Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Zimanê kurdî şêrîne lê bi kar anîna wî tal tê

Her sal 21 ê Sibatê wek roja zimanê dayikê tê pîrozkirin. Divê rojî de sazî peyaman diweşînin, daxuyanî tên dayin. Bangawazi tê kirin ku li zimanê kurdî xwedî were derketîn, were xwendin nivîsandin û axaftin. Wê rojê strana Aram Tîgran “bi xemil û rewşê şêrîn û xweş e zimanê kurdî “her tim tê gotin. Lê rastî ne ev e dibêje şêrînê, lê vê şêrinahiyê venaxwe. Bi dev dibe şêrîne lê di rastiyê de tâl tê.

Lê trajediyek vê mijarê heye. Trajediya zimanê herî kevnar û dîrokî. Trajediya zimanê kurdî wek trajediya gelê kurd e. Ziman û gel bi hev ve hatiye girêdan. Çawa ku gelê kurd parçe parçe û bi tenê maye, zimanê kurdî jî parçe bi tenê û bê xwediyê. Di roja me de, çawa ku gelê kurd li ber qirkirinê ye, zimanê kurd ji li ber mirinê ye. Bi taybet li bakurê Kurdistanê.

Ji bo ku zimanek bijî, pêwistî bi sê tiştan heye. Axaftin xwendin û nivîsandin. Xwendin û nivîsandin pir kêm e. Xwendin û nivîsandina zimanê kurdî ne civakî ye. Her tim beşekê biçûk ên civakê vî karî kirine. Di roja me de ji ev kar dîsa jî aliyê komekê biçûk ve tê kirin. Nivisandin û xwendina kovar û rojnameyan kurdî pir pir kêm bûne. Temaşekirina TV yên bi kurdî jî kêm bûye. Lê xetereya herî mezin, gefa herî mezin, bi kurdî axaftin kêm bûye. Berê jî xwendin û nivîsandin nîn bû. Lê zimanê kurdî xwe di jiyana rojane de di zimanê dayikan û bi stranên denbêjan de li dijî hemû zilm û zordariyê li piya ma û neheliya.

Dewleta tirk hêjî asîmîlasyonê pir mezin li ser ziman dimeşîne. Zimane kurdî di perwerdê de nayên bi kar anîn. Di siyaset û aboriyê de nîne. Erê berê jî siyaset, aborî, perwerdeyî nebû. Lê axaftin hebû, muzîk hebû, sanat hebû, xwedîderketin û parastin hebû. A niha xwedî derketin û parastin kêm bûye. Berê gund û taxên  bajaran cihê parastin û axaftina zimanê kurdî bû. Lê niha li gundan dahi zarok bi tirkî diaxifîn. Berê dayîka kurd parazvanên zimanê kurdî bû. Lê niha dayikên kurd ên ku di navbera 20 û 35 salî de ne bi temamî bi zarokên xwe re tirkî di axivîn. Siyasetmedar û malbatên wan bi tirkî axaftin zaten wek moda dibînin. Esnaf tucar naaxivin. Kî zimanê kurdî di axive? Çend dayîk, hin hunermend û rewşenbîr, feqîr û xizan.

Em netewperestî û ziman perestî nakin. Lê li holê qîrkirina gelek û windabûna zimanê herî kevnar heye. Li vî zimanê xwedîderketin û pêşxistin peywirek insanî, demokrat û  şoreşgerî ye. Ne tenê gelê kurd, dost hevalên gelê kurd ji divê vê yekê baş bizanibin.

Di mijara ziman de sazî û dezgehên siyasî ziman çandî hunerî divê rexnedayinek pir xurt were kirin. Siyasetmedar rewşenbîr hunermend ji deyndarên ji bo rexnedayinekîne. Eger rexdayinek xurt neyê kirin, dest bi kar neyê kirin, tedbir neyên girtin. Nêzîkatî wek heman dêmî bin, rewş xetere ye. Globalizm û pêşketinên teknîk, asîmîlasyonên dijminahî û xemsarî û bê xweyî bûn vê xetereyê çiqas diçe mezintir dike. Hin hewldanên sazî dezgehan siyasetmedar û rewşenbîran kes û partiyan divê mijarê de başîn. Dîsa li ser hîn malperan internetê de xebatên hînkirin û axaftina zimanê kurdî xebatên piroz in. Lê têr nake. Gelek ev yek bibe civakî. Madem zimanê kurdî şêrînê, wisa be bixwe.

Nûçeyên Têkildar