Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Zimanê Maas negeriya ku HSD’ê pîroz bike

Serokên gelek dewletan HSD pîroz kirin ji ber ku stargeha dawî ya DAIŞ’ê ya li Sûriyeyê, Baxoz rizgar kir. Lê belê Wezîrê Karên Derve yê Elman Maas navê HSD’ê neanî ser zimanê xwe

Medya dinyayê cihekî berfireh da serketina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li Baxozê û lîderên dinyayê bal kişandin ser hêzên kurdan û HSD pîroz kirin.

Lê belê helwesta hikumeta alman a federal li pêşberî serketina HSD’ê bal kişand. Wezîrê Karên Derve Heiko Maas li ser hesabê xwe yê medya civakî Twitterê got, “Baxoz êdî azad e. Gaveke girîng hate avêtin û êdî herêmeke ku di kontrola DAÎŞ’ê de ye nîne. Ev yek bi karekî bêhempa û navneteweyî pêk hat ku Almanya jî tevlî bû.”

Ji ber ku Maas navê HSD’ê bilêv nekir, bikarhênerên medya civakî rexneyên giran li vê helwesta Maas kirin. Gelek bikarhênerên medya civakî bi bîr xistin, hêza herî girîng a HSD’ê ya ku DAIŞ têk bir, YPG/YPJ ye û diyar kirin, dewleta alman hewl dide YPG/YPJ’ê krîmînalîze bike.

Hate ragihandin ku HSD’ê di şerê dijî DAIŞ’ê de 11 hezar şehîd dane û Almanya hate rexnekirin ku tevî di koalîsyona dijî DAIŞ’ê de cih digire, vê yekê nabîne. Çend ji şîroveyên bikarhênerên medya civakî li binê peyama Maas wiha ne:

– We jî (hikumeta alman) ji bo kuştina şervanên YPG û YPJ’ê ku di têkbirina DAIŞ’ê de kedeke xwe ya mezin hene, panzer û çek firotin Erdogan.

– Xuya ye we ji bîr kirine ku bi tankên Leopard 2 li ber şaredariya Efrînê çawa wêne hatiye kişandin.

– Îngilîzan, fransiyan û amerîkiyan navê kurdan bilêv kirin, lê belê Maas pesnê xwe dide. Şerm e ku ji bo dilê tirkan nehêlin, Almanya kurdan jinedîtî ve tê.

– Tiştekî mîna henek e; Almanyayê destek da Erdogan, Erdogan jî destek da DAIŞ’ê…

– We agahiyên li ser têkoşîna dijî DAIŞ’ê dan Tirkiyeyê, Tirkiyeyê jî da DAIŞ’ê. Spas ji te re artêşa alman… Divê hûn ji xwe şerm bikin.

– Hûn sembolên yên ku Baxoz rizgar kirin û DAIŞ qedandin qedexe dikin. Gelo ev yek nakokî nîne?

– Li qisûrê nenêrin, lê Almanyayê di vî şerî de tiştek nekir. Kurd li eniya şer tenê bi piştgiriya DYE’yî, fransayî û îngilîzan şer kirin. BERLÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar