Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Ziman û zeman

Meseleya Tirkiyeyê, bi kurdan re nîne! De başe, meseleya AKP’ê bi kurdan re heye? Na, heşa! Herî dawî Nêçîrvan wisa ferman da. Li gorî Nêçîrvan, li Tirkiyeyê kurdî qedexe nîne, kurd rastî êrîşên rûmetşikandinê nayên, zarokên kurdan nayên kuştin, şaredariyên kurdan-welatê kurdan nayê dagirkirin, girtîgeh bi kurdan nehatine tijîkirin, erdnîgariya kurdan rastî êrîşên talankirin û wêrankirinê nayên.

El însaf. Êrîşên serdestan na, xemsariya birayan, piştgiriya wan a dagirkeriyê dilê mirov kul, pişta mirov dişkîne. Rastî û heqîqet encax ewqas tê berovajîkirin. Lê ne xem e. kurd xerîbê vê yekê nînin. Hin derdor çiqas rastiyê berovajî bikin jî gelê kurd rastiyeke nû, rastiya serkeftin û serfiraziyê diafirîn e. Dîrokekî nû dinivîsin.

Gelê Kurd îro weke hêzeke sereke di rojeva cîhanê de ne. Wekî têkoşerên azadiyê, wekî dostên gelên bindest, wekî mizginiya azadiyê tên nasîn. Kurd berê bi tenê bûn îro bi têkoşîna xwe dostên xwe zêde dikin. Kurd ji sed salan zêdetir e, rastî êrişên asîmilasyon û tunekirinê tên. Lê ew mezinbûn. Zimanê xwe azad dikin.

Îro zimanê kurdî di nav zimanên cihanê de cihê xwe yê bi rûmet girtiye. Ewil twîtterê kurdî wekî zimanekê fermî qebûl kir û hilda nav zimanên cihanê. Stranên kurdî li çar aliyên cîhanê tên gotin û dibin sedema kêfxweşiyê. Herî dawî berdevkê Koalisyona Navneteweyî ya Dijberê DAIŞ’ê Myles Caggins, derbarê civîna di navbera koalîsyon û HSD parvekirinên kurdî kir. Caggins, di heman parvekirina xwe de ji kesên ku di êrîşa Qamişlo de hatine kuştin jî sersaxî xwest. Berê jî polisên alman piştî xwepêşandeke piştgiriya Rojava parvekirinek bi kurdî kiribû.

Zimanê kurdî dibe zimanê cihanê lê partiyên serdest, tehamula zimanê me nakin. Çend roj berê dema ku parlamenterê HDP’ê Erdal Aydemîr li meclisê dimilkî axivî, rastî bertêkên AKP, MHP û ÎYÎ Partî hat. İyi partî li ser vê yekê meclîs terikand. Di belgeyên meclisê de hîn kurdî wekî “zimanê nayê zanîn” tê binavkirin.

Neyartiya wan a li hemberî kurdî berfireh e, dîrokî ye. Navên cîh û warên kurdî hatin gûhertin. Bi polîtikayên qeyûman tabelayên kurdî hatin daxistin. Hîn kurd nikarin bi zimanê xwe navên zarokên xwe binivîsin.

Êdî dem û dewran guherî, zeman zemanê gelê kurd e. AKP û MHP hebûna xwe li ser tunebûna gelê kurd avakirine. Têkçûna wan jî dê azadiya kurdan pêk bîne. Êdî qedexekirina wan a zimanê kurdî bê qîmet e. Bila ew tune bihesîbînin, êdî kurdî zimanê cihanê ye, zimanê tekoşîna gelan e , zimanê jiyaneke nû ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar