Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Zimanê kurdî bi muzikê diparêzin

Rêvebera Kargeha Çand û Hûnerê ya Aryenê Fadîme Polat, anî ziman ku ew perwerdeya wêne, muzîk û şanoyê bi zimanê kurdî didin û got: "Xwedîderketina li ziman ne tenê bi axaftinê bi rêya xebatên çand û hunerê jî dikare bê kirin. Em dixwazin koma xwe ya jinan mezin bikin û komek mayînde ava bikin. Xwedî li zimanê xwe derkevin."

Kargeha Çand û Hûnerê ya Aryen ku 2019’an de hat avakirin û ji wê rojê vir de bi zimanê kurdî xebatên xwe dimeşîne. Kargeh di warê wêne, muzîk û şanoyê de perwerdeyê dide. Kargeha Aryenê li dijî bişaftinê, bi zimanê kurdî perwede dide û çanda xwe dide jiyîn.

Rêvebera Kargeha Çand û Hûnerê ya Aryenê Fadîme Polat, têkildarî kar û xebatên xwe de axivî.
2019’an ve xebatên xwe didomînin
Fadîme, anî ziman ku di 2019’an de bi vekirina kargehê vir ve bi awayek aktîf xebatên xwe dimeşînin. Fadîme, da zanîn ku ew zêdetir li ser muzîkê xebatên xwe dikin û wiha got: “Lêgerînên me zêdetir li ser muzîkê ne û beşa me ya muzîkê heye. Li aliyekî dinê ve jî em karê şano û sînemayê jî dikin. Li aliyekî dinê ve jî komek me ya muzîkê ya bi navê Aryen Kom heye. Ev komeke giştî ye. Di komê de hem hevalên mêr û hem jî hevalên jin cih digirin. Lê me komên jinan jî ava kir. Hin klîbê me hene û di van klîban de komên jinan jî hene û cihên xwe digirin. Di heman demê de ev mamosteyên me li vê derê perwerdehiya muzîkê didin. Di aliyê muzîkê de zaroka perwerde dikin. Her wiha aliyê wêneyê de jî em zarokan perwerde dikin. Xebatên me di vê çarçoveyê de didomin.”
Di gelek beşan de perwerdê didin 
Fadîme, da zanîn ku di gelek beşan de perwerdehiyê didin û wiha behs kir: “Zarokên ku temenê wan di navbera 2-5 salî de ne bi cûreyek cûda perwerda muzîkê didin. Bi reng û kartan rîtman fêr dikin. Bi lîstikan muzîkê hînê zarokan dikin. Piştî 7 salê xwe temam dikin em li ser amûran perwerdehiyê didin. Zarokên ku tên serlêdanê dikin em amûrên xwe didin nas kirin. Piştî ku zarok amûrên xwe hildibjêrin em dest bi perwerdê dikin. Perwerdeya wêneyê jî hinek ji vê cûda tir e. Zarokên ku tên beşa wêne xizkirinê temenê wan ji 4-5 saliyê dest pê dike. Em bi amûrên wek piyano, gîtar, kema, tembûr, def, erbane, sentûr, bilûr, fluta kêlekê û sazê perwerdê didin. Em di nav lêgerînê de ne ku hejmara amûran zêdetir bikin.”
Bi komek jinan re xebatek kolektîf didin meşandin
Fadîme, bal kişand li ser koma muzîkê ya jinan û got ji her aliyê jin di vê komê de cih digirin û wiha axivî: “Kesên ku li Wanê dijîn di vê koma jinan de cih digirin. Her jinek ji aliyekî ve hat û tevlî vê komê bû. Di nav vê komê de kesên penaber, jinên ku zanîngehê dixwînin, jinên karmend û jinên li malê di vê komê de cih digirin. Karek pir xweş, kolektîf û pir rengî ye. Kesên ku hev nasnakin me di vê komê de anîn li cem hevdû. Bi vê komê re me du stran kişand û li ser rûpela youtubê parve kir. Lê fikrek me ya bi vê rengê heye ku komek mayînde ava bikin.”
Serlêdanên wan tim didomin
Fadîme, destnîşan kir ku xebatên wan vê havînê jî berdewam dikin û bi vê yekê re serlêdanên wan jî didomin. Fadîme, diyar kir ku xebatên wan taybetî di navbera meha îlon û hezîranê de têr û tijî derbas dibin, ji ber havînê hin zarok diçin betlaneyê hejmar kêm dibe. Fadîme, wiha pê de çû: “Havînê xebatên me ne wek berê tijî ye. Lê zarokên ku neçûne betlaneyê tên qûrsên xwe didomînin û em jî perwerde dikin. Şagirtên ku naxwazin navberê bidin perwerdehiyê, tên tevlî kursan dibin. Lê bi meha îlonê re xebatên me dîsa tijî derbas dibin. Li aliyekî dinê ve jî qeydên me berdewam dikin. Em tu carî qeydên xwe nadin sekinandin. Ji ber ku di her demê de şagirt tên serlêdanê dikin. Ji ber vê yekê jî em ji bo serlêdanê navberê nadin. Meha îlonê de jî em bi awayek xûrt û rêk û pêk dest bi kursên xwe dikin. Heta niha nêzî 60-70 şagirtên mayînde yên ku perwerdehiya xwe bê navber domandine hene. Lê xeynî vê ji aliyekî dinê ve jî serlêdan didomin.”
Muzîk û zimanê kurdî 
Fadîme, bal kişand ser li ser saziyên çand û hûnerê yên kurdî yên ku hatibûn girtin û got li Wanê gelek saziyên ku perwerdeya çandê didin hene, lê ne bi zimanê kurdî didin. Fadîme, destnîşan kir lê ew bi zimanê kurdî perwerda muzîkê didin û ji ber vê yekê malbat zarokên xwe dişînin kargehê li cem wan. Fadîme, diyar kir ku li Wanê di navbera saziyên çandê yên dinê ve ferqa wan di aliyê ziman de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi zimanê dayikê zarokan perwerde dikin. Malbatên ku dixwazin zarokên wan kurdî ji bîr nekin, dema ku diçin dibistanê ji kurdî qût nebin zarokên xwe tînin li vê derê. Ji bilî vê jî hinek malbatên kurd yên penaber ku ji şerê Kobanê û Rojhilatê hatine zimanê tirkî nizanin, tên serlêdanên me dikin. Ji ber ku em tu carî bi zimanê tirkî perwerdê nadin. Ev jî ji bo wan baştire û xwe biyanî hês nakin. Xwe wekî ku di nav mala xwe û gelê xwe de hês dikin. Zarokên ku diçin dibistanê ji ber nikarin li wê derê bi kurdî biaxivin şerm dikin. Lê dema tên li vê derê dibînin ku hemû zarok bi kurdî diaxivin û bi vê awayî şerm û tirsa wan ji holê radibe. Ev jî hem ji bom e hem ji bo zarokan gelek baş e. Bi parastina çand û hunerê, her wiha bi muzîkê jî xwedî li ziman û nasnameya xwe derdikevin. Bi vê yekê re jî em dibêjin em hene û em ê hebin.”
‘Ji her kesî re huner’
Fadîme, daxuyakirin ku ji bo demên nû projeyên wan ên nû jî hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hedefa me ew e ku hejmara zarokan zêde bikin. Elbet ne bi tenê zarokan re, em bi mezinan re jî dixebitin. Li ser youtubê klîbên me hene. Armanca me ew e ku klîbên nû çêbikin û parve bikin. Îsal jî klîbên nû çêbikin. Her wiha em dixwazin koma xwe ya jinan mezin bikin û komek mayînde ya jinan ava bikin. Em ê li her derê çanda xwe bidin nas kirin. Ne bi tenê kurd, hemû kes vê çandê bibîne. Xwedîderketina li ziman ne tenê bi axaftinê bi rêya xebatên çand û hunerê jî dikare bê kirin. Em dibêjin ji her kesî re huner.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar