Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Zimanê me qedîm û xweş e, divê em xwedî lê derkevin’

Zimanzan Îbrahîm Xelîl Taş diyar kir ku divê ji îro û şûnde siyaseta kurd kar û barên xwe bi kurdî bike û wiha axivî. “Kurdî yek ji zimanên herî dewlemend e. Lewma divê em zimanê xwe biçûk nebînin. Zimanê me zimanekî qedîm e, xweş e û şirîn e. Divê em lê xwedî derkevin.”

Zimanzan Celadet Elî Bedirxan û tevî çend hevalên xwe di 15’ê Gulana 1932’yan de li paytexta Sûriyeyê Şamê bi alfabeya latînî “Kovara Hawarê” derxistin. Ji ber vê yekê 15’ê Gulanê ji bo weşangerî û zimanê kurdî rojeke taybet û girîng e. Platforma Zimanê Kurdî di 2006’an de 15’ê gulanê weke “Cejna Zimanê Kurdî” îlan kir û ji wê rojê ve heta niha weke cejna zimanê kurdî tê pîrozkirin

Zimanzan û mamosteyê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Îbrahîm Xelîl Taş têkildarî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û girîngiya bikaranîna alfabeya kurdî nerûnê xwe anî ziman.

Îbrahîm Xelîl Taş bi bîr xist ku Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî di 15’ê gulana 1932’yan de Kovara Hawarê bi tîpên latînî derxistin lewma ev roj weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Xelîl, anî ziman ku rola Mîr Celadet û rêhevalên wî ya di ziman de gelek mezin û girîng e û wiha domand: “Bi avabûna Komara Tirkiyeyê re polîtîkayên pişaftinê ketin meriyetê û girêdayî vê zimanê kurdî her ku diçû qels dibû. Wan pêşiya zimanê kurdî yê nivîskî vekir û wan nivîsandin hêsan kirin. Lewma kurd vê rojê girîng dibînin û pîroz dikin.”

Xelîl Taş xebata Mîr Celadet û rêhevalên wî weke şoreşekê pênase kir û da zanîn ku wê çaxê di nava civaka kurd de xwendin û nivîsandin gelek kêm bû. Xelîl, destnîşan kir ku piştî alfabeya latînî kurdan dest bi xwendin, nivîsandin û afirandinê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêşiya alfabeya latînî zargotina kurdan ku hêj jî pir dewlemend e hebû û vê yekê rê li ber qelsbûnê digirt. Tirkiye li ser unîteriyê anku yekperestiyê hatiye avakirin. Berê bi kurdî re gelek zimanên din jî hebûn lê ji ber polîtîkayên dewletê tev hatin jibîrkirin. Lê kurdan gelek siûd ji Kovara Hawarê girt û zimanê xwe pêş xist.”

Polîtîkayên bişaftinê yên li ser kurdî berdewam dikin

Taş diyar kir ku ji bo pêşketina zimanekî derfetên siyasî û civakî hewce ne. Xelîl, bi lêv kir ku tevî dewlemendiya ziman jî heke derfetên siyasî û civakî nebin zimên pêş nakeve û wiha pê de çû: “Teknolojî pêş ketiye û êdî ji ber pergala perwerdehiyê ziman nikare li ber xwe bide. Weke mînak, berê wêjeya tirkî, makedonî û endonezî nebû. Lê derfetên siyasî ji wan re çêbûn û niha di nava zimanên cîhanê de cih girtine. Lê zimanên mîna pehlewî, sumerî, latinî hwd. tên jibîrkirin. Mesela latinî tenê di terîmên tenduristiyê de tê bikaranîn. Êdî tu kes latinî naaxive. Ji bo kurdî jî divê dewlet peywira xwe bi cih bîne û derfetên siyasî bên afirandin. Heke mirovek tenê jî zimanekî biaxive ew ziman zindî ye û divê piştgiriya vî zimanî bê kirin. Lê mixabin di pergala Tirkiyeyê de hêj jî ev yek nayê qebûl kirin û polîtîkayên bişaftinê berdewam dikin.”

Di berdewamiyê de Taş bal kişand ser tevdîrên li dijî polîtîkayên bişaftinê û ev nirxandin kir: “Divê kurd jî weke serdestên xwe teknolojiyê bi kar bînin. Divê ziman di qada perwerdehiyê de bê bikaranîn. Pergala perwerdehiyê bandoreke gelekî mezin li ziman dike. Divê ziman di zagonan de bê bicihkirin û ewlehiya ziman ya zagonî hebe. Divê siyaseta kurdan û ya giştî li hemberî zimanê kurdî erênî be. Her wiha divê pirtûkek gramerê û ferhengek zimanekî jî hebin ku ew ziman bi pêş bikeve. Nebûna van materyalan bandoreke neyînî li ziman dike. Divê gelê kurd jî zimanê xwe di her qadên jiyanê de biaxivin û bi kar bînin. Em weke sazî pêşengiya vî karî dikin, lê têr nake. Ziman zimanê me hemûyan e û divê civak xwedî li zimanê xwe derbikeve. Ya herî girîng, divê zarok hînî kurdî bibin. Pêşiya zimanê ku zarok naaxivin tarî ye û ew ziman di xetereyê de ye.”

Xelîl Taş got ku nêzikatiya dewletê ya li dijî zimanê kurdî diyar e û da zanîn ku ji bo xapandinê çend gavên biçûk avêtine. Xelîl, destnîşan kir ku zarokên kurdan bi waneyên hilbijartî hînî kurdî nabin û bi lêv kir ku pergala pedogojiyê diyar e. Xelîl, diyar kir ku divê kurd xwedî fikreke neteweyî bin û divê kurd ji bo çand û zimanê xwe biînad têbikoşin.

Taş bi bîr xist ku her tişt li ser esasê wekheviyê çareser dibin û got: “Gelek caran rayedarên tirkan dibêjin ‘êdî kurd û tirk bûne neynûk û goşt, em birayên hev in’ û hwd. Ev yek xapandin e û em qebûl nakin. Rewşa tirkan çi be, divê ya kurdan jî wisa be. Li gorî peymanên navneteweyî mafê zarokên kurdan ê hînbûna zimanê dayikê heye. Tirkiye jî divê li gorî peymanên navneteweyî tevbigere. Em behsa mafê 30 milyon kurdan dikin, divê êdî tirk mafê kurdan bidin. Ev yek jî di pergalên demokratîk de tên çêkirin û di pergalên demokratîk de hêsantir çareser dibe.”

Heke ji tekoşîna azadiyê nebûya, kurdî îro tune bû

Xelîl Taş anî ziman ku kurd êdî ne kurdên berê ne û wiha derbirî: “Lê sekn û helwesta tirkan a li dijî kurdan û zimanê kurdî hêj jî neyînî ye.Li hêla din siyaseta kurd beriya niha zimanê xwe hinek paşguh kir. Divê ji îro û şûnde siyaseta kurd kar û barên xwe bi kurdî bike. Ziman navgîna ji hev fêmkirinê û ragihandinê ye. Gelek peywirên ziman ên weke ragihandinê, neteweyiyê, nasnameyê hwd. hene. Lewma ji bo kurdan ziman gelek girîng e. Niha em weke MED-DER’ê behsa tekoşîna xwe dikin lê pêşiya me KURDÎ-DER, Akademiya Ehmedê Xanî hebû û tekoşîna azadiyê heye. Kurdan ji bo çand û ziman gelek bedel dan. Divê em jî van bedelan tu caran ji bîr nekin. Heke ji tekoşîna azadiyê nebûya, kurdî îro tune bû. Her çiqas ked û rola Celadet û rêhevalên wî ji bo kurdî hebe jî, bi qasî wan tekoşîna azadiyê jî rol û rista xwe lîst.”

Taş da zanîn ku zimanê kurdî di hemû cîhanê de weke zimanekî dewlemend tê zanîn û diyar kir ku heke kurd bikevin di nava kûrahiya zimanê kurdî de dê vê dewlemendiyê bibînin. Xelîl, bal kişand ser reseniya kurdî û axaftina xwe wiha qedand. “Heta niha tu mudexale li gramera kurdî nehatiye kirin û resen maye. Di tê de tewang, ergatîvî hwd. gelek tiştên balkêş hene. Lewma divê em zimanê xwe biçûk nebînin, zimanê me zimanekî qedîm e, xweş e, şirîn e. Divê em xwe ji fikra xwebiçûkdîtinê dûr bixin û em xwe bispêrin stran, floklor, wêjeya xwe ya devkî. Divê em li dijî bişaftinê xwedî li zimanê xwe derbikevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar