Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Ziman pêş nekeve netewbûn jî pêş nakeve

Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurd Eyyup Sûbaşi diyar kir ku ziman bîr û dîroka miletan e û ji bo parastina ziman statû şert e

Navenda Nûçeyan

Gelê kurd bi dehan sal e ji bo zimanê wan winda nebe û li dijî polîtîkayên bişaftinê yên dewletê têdikoşin. Wek her sal gelê kurd îsal jî bi boneya 21’ê Sibatê Roja Cîhanê ya Zimanê Zikmakî daxwaz dikin ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bibe xwedî statûyek fermî.

Subaşi da zanîn ku di bingeha netewan de ziman heye û wiha got: “Netew li gorî zimanê pêdiaxivin tên binavkirin. Ziman bîr û dîrok e. Bîra netewan a bi sedan sal xwe di zimanê wan de dide der. Di pey her peyvek ziman de felsefeyek û danehevek sed salan heye. Yek ji xalên sereke yên ku netewê ava dike jî ziman e. Heta ku ziman li pêş nekeve netewbûn jî li pêş nakeve.”

Dixwazin kurdî tune bikin

Sûbaşi destnîşan kir ku di taybetmendiya karekterê homojen yên netewe dewletan de ji bilî zimanê xwe hewldana zimanên din ji holê rakin heye û got: “Li ser vê erdnîgariyê ji bilî tirkî, zimanê kurdî, erebî, ermenkî, lazî, abhazî û gelek zimanên din tên axaftin. Ji van zimanan herî zêde kurdî tê axaftin û hebûna xwe didomîne.  Jixwe ji ber ku tirkî zimanê fermî ye pirsgirêkek wê nîne. Kurdî ji bo tune nebe li ber xwe dide. Kurdî ji ber ku ji aliyê girseyek pirr mezin ve tê axaftin, lewma xwe diparêz e. Zimanên din ya tune bûn an jî bi tunebûnê re rûbirû ne.”

Sûbaşi bal kişand ser xetereya zimanê kurdî ku pê re rûbirû maye û got: “Heke wek rewşa niha ku berdewam bike meriv ji bo siberojê nikare bêje ku wê kurdî jî hebûna xwe biparêz e. Ji bo vê yekê divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Berevajî vê yekê wê kurdî tune bibe. Îro nebe jî wê sibê nebe. Xetereya li ser zimanê kurdî berdewam dike. Ji bo zimanê kurdî ango zimanên din statû şer te.”

‘Bang têr nakin’

Sûbaşi girîngiya 21’ê Sibatê jî nirxand û got: “Saziyên navnetewî saziyên ku ji aliyê netew dewletan ve hatine avakirinê ne. Ev dewlet li aliyekî li ser zimanan polîtîkayên tevkujiyê birêve dibin li aliyê din jî bi destê van saziyan bangên parastina zimanan tê kirin. Dema meriv li vê yekê dinêre ev yek bi nakokî ye. Saziyên navnetewî li şûna banga bikin divê ji bo gavên pratîk bixebitin û mekanîzmayan ava bikin. Komkujiya ziman tenê bi bangan nayê rawestandin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar