Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev mijar di rojevê de ye. Kurd li Tirkiyeyê dixwazin ku zimanê wan bibe zimanê perwerdeyê. Ji bo vê yekê jî gelek bang têne kirin û peyam hene. Lê tişta ku bala min dikişîne piraniya kesên van peyaman didin û daxwazan derdixin pêş jî tu têkiliya wan bi têkoşîna ji bo ziman re çênebûye.

Li gorî min zimanê kurdî ne tenê axaftina bi kurdî ye. Ji ber ku zimanê me sedan salan qedexe ye û astengî li ser hene. Ji bo vê yekê axaftina bi kurdî bi tena serê xwe têr nake. Lazim e em ji bo vî zimanê ku qedexeye têbikoşin. Têkoşîna ji bo ziman bi çend qonaxan pêk tê. Kurd rabin û bêjin em dixwazin bi zimanê xwe perwerdê bibînin û dixwazin bi zimanê xwe biaxivin têr nake. Eger em li dîroka Tirkiyeyê binêrin bê kurd çawa hatine qetilkirin û tunekirin wê demê em ê karibin gav bi gav têkoşîna ji bo ziman jî fêm bikin. Kesekî ku li dijî dagirkeriyê ranebe, kesekî ku li dijî qirkirinê dengê xwe neke û dewleta tirk wekî dijmin nebîne wê çawa karibe têkoşîna ji bo ziman bimeşîne?

Dewleta tirk ji bo tunekirina kurdan û zimanê wan tu rê û rêbaz nema ku neceriband û hê jî dike. Ji komkujiyan heta şewitandina gundê wan, ji koçberkirin heta asîmîlekirinê gelek polîtîkayên qirêj meşandin. Kurd ji ber ku kurd bûn hatin qetilkirin. Ji ber ku kurd bûn hatin revandin û windakirin. Ji ber ku kurdî diaxivîn hatin îşkencekirin. Ev yek polîtîkayek dewleta tirk bû. Ji avakirina komara tirk û vir ve heman siyaset hat meşandin. Ji ber vê zilm û zordariyê kurdan serî hildan. Çend serhildan çêbûn û hatin tepisandin. Di vê dozê de gelek pêşeng û rêberên kurdan hatin darvekirin. Kes nizane bê tirbên wan jî li ku ne.

Kurdbûn bedelan dixwaze. Axaftina bi kurdî jî heman tişt e. Dewleta tirk tiştek ji bo xêra kurdan nekiriye. Ji avakirina TRT 6 heta li zanîngehan vekirina beşên kurdî heman siyaset di meriyetê de ye. Yanî ji kurdan re dibêjin; va ye hûn bi kurdî diaxivin, ma hûn hê çi dixwazin? Dîsa ji kurdan re dibêjin; va ye hûn dibin parlamenter, hûn dibin wezîr û serokomar. Ev siyaset her tim dubare dibe û hinek kurd jî pê dixapin. Li gorî hin kurdan axaftina bi kurdî têr dike ku dewlet wan qebûl dike. Lê kurd bê nasname û bê statu ne. Ew kesên ji bo kurd û Kurdistanê canê xwe feda dikin tirbên wan tên bombekirin û xerakirin. Dîrok û erdnîgariya li Kurdistanê bi erdê re kirine yek. Dar û berên Kurdistanê dişewitînin û xwezaya wê talan dikin. Keç û xortên kurdan dikin sîxur. Tacîz û tecawiza li Kurdistanê her roj û her kêlî pêk tê. Eger têkoşîneke kurdan hebe divê li dijî vê faşîzmê be. Dewleta tirk bi awayekî hemwext û bi hevre heman polîtîkayan dimeşîne. Dijminatiya dewletê ya li kurdan awayekî giştî ye. Lewma jî kurd divê wisa li meselê binêrin. Eger têkoşînek hebe divê giştî be. Heta ku kurd vê dewleta xwînxwar û barbar wekî dijmin nebînin û rûyê wê yê qirêj nas nekin nikarin hebûna xwe bidomînin.

Îro kurd di pencên qirkirinê de ne. Ji her alî ve êrîş li ser wan heye. Dewleta tirk û hevkarên wê ji bo qirkirina kurdan û dagirkirina Kurdistanê heta dawî seferber bûye. Eger derdê me jî kurd û Kurdistan be divê em bi giştî li meselê binêrin. Dewleta tirk li aliyekî hebûna te qebûl nake lê li aliyê din dibêje ez ê zimanê te qebûl bikim. Ev yek xapandineke. Divê pêşî hebûna te qebûl bike û te nas bike. Eger em xwe nedin naskirin û pê nedin qebûlkirin wê zimanê me jî tune be. Kesên ji bo ziman têdikoşin û girîngiyê didin zimanê kurdî divê dîroka kurd û Kurdistanê jî zanibin. Eger kurd tune bin dê zimanê wan çawa hebe?

Nûçeyên Têkildar