li dijî mirovahiyê tundî, îşkence û tecawîz dîtin. Ev kesên di bin van zordestiyan de derbas bûn piştî ku hatin berdan berê xwe dan derveyî welat.
Penaberiya çaran di sala 2012’yan de bi şerê Sûriyeyê destpê kir hîn jî berdewam dike.
Bi kurtî û kurmancî bi milyonan kurd li derveyî welat dijîn. Em wek kurd hem pirsgirêka ziman hem a nasnameyê dijîn. Welatên dagirker çawa em nas nedikirin, nasnameya me qebûl nedikirin, ev welatê em hatine jî me nas nakin. Ji ber gelek sedemên wisa em li her dera cîhanê rastê gelek pirsgirêkan tên yek jî van jî pirsgirêka zimanê dayikê ye.
Gerek neyê ji bîr kirin ku zimanê dayikê hebûna mirov e. Vegotina hest û ramanên mirov e. Ziman sembola netewebûnê ye. Divê saziyên kurd jî vê erka xwe bi cih bînin û hevbeş ji bo zimanê kurdî kar bikin. Da ku gelê kurd jê sûd werbigire. Wekî din di parastina zimanê kurdî de divê rewşenbîr, sazî, pisporên ziman û malbat rola xwe baş bilîzin.
Divê neyê jibîrkirin ku zarok an jî ciwanên me piranî dema xwe li dibîstanan derbas dikin û li wir jî bi zimanê din perwerde dibînin. Tenê di mal de axaftina zimanê zikmakî têrê nake. Lewra em li zimanê xwe xwedî dernekevin dibe zimanê me di salên pêş de, ji hêla zarokên me ve were jibîrkirin.
Heger em rêbazên xwe biguherînin em ê di hêla perwerdeya ziman de serkeftî bin. Derfetên li ser platforma dîjîtalê her diçe zêde dibin. Zarokên nikarin biçin qursên ziman dikarin li ser tora civakî (Youtube, Instagram, Whatsapp) tev li komên dersan bibin.
Wekî din gelek sazî û kes li ser tora Zoomê dersên kurdî didin. Ya ku herî bala min dikişîne û ez pê kêfxweş dibim rojane rastê kesen ku tora civakî aktîf bikar tînin û bi kurdî vîdeoyan û nivîsan parve dikin. Ev ji bo kesen ku ji kurdî ya xwe nebeledin dibe mînakek baş. Da ku ew jî hewil bidin bi kurdî binivîsînin an jî nerînên xwe parve bik
Ji kerema xwe henekan bi kesen ku kurdî dinivîsin nekin. Ji ber ku her kes gorî zanebûna xwe dinivîse an jî devoka xwe bi kar tîne, gotina gorî we şaş, dibe gorî wê devokê rast be. Heger di rêziman û hevokan de şaştî hebin hûn dikarin sererast bikin. Lê wekî din bihêlin bila kurdîhez zêde bin.