Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

‘Zimanê kurdî tekane mîrateya hebûna kurdan e’

Parlamentera HDP’ê Dêrsim Dag anî ziman ku zimanê kurdî tekane mîrateya heyîna kurdan û kelepora wan e. Dag wiha got: “Zimanê kurdî, ji hemû pergalên dagirker û desthilatdar ên li Kurdistanê mezintir e. Tevî hemû polîtîkayên pişaftinê jî nekarîn hêz, dewlemendî û qedîmiya zimanê kurdî têk bibin.”

Parlamentera HDP’ê Dêrsim Dag têkildarî têkildarî pergala pişaftinê ya dewleta tirk û girîngiya ziman ji ANF’ê re axivî.

Dêrsim Dag anî ziman ku zimanê kurdî, çanda kurdan a ku ev hezar sal in heye li pişta xwe bar kiriye û heta îro aniye. Dag wiha domand: “Bîrdoziya fermî ya desthilatên Kurdistanê tu carî destûra çandeka nivîskî û veguhêzî nedane. Lewma zimanê kurdî tekane mîrateya heyîna kurdan û kelepora wan e. Ji bo tunekirina zimanê kurdî her tim dom kirin lê negihiştine hêza zimanê kurdî. Zimanê kurdî, ji hemû pergalên dagirker û desthilatdar ên li Kurdistanê mezintir e. Zimanê kurdî ji nijadkujiyê jî mezintir e. Berfirehiya madî û manewî ya çanda kurdan nehiştiye ku tu desthilatdar serî li kurdan bide çemandin.”

‘Tevî êrîşan jî zimanê kurdî xwe parast’

Bi domdarî jî Dag wiha got: “Dewleta tirk bi salan e qirkirina kurdan daye ber xwe. Ji bo vê jî her tiştî dike. Lê tevî hemû polîtîkayên pişaftinê yên dewletê jî zimanê kurdî xwe parast. Nekarîn hêz, dewlemendî û qedîmiya zimanê kurdî têk bibin. Mixabin ev polîtîkayên kirêt ên pişaftinê hê jî didomin. Pergala dagirker a dewleta tirk dizanî heke ku bikare kurdan ji zimanê kurdî dûr bixin dê di mêtingeriya xwe de bi ser keve.”

‘Dewlet naxwaze kurd bi zimanê xwe binivîsin û bifikirin’

Herî dawî jî Dag ev tişt anî ziman: “Bi milyonan kurd êdî nikarin bi zimanê xwe biaxivin, binivîsînin û xwe îfade bikin. Dewlet dixwaze ku kurd bi kurdî nefikirin û dixwaze ji rehên xwe qut bibe. Li saziyên dewletê kurdî qedexe ye û li dibistanan jî dersa bijartî ye. Her wiha li dadgehan gelek doz hene ku ji ber ku girtî daxwaza parastina bi kurdî dikin, nayên dîtin. Ji ber vê jî girtî demekî dirêj li girtîgehê dimînin. Dewleta tirk a dijminatiyê li kurdan dike. Ji ber ku dewleta Japonyayê destûrnameya dersdayîna bi zimanê kurdî da zanîngehên xwe û xebat dane destpêkirin, bû agir kete pêsîra hikûmeta Japonyayê. Her tişt ewqas zelal bû.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar