Her sal 21’ê Sibatê Wek Roja Zimanê Dayikê tê pîrozkirin. Divê rojê de sazî peyaman di weşînin, daxuyaniyan didin. Bangawazî tê kirin ku li zimanê kurdî xwedî were derketin, were xwendin nivîsandin û axaftin. Wê rojê strana aram Tîgran “bi xemil û rewş e şêrîn û xweş e zimanê kurdî “her tim tê gotin. Lê rastî ne ev e. Dibêje şêrînê, lê vê şîrinahiyê na vexwe. Bi dev dibe şêrîn e lê di rastiyê de tal tê.
Lê di rastiyê de divê mijarê de trajediya zimanek heye. Trajediya zimanê herî kevnar û dîrokî. Trajediya zimanê kurdî wek trajediya gelê kurd e. Ziman û gel bi hev re hatiye girêdan. Çawa ku gelê kurd parçe parçe û bi tenê maye, zimanê kurdî jî parçe bi tenê û bê xwediyê. Di rojame de, çawa ku gelê kurd li ber qirkirinê ye, zimanê kurd ji li ber mirinê ye. Bi teybet li bakurê Kurdistanê.
Ji bo ku zimanek bijî, pêwistî bi sê tiştan heye. Axaftin xwendin û nivîsandin. Xwendin û nivîsandin pir kêm e. Xwendin û nivîsandina zimanê kurdî ne civakî ye. Her tim beşekê biçûk ên civakê vî karî kirine. Di rojame de jî ev kar dîsa ji aliyê komekê biçûk ve tê kirin. Nivisandin û xwendina kovar û rojnameyên kurdî pir pir kêm bûne. Temaşekirina TV’yên bi kurdî jî kêm bûye. Lê xetere û gefa herî mezin, bi kurdî axaftin kêm bûye . Berê jî xwendin û nivîsandin kêm bû. Lê zimanê kurdî xwe di jiyana rojane de di zimanê dayikan û bi stranên denbejande li dij hemû zilm û zordariyê li piya ma û neheliya.
Dewleta tirk hêj jî asîmîlasyoneke pir mezin li ser ziman dimeşîne û dixwaze dawî lê were. Zimanê kurdî di perwerdê de nayên bikaranîn. Di siyaset û aboriyê de zimanê kurdî nîne. Ere berê jî siyaset, aborî, perwerdeyî nebû. Lê axaftin hebû, muzîk hebû, huner hebû, xwedî derketin û parastin hebû. A niha xwedî derketin û parastin kêm bûye. Berê gund û taxên bajaran cihê parastin û axaftina zimanê kurdî bû. Lê niha li gundan jî zarok bi tirkî di axivin . Berê dayikên kurd parazvanên zimanê kurdî bûn. Lê niha dayîkên kurd ên ku temanê wan di navbera 20 û 35 salî dene bi temamî bi zarokên xwe re tirkî di axivîn. Siyasetmedar û malbatên wan bi tirkî axaftin jixwe wek moda dibînin. Esnaf û tucar kurdî naaxivin. Kî zimanê kurdî di axive? Çend dayîk, hin hunermend û rewşenbîr, feqîr û xizan.
Em neteweperestî û ziman perestî nakin. Lê li holê qîrkirina gelek û windabûna zimanê herî kevnar heye. Li vî zimanê xwedî derketin û li pêşxistin peywirek mirovî, demokratîk û şoreşgerî ye. Ne tenê gelê kurd, dost hevalên gelê kurd ji divê vê yekê baş bizanibin.
Di mijara ziman de sazî dezgehên siyasî, ziman, çandî û hunerî divê rexnedayinek pir xurt bidin. Siyasetmedar, rewşenbîr û hunermend jî divê rexnedayînê bidin. Eger rexdayînek xurt neyê kirin, dest pi kar neyê kirin, tedbir neyên girtin, nêzîkatî wek heman dêmî bin, rewş xetere ye. Globalîzm û pêşketinên teknîk, asîmîlasyonên dijminahî, xemsarî û bê xweyîbûn vê xetereyê çiqas diçe mezintir dike. Hin hewldanên sazî, dezgeh, siyasetmedar û rewşenbîr, kes û partiyan divê mijarê de baş in. Her wiha rewşa hin malperên li ser înternetê weşand dikin û gel fêrê hînkirin û axaftina zimanê kurd dikin jî baş e. Le têr nake. Gelek ev yek bibe civakî. Madem zimanê kurdî şêrînê wisa be vexwe.